• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hunemrend Mihemed Danêş wefat kir

Hunemrend Mihemed Danêş wefat kir


barkirin: Êlûn 13, 2015, 11:09


Stranbêj û mûzîkjenê Kurd yê xelkê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, Mihemed Danêş di temenê (70) saliyê de li bajarê Mehabadê jiyana xwe ji dest da.

Navbirî çend sal bû tûşî nexweşiya penceşêrê bibû.

Danêş bi giştî (146) stranên tomar kirî hene, ku beşek ji wan stranên folklor û beşeke din stranên wî bi xwe ne, herwiha navbirî çend stranên hunermendên din ji nûve gotine. Danêş  ji xeynî stranbêjiyê amûra Ûdê jî lêdixst herwiha ew amûra mûzîkê çêdikir.

Mihemed Danêş di sala 1945ê de li bajarê Mehabadê ji dayik bibû, di qonaxa xwendina piştî navendiyê de ji bo stran gotinê serdana radyo û televîziyona Mehabadê kiriye û piştre ji sala 1971ê weke karmendê fermî di vê dezgehê dest bi kar kiriye. Ji ber taybetmendiya karê xwe bi piraniya hunermendên Rojhilatê Kurdistanê re xebatên wî hene.

Cenazeyê wî hunermendê Kurd roja yekçemê (13ê Îlonê) bi beşdariya hevwelatî û hunermendên Mehabadî di beşa taybet bi hunermendên goristana bajarê Mehabadê de hate veşartin.

 

Wêne: Mihemed Danêş û Ezîz Şarox

dîtin: 605

Pêveker:

hunemrend mihemed danêş wefat kir