• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hunermend Beytocan: Ez pasaporta Kurdistanê dixwazim

Hunermend Beytocan: Ez pasaporta Kurdistanê dixwazim


barkirin: Êlûn 5, 2017, 2:39


Li gorî nûçeya BasNews'ê hunermendê kurd ê hezkirî Beytocan dixwaze beriya dengdayînê li herêma Kurdistanê be. 

Hat diyarkirin ku beriya niha Beytocan bi serok Barzanî re hevdîtinek pêk aniye. Beytocan ji serok Barzanî xwestiye ku pasaportekê bidê, lê mixabin wê demê ev daxwaz pêk nehatiye. Li ser vê yekê serok Barzanî soz dayê ku dê di demên bê de pasaportekê bidê. 

Beytocan wiha dibêje: ''Va ye ew roj hat. Ew roj roja 25'ê îlonê ya referandûma serxwebûna Kurdistanê ye. 

Li ser pirsa tu dixwazî di 25'ê îlonê de li wir bî? Beytocan wiha bersiv dide: ''Belê, ez bi dil û can dixwazim. Ev roj ji bo me rojeke dîrokî ye. Ez dixwazim beriya referandûmê li wir bim.'' 

Beytocan di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: ''Heke nasname û pasaporta we tune be, hûn ne tu tişt in. Tu kes we cidî nagire. Ji ber vê yekê jî referandûma serxwebûna Kurdistanê gelekî girîng e. Divê em beşdar bibin û dengê ''erê'' bidin.

 

dîtin: 104

Pêveker:

beytocan giştpirsiya referandûma serxwebûna kurdistanê