• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hunermend Mem Ararat: Di demên pêş de dixwazim romanê binivîsim... Min muzîk hilnebijart; muzîkê ez hilbijartim.       

Hunermend Mem Ararat: Di demên pêş de dixwazim romanê binivîsim... Min muzîk hilnebijart; muzîkê ez hilbijartim.       


nivîskar: Ferîd Mîtan
barkirin: Gelawêj 30, 2018, 5:06


 Hunermendê rewşenbîr Mem Ararat ku karîbû di civata hunermendên kurd de rengekî xweser û bilind ava bike, di hevpeyvîna ku Bûyerpressê pê re kiriye de, wiha kurteyekê ji jiyana xwe dibêje û xwe dide nasîn: "Ez di 17'ê îlona 1981'ê de li gundê Girkê Şêxê yê girêdayî Dêrika Çiyayê Mazî hatime dunyayê. Ji ber hin sedemên siyasî û pê re jî pirsgirêkên aborî, hêj zarok bûm, malbata min ji neçarî koçî rojavayê Tirkiyê kir. Ji ber vê yekê, min tenê dikarîbû çar salan dibistana seretayî bixwînim. Jixwe ew çar salên xwendinê jî li çar dibistanan derbas bûn; ji ber ku her çend mehan, malbata min ji neçarî koçî cihekî din dikir.

Pîştî 17 salan em li welat vegeriyan û ji wê çaxê û bi şûn de, li bajarê Qoserê dijîm. Çîroka min û muzîkê di temenekî gelekî biçûk de dest pê kiriye, lewma cara pêşîn kengî min dest bi gotina sitranan kiriye, nayê bîra min. Rast e min di 16 saliya xwe de dest bi sazbendiyê kiriye, lê destbiratiya min û  muzîkê çîrokeke kevintir e. Ji ber vê yekê ez tim dibêjim: Min muzîk hilnebijart; muzîkê ez hilbijartim. Zaroktiya min bi koçberiyê derbas bû. Di destpêka sala 2014'an de, bi albûma “Quling Ewr û Baran” rêwîtiya min a muzîkê ya profesyonelî dest pê kir. Rêwîtiya min bi albûma “Kurdîka” -ku di destpêka sala 2016 an de derçûbû- dom kir. Albûma min a sêyemîn jî ku bi navê "Xewna Bajarekî" ye, di 25'ê tîrmeha 2018'an de derket."

 

Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan

 

- Bi navê Rojnameya Bûyerpressê sipasiya cenabê te dikim ku te derfeta evê hevpeyvînê da me.

Zor sipas ji bo we jî, ji ber ku hûn ê dengê me bigihînin "Rojavayê Welat".

 

- Di biwara deng, gotin û awazan de, şopeke te ya xweser heye. Te çawa karîbû evê şopê vekî û evî rengê cihê ava bikî?

Zor sipas ji bo we. Jixwe hemî mirov taybet in û her mirovek xwedî rengekî cuda ye. Lê belê çerxeyên heyî, ji bo ku mirovan bikin yek reng û yek deng, bi hemî hêza xwe têdikoşin. Dibe ku ji bo wan, birêvebirina yek reng û yek dengî hêsantir be. Mixabin, piraniya caran bi ser jî dikevin. Li gorî min, dema ku mirov karibe bi baldarî li xwe û li derdora xwe guhdar bike, ew ê reng û dengê xwe binase û ji xwe re rêyekê veke. Çerxeyên perwerdehiyê yên vê serdemê mirovan basko dikin. Mixabin, mirovahî li ser mîrateke bixwîn rûniştiye. Dema ku mirov hêviya xwe bi keda xwe ve girê bide û destdirêjiyê li sermiyanê kesekî din neke, ew ê bikare li xwe hay bibe û her wiha dengê xwe bibihîze.  Fîlozofê Elmanî Nietzsche jî gotiye: "Mîratxurî, xetereyeke mezin e ji bo şexs." Lewma ya herî baş keda dest e. Tenê keda mirov dikare azadiya mirov bide wî/wê.

 

- Ji hunermendên kurdan, bandora kê li te bûye û herî zêde li kê guhdar dikî?

Ew kesên ku ji bo huner û muzîka kurdî ked dane, ez bejna xwe li ber hemûyan ditewînim. Ji ber ku tişta "xwebûna kurd" heta îro parastiye: zargotin e, helbest e, sitran e; bi gelemperî huner e. Çandên domînant, bi piranî hêza xwe ji pêşketinên hunerî disitînin. Lewma çanda kurdî jî çandeke domînant e. Jixwe eger ne wisa ba, çanda kurdî dê di bin ew qas zextên pişaftinê de biheliya û biçûya. Ji Hesen Zîrek heta bi denbêj Şakiro, Zahiro, Mihemed Şêxo û heta bi Mihemed Arif, Tehsîn Taha, Kerapêtê Xaço, Elî Merdan, Îsa Berwarî, Faris, Aram Tîgran, Siyabend, Hozan Serhed, Meyrem Xan, Hesen Cizîrî, Kawîs Axa, hunermendên radyoya Êrîvanê, Miradê Kinê, Dilgeş, Eyşe Şan, Koma Berxwedan, Koma Cûdî, Ayaz Yûsiv, Erdewan Zaxoyî, Nîzamettîn Arîç, Seîd Yûsiv, Koma Amed, Birader, Rotînda, Koma Dengê Azadî, Metîn Kemal Kahraman, Şahram Nazerî, Tara Jaff, Kamkaran, Mehmet Atli, Ciwan Haco, Xalit Tarî, Kerem Sevînç, Hîvron û hwd... Ev lîste dikare dirêjtir bibe, min li hemûyan guhdar kiriye û dikim.

 

- Bi behaneya moderniyê, di roja îroyîn de sitranin tên pêşkêşkirin ku bi yek carê ji kurdiyê şûştî ne. Hunereke nûjen û xwerû kurdî, çawa dikare bi dest bikeve?

Li gorî min, dema ku mirov bi dilgermî tevbigere -bi çi şêweyî bike bila bike- ew ê nikaribe hunera xwe ji nirxên xwe yên şexsî bişo. Lewma em jiyanê di xwebûna xwe re derbas dikin û fêrî jiyînê dibin. Her kes di paceya xwe re li dunyayê dinêre. Ew kesên kurd ên ku bi behaneya moderniyê giyanê sitranê şolî dikin, bê guman sedema wê ne modernî ye, dibe ku ew dixwazin bişibin hinên din. Yanî dibe ku ji xwe direvin. Jixwe ji ber vê yekê jî berhemên wisa dê bi kêrî tiştekî neyên. Lewma di hunerê de dilgermî (samîmîyet) pêwîst e. 

Li gorî min, hunermend kedkarên hest û wateyê ne. Helbet pêkan e ku mirov bi şêweyekî modern muzîka kurdî bike. Jixwe divê hunermend ji derfetên modern sûdê jî wergirin. Ji ber ku dunya tevlî şert û mercên xwe her diguhere û divê kurd jî xwe li gorî bipêşveçûnan ji nû ve  saz bikin. Heta mirov dikare vê jî bipirse: Gelo çima kurd pêşengtiya vê nekin? Tevlî kurdbûna xwe, mirov dikare pêşengtiya vê yekê bike helbet. Ev pêkan e. Lê belê divê mirov rêzê ji raborî û folklora xwe re jî bigire û qîmetekî nîşan bide. Divê ku rêbaza modern nebe navgîneke înkarkirina raboriyê.

 

- Zargotina kurdî di milê hunerî de gencîneyeke dewlemend û dagirtî ye. Dariştina hunereke nûjen ji hêmanên evê gencîneyê, ta çi astê pêkan e?

Li gorî min hunermendên kurd di vê mijarê de gelekî bişens in. Ji ber ku ev gencîne di binhişê me de giyanê me dewlemend dike û mixabin gelek caran haya me jî ji vê yekê çênabe. Her mirovek li ser bingehekê mezin dibe û dema ku diçe ser dilovaniya Xwedê tevlî wê bingehê dibe û ji bo nifşên nû dibe bingeh. Ev yek dikare "peyxam bide" ji bo tiştên nû û nûjen jî. Her wiha hunermend dikare vê gencîneyê li gorî demê, ji nû ve şîrove bikin. Li gorî min, encax bi vî awayî kurd dikarin raboriya xwe ji windabûnê xelas bikin. Ev yek bi taybetî jî ji bo kurdan pêwîst e; ji ber ku dema kurd vê xizneyê tevlî dema nû nekin, an ew ê bê jibîrkirin û winda bibe, yan jî ji hêla neteweyên din ve ew ê bê pişaftin û ji hêla dewletên serdest ve were şêlandin.

 

- Hunera te xwerû kurdî ye yan jî bêhneke biyan jê tê?

Mirov dişibe tevahiya erdnîgariyên ku tê de jiyaye, her wiha bandora hemî şert û merc û serdemên jiyanê lê bûye. Ew tişta ku em destên xwe didinê, ew axa ku em pê lê dikin, rengê xwe dide me û hinekî ji rengê me jî disitîne. Mirov ta radeyekê dişibe cînarên xwe jî. Giyanewer û bireser, reng didin hevûdin. Wekî encam; em hemû mirov in û em zindî ne. Mem Ararat, bê guman gelek rengên din jî di xwe de hildigire, lê helbet ew kurd e û bi vê yekê jî serbilind e.

 

 

Ez kurdekî bişens im, ji ber ku ez hêj xewnên xwe bi kurdî dibînim.

 

- Di axaftin û hevpeyvînê de, tu xwediyê kurdiyeke zelal û sipehî yî. Tu çawa hînî evê kurdiyê bûyî û hunermendekî ku sitranên xwe bi kurdî dibêje û bi zimanekî din diaxive, tu çawa lê dinihêrî?

Zor sipas ji bo we. Ziman wekî mirovan dijî; mezin dibe, diguhere û dema ku kesek pê neaxive, dimire jî. Li gorî min, divê mirov hinekî kedê bide zimanê xwe. Lewma ziman deriyê giyanê mirov e, pira di navbera mirovan de ye. Ew pira han çi qasî zexm û bedew be, ew qasî têkilî xweş û bedew dibe, her wiha vegotin û derbirîn jî ew qasî hêsan dibin. Xweziya min bi wan kesên ku qîmetê didin zimanê xwe û zimanê xwe pak û bedew dikin. Lewma heta mirov zimanê xwe yê dayîkê baş neaxive, nikare bi hêsanî fêrî zimanekî din jî bibe.

Li gorî min, dema ku mirov bi zimanekî sitran gotin, bi zimanekî helbest nivîsîn, divê wî zimanî baş bizane û pê biaxive. Ji ber ku li pişt her zimanekî, çand û dîrokek heye. Ger mirov nizanibe jî, divê fêr bibe. Ji ber ku berevajiyê vê yekê tê wateya ku mirov rêzê ji xebata xwe re nagire û tu hurmetê nade wan kesên ku hunera xwe pêşkêşî wan dike. Gelo ma dibe bijîşkek bi literatureya tenduristiyê nizanibe? Gelek kes hene ku bi eslê xwe kurd in lê belê ne muzîkjenên kurdan in, ji ber ku bi zimanên din muzîk çêkirine. Helbet mirov nikare wan kesan bi temamî mehkûm bike, ji ber ku kurd rastî pişaftineke gelekî tund hatine û di encamê de ev hilbijartineke şexsî ye jî. Lê belê dema mirov biryar da ku bi zimanekî hunerê bike, fêrbûna wî zimanî dibe peywira wî/wê. Li gorî min, ew kesên ku rêzê ji karê xwe re digirin, vê yekê pêk tînin.

Ez kurdekî bişens im, ji ber ku ez hêj xewnên xwe bi kurdî dibînim. Malbata min her bi kurdî diaxivî. Bavê min nedixwest em di nav malê de ji bilî kurdî bi tu zimanên din biaxivin. Jixwe dayîka min hêj jî bi tirkî nizane. Ez bi xwe jî li dibistanê fêrî tirkî bûm. Di warê ziman de, heta min karîbû, min xwe perwerde kir. Heta ji min hat, min ked da zimanê xwe. Helbet divê hêj jî baştir bixebitim. Ez gelekî ji kurdî hez dikim.

 

- Te tenê gotin û awazên xwe sitrane yan te gotinên helbestvanan jî bi awaz kirine?

Heta niha bi piranî gotin û muzîkên sitranan min bi xwe saz kirine. Lê ji bo demên bê, dibe ku ez li ser helbestên mirovên din jî bixebitim.

 

- Sitrana "Zana û Andok" baş deng veda. Dixwazim serpêhatî û çîroka evê sitranê bizanim.

Ew sitran der barê du ciwanên kurd de ye. Ew bûyer bo min birînek e. Jixwe birînên kurdan dişibin hev.

 

- Ji bo demên bê, çi projeyên te hene?

Pîştî derçûna vê albûmê (Xewna Bajarekî), em ê dest bi xebata albûmeke nû bikin. Dixwazim ji çar hêlên Kurdistanê sitranan bixwînim. Dixwazim albûmeke ku ji tevahiya welêt rengên xwe digire, saz bikim. Piştre em ê rêwîtiya xwe bidomînin. Di tûrikê me de hêj çend gotin hene, ger temen têrê bike, em ê bi dost û hevalên xwe re bi par ve bikin. Di demên pêş de ez dixwazim li ser helbestê jî bixebitim û ceribandin û romanê jî binivîsim. Çend fikir û projeyên me hene, bi hêvî me biçin serî.

 

Rojavayê welat ji bo min hêviyeke mezin e. 

 

- Di roja îroyîn de Mem Ararat li Rojavayê Kurdistanê sitêreke geş e. Tu ji guhdar û evîndarên xwe yên Rojavayê re çi dibêjî?

Zor sipas ji bo Rojavayê Kurdistanê. Bê guman dil "miqabilê" dil e. Ez silav û hezkirinên xwe ji hemû dost û hevalan re dişînim. Ez ê hewl bidim ku vê hezkirinê heq bikim. Rojavayê welat ji bo min hêviyeke mezin e. Wekî kurdekî, yek ji xwestekên min ên herî mezin ev e: Kurd li çar hêlên welat azad bijîn.

 

- Di rojên pêş de tu seredana Rojavayê Kurdistanê nakî, eger erê be, kengê?

Xeyaleke min heye ku bikarim li çar hêlên welat, ez û dostên xwe sitranên xwe bi hev re bibêjin. Xwezî bi wê rojê ku em karibin li Qamişloyê, li Kobanê û li Efrînê; li Mahabad, Ûrmiye û Kirmanşanê; li Hewlêr û Silêmaniyê û li her çar hêlên welat sitranên xwe bixwînin. Ez bi hêvî me ku berî mirinekê ev derfet çêbibe. Heger ev yek pêk neyê û ez bimirim, çavên min dê vekirî biçin.

 

Rojava ne tenê ya rojavayiyan e; çavên hemû kurdan li Rojavayê ye.

 

- Li gorî nêzîkbûn û şopandina te, tu tevgera hunerê li Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînî?

Mixabin tenê bi rêya kenalên televîzyonê em dikarin bişopînin. Ji ber ku li rojavayê welat şerek li dar e. Ez bawer im bernameyên hunerî hinekî kêm in. Ez bi wê hêviyê me ku êdî kurd karibin akademiyên beşên hunerê ava bikin û vî karî bi awayekî profesyonelî bigirin dest. Ji ber ku êdî ew derfet û delîve çêbûne. Li Bakur, mixabin, bêhêvîtiyek heye û çavên bakuriyan li Rojavayê ye. Rojava ne tenê ya rojavayiyan e; çavên hemû kurdan li Rojavayê ye.

 

Bi yek hevokê:

- Bi rêya hunera xwe, dixwazî çi peyamê bigihînî?

Hezkirin û azadî baş in; sipartin û nefret ne baş in.

- Herî zêde ji çi hez dikî?

Ji jiyanê.

- Herî zêde ji çi aciz î?

Sipartin û desthilatdarî.

- Nirxê herî pîroz çi bo te çi ye?

Mafê jiyanê, bi serbilindî.

- Eger di dunyayê de her tişt ji destên te bihatana, te yê herî pêşî çi bikira?

Xwezî bi wê cîhana ku kesek nebe desthilatdar û mehkûmê kesekî.

- Di jiyana xwe ya hunerî de, tu li çi poşman bûyî?

Poşmaniyeke min a mezin tuneye.

- Qehremanê te kî ye?

Schopenhauer,Herakleîtos, Nietzsche,Montaigne, Kafka, Camûs, Sartre, Baudrillard, Omer Xeyyam, Evdila Pêşew, Arjen Arî, Stendal, Dostoyevskî...

- Careke din sipas dikim.

Zor sipas bo we jî. Ji hemû dost û hevalan re silav û rêz.

 

 

Ev hevpeyvîn di rojnameya Bûyerpress, hejmara 83′yan de hatiye weşandin. 2018.08.15

  

 

dîtin: 167

Pêveker:

mem ararat hevpeyvîn ferîd mîtan