• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îraqê rêya hewayî ta Tirkiyê qedexe kir

Îraqê rêya hewayî ta Tirkiyê qedexe kir


barkirin: Gelarêzan 30, 2013, 4:41


Li dû peymanên transfer û firotina petrola Kurdan ên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê, hat îdîakirin ku rêveberiya navendî ya Iraqê qada hewayî ya Herêma Kurdistanê li balafirên Tirk girtiye.

Tê gotin, peymanên li ser trasfer û firotina petrolaHerêma Kurdistanê ya di dema serdana Serokwezîrê Herêma Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ya li Tirkiyê hat morkirin, rêveberiya Navendî ya Iraqê nerazîbûn nîşan daye.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Rêveberiya Navendî ya Bexdayê piştî peymanê qada hewayî ya Başûrê Kurdistanê li balafirên taybet ên ji Tirkiyê tên, girtiye. Çavkaniyên Tirk diyar kirin ku agahiya mijara gotinê gihaştine Enqereyê û ji bo piştrastkirina vê ji Teşkîlata Hewayî ya Sivîl a Iraqê hatiye pirsîn. Hat ragihandin ku Teşkîlata Hewayî ya Sivîl a Iraqê hînê bersiv nedaye.

dîtin: 173

Pêveker:

Îraqê rêya hewayî ta tirkiyê qedexe kir