• Têketin
  • Ziman
Îran li Rojava ofîsa nûnertiya xwe vedike

Îran li Rojava ofîsa nûnertiya xwe vedike


barkirin: Rezber 5, 2013, 5:14


Komara Îslamî ya Îranê li Rojavay3e Kurdistanê nûnertiya xwe vedike. Her weha pêngavên xwe nîzîkkirina Kurdan davêje. Di vê çarçoveyê de ji bo bajarê Ûrmiy3e parêzgarek Kurd hate destnîşan kirin.

Ji sala1979’ê heta niha li Îranê tenê Şîe dikarin bibin parêzgarê bajaran. Serokomarê nû yê Îranê Hesen Rûhanî ev kevneşopî xera kir û ji bo bajarê Ûrmiyê parêzgarek Kurd diyar kir. Her weha hate gotin ku dê Îran li Rojavayê Kurdistanê jî ofîsa nûnertiyê veke.

Li gor nûçeya rojnameya Taraf ya Tirkiyê Rûhanî ji bo bajarê Ûrmiyê parêzgarek (walî) Kurd yê bi navê Ferîdûn Hîmmetî, diyar kiriye. Dê parêzgarê nû yê Kurd yê Îranê hefteya pêşiya me dest bi wezîfeya xwe bike. Bi vê awayê ew kevneşopiya ku tenê yên Şie dikarin bibin parêzgar jî bi reformekê ji holê rakiriye.  Li gor nûçeyê Îran vê guhertinê ji ber rewşa Kurdên li Tirkiyê, Îraq û Suriyê ya niha, pêwîstî dibîne û ji bo rêveberiyên herîmî kesên Kurd diyar dike.

Li gor nûçeya Tarafê ÎRan li bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ofîsa nûnertiya xwe jî vedike. Di meha Tebaxê de serokê PYD Salih Muslim vexwendibûnbe Tehranê. Piştî vê bi destûra wezareta karên derve yê Îranê şandeyek hinartine Rojavayê Kurdistanê û li wir lêkolîn encam dane. Vê şandeyê raportek amade kiriye û diyar kiriye ku divê li Suriyê rasterast pêwendî li gel Kurdan jî bihête danan û ji bo vekirina nûnertiyek taybet hatiye pêşniyar kirin. Li gor agehiyan dê Îran di Çileya 2014 de li Qamişlo ofîsa nûnertiya xwe veke.

 

dîtin: 378

Pêveker:

Îran li rojava ofîsa nûnertiya xwe vedike