• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îran hewl dide Kurdên Şebek bike wek Hizbullah

Îran hewl dide Kurdên Şebek bike wek Hizbullah


barkirin: Rezber 23, 2013, 10:51


Komara Îslamî ya Îranê hewl dide  bi rêya peywendiyên xwe wek qeraxa başûrê Lubnanê, navçeyekê ji Kurdên Şebek re çêbike. Ji bo vê mebestê konsolê Îranê ligel kesayetiyên Şebek civiya û kesayetiyekî Şebek jî eşkere kir ku Îran ji bo armancên xwe yên taybet hevkariya Şebekan dike.

Li gor nûçeya Şiwan Berzencî ya Bas Newsê di derbarê vê mijarê de çavkaniyekê ji kesayetiyên Şebek ji BasNewsê re ragehandiye ku di çend rojên borî de konsolê Îranê yê Herêma Kurdistanê ligel hejmarek kesayetiyên Şebek civiya û got: ‘’Konsolê Îranê di wê civênê de ji mere got Îran piştgiriya Şebekan dike ku nêzîkê Îranê ne daku li deşta Mûsilê wek Zehya başûrê Lubnanê bin û Îran jî amade ye hevkariyê bike.’‘

Heman çavkaniyê eşkere kir ku konsolê Îranê ji kesayetiyên Şebek re gotiye; xwe wek Hizbullaha Îranê xwe bihêz bikin û Îran jî hevkariya we dike. Ev hewldana Îranê di demekê de ye ku Mesîhî deşta Mûsilê wek navçe û pêgeha xwe dibînin.

Piraniya Kurdên Şebek li navçeyên Bertele, Başîqe, Qerequş û Nemrûd ên parêzgeha Mûsilê dijîn û çend partî û tevgerên wan hene, beşek ji wa jî xwe nêzîkê Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî dibînin.

Derheqa mijarê de yek ji wan kesayetiyan, Samî Şebek ji BasNewsê re piştrast kir ku konsulê Îranê ligel kesayetiyên Şebek civiya ye û got: ‘’Di civîna konsulê Îranê û kesayetiyên Şebek de axaftin li ser rewşa giştî ya İraqê hat kirin, behsa wê yekê nehatiye kirin ku Îran hevkariyeke taybet a Şebekan bike, ez bi xwe di civînê de bûm.’‘

Samî Şebek da zanîn ku Îran dixwaze di nav Şebekan de hêzekê ji bo xwe peyda bike û wiha axifî: ‘’Dixwaze di nav civaka Kurdistanî de hinek pêkhateyan bi aliyê xwe de bikşîne û ji bo vêna jî kar li ser Şebekan dike, wek mînak di nav Feylî û Şebekên şî’e de ev hewldana wê serkeftî bûye. Ji wextê rejîma Baasê hatiye rûxandin û heta niha Îran kar li ser wê yekê dike daku Şebekan ber bi xwe de bikşîne û armanceke wê ya taybet heye bê guman.’‘

Şêwirmendê Encûmena Şebekan Mela Salim Şebek jî li ser heman babetî ji BasNewsê re got: ‘’Haya min ji civîneke wiha nîne û nikarim di vê derbarê de tu daxwiyaniyan bidim.’‘

Bas News

dîtin: 176

Pêveker:

Îran hewl dide kurdên Şebek bike wek hizbullah