• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hovên tirk nehiştin dayika Kurd bisipêrine axê

Hovên tirk nehiştin dayika Kurd bisipêrine axê


barkirin: Êlûn 15, 2017, 10:10


Hovên Tirk nehiştin termê dayka Kurd bo axê bête sipartin

Dayika Parlementera HDP Aysel Tugluk, Hatun Tugluk li bajarê Tirkîyê Enqere koça dawî kir û li gorî zanyarîyan Xatun Xanê xwestibû piştî mirina xwe li goristana nêzîkî mala xwe ya Enqerê bête binaxkirin. Lêbelê ev daxwaza Xatun Xanê jiber dirindî û hovitiya Tirkên nijadperest û hov bicî nehat.

Dihunê di dena sipaetina axê ya termê dayîka Kurd de komeka tirk kom bûn û êrişî beşdaran kirin. Piştî ku polîsên deverê bêdeng man û tenê temaşe kirin di demeke kin de ji sed kesî bêhtir tirk kom bûn û êrişî kesên li ser mezela kirin.

Tirkên hov yên êrîşî kesên ser tirba kirin gotin "Evder ne goristana teroristane, hun veşêrin jî em dê derxînin. Hun nikarin termên xwe li vira binerd bikin"
Termê dayika Aysel Tugluk careka dîtir hate derxistin û bo welatê Kurdan, bajarê Kurdan Dêrsimê hate veguhestin.

Aysel tugluk bi destê kelebçekirî hatibû bo oxiriya dayika xwe lê destur negirt bo çûyîna Dêrsimê.

Dewleta tirk, rayedar û hêzên dewleta dagirket û gelê tirk careka dîtir pêşan dan û bi dengê bilind qêrîyan ku Kurdan hez nakin, wan naxwazin û bi tu rengî mafê jiyan û mirinê hêjayî wan nabînin.

Ev helweste li dijî Kûrbûnê, nirxên Kurdan, zindî û miriyên Kurdan di serî de bo sîyasetvanên Kurd paşê bo hemî Kurdên xwe dispêrine hevgirtin, hevjîn û hevpariya bi tirkan re divê cihê encamderxistinê be.

dîtin: 105

Pêveker:

aysel tugluk hatun tugluk