• Têketin
  • Ziman
Îran di çirkesatên dawiyê de

Îran di çirkesatên dawiyê de


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Pûşper 3, 2018, 10:59


Birîtanya, damezrînera Rojhilata navîn û nexşesazê geopolîtîka vê deverê, çawa li hember parastina berjewendiyên xwe yên kevndem de, di sala 2003’an de destûr da Amerîkayê ku Îraqê birûxîne.
niha jî li hember parastina berjewendiyên xwe yên kevndem de, destûr daye Amerîkayê ku wiha jî bîne ser Îranê.
loma eger em bala xwe bidin, dibînin ku Erdoxan jî zû bi zû xwe avête hembêza Birîtanyayê û (ez xulamî)ya xwe gihande wir.
şayet Îran bo paşxistina vê lêdanê şerekî mezin biqewimîne yan jî her rêyekî cudatir, lê taze dem ji dem çûye û Amerîka plaka xwe wergirtiye.
Anatolia jî di bin rewşekî giran a aboriyê de derbaz dibe, heger xwe ji Birîtanyayê nêzîk neke û rêça ez xulam peyrew neke yan jî bi zimanê siyasî gelek şert û mercan qebûl neke, wê di bin vê barê giran de derneyê û rastî tengasiyên herî mezin a aborî û siyasî jî bê. Li aliyekî din Arebistan jî weke bingeheka leşkerî û esmanî ya cengî teyar û amade ye, bi Amerîka û Îsraîl û welatên hevpeymaniyê re, di nav ew rewşa hestyar û nediyar de pêwîste Kurd li her çar alî xwe amade bikin bo hendek guhertin bi taybet li Rojhilata Kurdistanê, bila partiyên Kurdî xwe amade bikin bo guhertineke nû ku li Rojhilata Kurdistanê wê rûbidin. Şayet hendek partî û tevger hebin bo semerkirina armancên xwe di bin her navekî de be bibin astengî li hember mafê siyasî yên Kurd li Rojhilata Kurdistanê, lê pêwîst e partî û siyasiyên Kurd ji vê yekê hişyaryir û baldartir bin. 

.

Qandîl Şeyxbixînî 

dîtin: 223

Pêveker:

Îran di çirkesatên dawiyê de