• Têketin
  • Ziman
HRRK civîna xwe ya yekem ya piştî Kongrê lidar xist

HRRK civîna xwe ya yekem ya piştî Kongrê lidar xist


barkirin: Rêbendan 19, 2014, 1:43


Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi navê xwe yê kin HRRK piştî kongra xwe ya çaremîn civîna yekem li Belcîka yê lidar xist. Di encama civînê de HRRK daxuyaniyek ji bo weşangeriyê belav kir. Daxuyaniya HRRK  di heman demê de zanyariyên di derbarê civînê de bi vî rengî ne.

Daxuyaniya civîna yekê ya Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)

Roja yekşemê, 16.02.2014ê, Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK), civîna xwe ya yekemîn li Beljîkayê li dar xist.
Di destpêka civînê de, komîteyê, biryarên kongireya çarê ya HRRK’eyê di ber çav re derbas kir û pişt re dest bi guftûgokirina rojeva civînê kir. Rojeva civînê ji van xalên jêrîn pêk dihat:
1. Erkên komîteya kargêr, rewşa rêxistnî û rewşa endaman.
2. Şêwazên çalakkirina HRRK’eyê.
3. Rewşa (HRRK) a mewdanî.
4. Rewşa ragihandina HRRK.
Di serencama guftûgoyên berfireh de û piştî destnîşankirina erk û berpirsyariyan û şirovekirina kar û barên HRRKeyê û pêwistiya saziyê bi komîteyên çalak û hevpar, ev komîteyên jêrîn hatin damezirandin:
1. Komîteya rêxistin û birêvebirina endametiyê: Hesen Ebdela û Welîd Şêxo.
2. Komîteya ragihandinê: Helîm yûsiv berpisê komîteyê û berdevkê fermî yê HRRK. Husên Umer Ehmedê Huseynî û Bavê Narîn jî wek endamên komîteyê hatin bi cihkirin.
3. Komîteya Çalakiyan: Reşîd Hiso, Ehmedê Huseynî, Roza Husên.
4. Komîteya Mewdanî: Yûsiv Xalidî, Bavê Narîn.
Her wisa, piştî destnîşankirina komîteyan, êdî her komîteyekê bîrûboçûnên xwe der barê pêşvebirina HRRK’eyê pêşkêş kir û di çarçoveya rewşa giştî ya HRRK’eyê de, çalakî û kiriyarên gengaz destnîşan kir. Li gorî rewşa îroyîn ya saziyê, ev biryar hatin stendin:
1. Lidarxistina mehrecaneke çandî.
2. Lidarxistina pêşangeheke hevbeş.
3. Tekûzkirina malpera Hevgirtinê.
4. Çalakkirina malpera hevgirtinê ya Facebookê.
5. Di zûtirîn wext de, lidarxistina kongireyên Bakur û Başûrê Kurdistanê.
6. Her wisa di civînê de, pêşniyazên mîna avakirina weşanxaneya Hevgirtinê û hewildana ji nû ve weşandina kovara Urkêşê bi du zimanan hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de hate çespandin ku, hemî karûbarên saziyê, dê bi giyanekî gelemper û hevbeş bi rê ve biçin. Her wisa, dê hemî hewldanên komîteyê, bi tenê ji boyî gurkirin û bi hêzkirina rola Hevgirtinê bin û berfirehkirina qada çand û wêje û hunera kurdî bin. Di dawiyê de, Komîteya Kargêr, banga xwe dûbare dike ku, hemî rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, li derveyî paşxane û raman û boçûnên rêxistî û siyasî, hewl bidin ku li Hevgirtinê xwedî derkevin û rola wê di dîmen û jiyana çand û culûurê de geştir bikin.
Berdevkê Hevgirtinê û berpirsê Komîteya ragihandinê
16. 02. 2014
[email protected]

dîtin: 558

Pêveker:

hrrk civîna xwe ya yekem ya piştî kongrê lidar xist