• Têketin
  • Ziman
HRRK Banga agirbesta medyayê li PYD û PDK-S kir

HRRK Banga agirbesta medyayê li PYD û PDK-S kir


barkirin: Gulan 17, 2014, 6:08


Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK bang û daxuyaniyek belav kir û bang li hêzên siyasî yên Kurd kir da ku pevçûn, dijberî û rewşa xirab ya dijîhevdû bidawî bînin û bi rêka peywendî û diyalogê arîşeyên xwe çareser bikin.
Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê helwestên hêzên siyasî yên li Rojavayê Kurdistan şermezar kirin û ew vexwendine aramî û lihevhatinê.

HRRK di banga xwe de bang li hêzên PYD û PDK-S yê kir da ku şerê ku vê demê bi rêka medyayê tête meşandin rawestînin û bi hişmendî li hev bicivin û arîşeyên xwe çareser bikin.

Daxuyanî û Banga HRRK wehaye;

BANG
(Vexwendina Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bo hemî aliyên siyasî ji bo aramî û diyalogê)
Her kes dizane ku di demên dawîn de, rewşa siyasî û mewdanî û mercên jiyanê, hem li Rojavayê Kurdistanê û hem jî li seranserî Sûryeyê ber bi alêzî û renckêşanê ve diçin. Û di vaka Kurdan de jî pêre pêre dabeşbûneke dijwar rû dide; ev dabeşbûn jî bi awayekî zelal di navbera PYD û PDKS û alîgirên herdû aliyan îro pêtir li dar e.
Di van rojên dawî de, nakokiya di navbera herdû aliyan de gurtir dibe û şêwazekî tirsnak werdigire, girtin, dûrxistina siyasiyan û astengkirina tevgera wan, her wisa astengkirina karûbarê çalakvanên ragihandin û rojnamegeriyê; di gel çendîn binpêkirinên mafan yên ku ji alî Asayişê ve hatine pêk anîn û bi ti şêweyan nayên pejirandin û bi tenê li bin siya lojîka hêz û şiyanê ; safîkirina hesabên siyasî bi aliyekî din ê siyasî re tê bi kar anîn, ev jî di gel çendîn bûyerên tarî yên revandin û wendakirin û nebedîbûna kesan di rewşên wisa de ku gelek pirsan li cem me çêdikin?
Aliyê din jî, bê navber hewl dide ku ezmûneya Birêvebiriya Demî têk bibe û sazî û dezgehên wê yên li Rojava ji holê rake û vê ezmûneyê bi alîkariya hin hêzên din ên derve mandele dike û hemî hêza xwe amade dike da ku bikaribe vê ezmûneyê biherifîne; ev bi hin şêwazên li derveyî siyasetê û bi hin gavên ne aştiyane pêk tên. Ev dîmen, li bin siya şerekî ragihandinê ku ji alî herdû aliyan ve pêk tê, didome. Şerekî êdî ji bilî Tviyan ber bi toreya internet û malperên pewrndiya civekî ve berfireh dibe; şerekî ku qet ne hêjayî arman û ked û têkoşîna gelê me ye.
Di kêlîka ku em şêweyên danûstendina Asayişê şermezar dikin û em ji her kesî re diçesipînin ku nakokiyên siyasî bi riya hêz û qewetê çareser nabin, em aliyê din şermezar dikin û dibêjin: Pêwist nake hûn dest her tiştî berdin û berê xwe bidin ezmûneya birêvebiriya demî, çunlî meydana têkoşînê berfireh e û di serî de jî têkoşîna li dijî rejîma zorbaz a ku bîna welatê me çikandiye.
Di vê navberê de, helwestên dijminane û alîgiriya siyasî ya rewşenbîran jî zêtê bi ser êgir dadike û rewşa heyî ya siyasî aloztir dike; rewşenbîrên ku pêwist e berjewendiyên neteweyî biparêzin û nameya xwe ya dîrokî bi awayekî rewşenbîrane ragihînin. Rewşa ku îro li ber dest e, rewşa rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê û pênûsên ku şerê birakujî yê kirên gur dikirin tîne bîra me.
Em, wek Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, di gel hemî cihêrengiyên me yên ramanî û rêxistinî ; em herû aliyan beroirsên vê rewşa aloz dibînin, em ji wan dixwazin ku di gava pêşîn de şerê ragihandinê yê di navbera xwe de rawestînin, wek birayan li dora maseya diyalogê bi hev re rûnin, vê rewşa nazik û hestyar ya gelê me di ser hemî berjewendiyên xwe re bigirin.
Ev banga me ne zeftkirina dar ji nêvî ve ye, belkî hin wisa texmîn bikin, bi qasî ku hewldan e, hewldane ku em hemî aliyan agahdarî rewşa tirsnak ya gelê xwe bikin.
Banga me ji bo hemî aliyan e ku asta siyaseta xwe bilindtir bikin û berjewendiyên miletê Kurd di ser hemî tiştî re bigirin, wisa; bi tenê wisa dikarin bandora xwe li rewşa Sûryeyê bi giştî bikin.
Bi van şer û nakoyên rêxistinî û li bin siya berjewendiyên partiyane dê hemî hêza Kurdan; hêza mezin a keç û xortên me tar û mar bibe, dê serencam pir kambax û dilêşane be, dê ev delîveya dîrokî ji destê me gişan here, delîveya ku şoreşa azadiyê ya welatê me yê birîndar bi dest me xist, welatê me yê ku dixwaze hetahetayê ji serdemên tarî rizgar bibe.
Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê
16.05.2014

dîtin: 464

Pêveker:

hrrk banga agirbesta medyayê li pyd û pdk s kir