• Têketin
  • Ziman
Îran ji Qendîlê daxwaza berdewamkirina şer dike

Îran ji Qendîlê daxwaza berdewamkirina şer dike


barkirin: Rezber 15, 2013, 2:58


Berpirsê îstixbarata Îranê Qasim Silêmanî 6 car digel berpirsên PKK li Qendîlê hevdîtin pêkanî û ji wan xwest ku agirbesta xwe ya bi Tirkiyê xira bikin ku ew jî piştgiriyê bidin herêma xweser ya Rojavayê Kurdistanê.

Hate gotin ku dewleta Îranê jib o agirbestê bidawî bike digel berpirsên PKK li Qendîlê hevdîtinan pêk tine. Li gor nûçeya rojnameya Yenî Şafak ya Tirkî dewleta Îranê ji berpirsên PKK xwestiye ku agirbesta xwe ya bi Tirkiyê re bidawî bikin û di berdêla wê de jî ew dê piştgiriya xeseriya herêma Rojavaya xweser bikin. Nûçe dibêje ji sere sale heta niha bi nave dewleta Îranê organîzatorê karên derve yê Îranê, berpirsê îstîxbaratê û fermandarê artêşa Qudûsê Qasim Silêman 6 caran hevdîtin bi berpirsên PKK’ê re pêkanî.

Nûçe dibêje îstîxbarata Îranê digel berpirsên Tevgera Goran jî hevdîtin pêkaniye û ji Noşîrwan Mistefa xwestiye ku dema li parlamena herêmê dest bi kar kirin yekser daxwaz bikin ku leşkerên Tirkiyê yên li herêma Kurdistanê bihêne derxistin. Îstixbarata Îranê gotiye heger hûn wesa bikin dê rêvebiriya Bexdayê piştgiriya pêşniyazên we bike. Her weha dê Kurd jî piştgiriyê bidin we.

Nûçe dibêje Qasim Silêman ji berpirsên PKK’ê re gotiye artêşa Tirk di sala 2008 de operasyona Zapê pêkanî û we 7 rojan liberxwe da û artêşa Tirk têkbir. Wê demê jî xwestin ji herêma Kurdistanê re êrîşê we bikin. Dê hebûna artêşa Tirk ya li herêmê ji bo we bibe pirsgirêk. Jixwe dewleta Tirk maweya tezkereya destwerdana herêma Kurdistanê dirêj kir. Wesa diyare ku dê yekîneyên xwe zêde bike ku dema dahatû de xetên petrolê bixe bin kontrola xwe.

Nûçe diyar dike ku berpirsê îstixbaratê Silêmanî gotiye Îranê li herêma Kurdistanê nûnerî daniye û her weha xwe amade dike di havîna sala 2014 de bi destûra hikûmeta Şamê, yekem welat be li bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê nûnertiya xwe vebike.

 

dîtin: 379

Pêveker:

Îran ji qendîlê daxwaza berdewamkirina şer dike