• Têketin
  • Ziman
Îro 29. salvegera wefata navdarê kurd Cegerxwîn e

Îro 29. salvegera wefata navdarê kurd Cegerxwîn e


barkirin: Rezber 22, 2013, 10:55


Îro 29. salvegera wefata navdarê kurd Cegerxwîn e

Helbestvan û nivîskar û zanayê navdarê kurd Cegerxwîn di rojeke mîna îro (22ê Cotmeha 1984) de li xerîbiyê û li Stockholma paytexta Swêdê çû ser rehma xudê.

Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz di sala 1903’an de li gundê Hesarê yê navçeya Kercosa Batmanê li Bakûrê Kurdistanê hatiye cîhanê

Di sala 1918’an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê serê xwe danî û çû ser heqiya xwe.

Di sala 1919’an de li gundê Bêdir Memo diya wî Eyşan ya heftê salî jî serê xwe danî û çû ser heqiya xwe. Cegerxwîn pêlakê li cem xuşk û birayê xwe maye.

Jiyan û xebata li Rojavayê Kurdistanê

Di sala 1920’an de çûye xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Kurdistana Sûriyê, Îraq û Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewşa gelê Kurdistanê baş nas kiriye.

Di sala 1927’an de keça xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicî dibin.

Di sala 1928’an de xwendina xwe qedand û îcaza xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda Jorî û di wê salê de dîwana xwe ya pêşîn nivîsiye, ev dîwan winda bibû lê niha hatiye dîtin.

Di sala 1936’an de, Cegerxwîn bi çend malên gundiyan ve du gund avakirin: Çêlek û Cehenem.

Di sala 1937-1938’an de, Cegerxwîn û hevalên xwe komeleyek li bajarê Amûdê ji xortên kurd re vekirin û komela wan gellekî berepês çû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan û dijminê miletê kurd firansizan ew komele girt.

Di sala 1946’an de Cegerxwîn mala xwe ji gund guhaztiye bajarê Qamişlo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr. Ehmed Nafiz bû serok û Cegerxwîn jî bû sekreterê civatê.

Di sala 1948’an de Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komunîst a Sûryê.

Di sala 1949’an de cara yekem bû ko Cegerxwîn hatiye girtin.

Di sala 1950’yî de Cegerxwîn dikeve nav Civata Aştîxwazên Sûryê û kar dike.

Di sala 1954’an de Cegerxwîn ji hêla komonîstan ve bû namzadê perlemana Sûriyê.

Di sala 1957’an de Cegerxwîn ji komonîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazdikin û piştî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe fesix dikin û bi Partiya Dîmokratî Kurdî re dibin yek.

Di sala 1959’an de Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexdayê beşê kurdî.

Di sala 1962’yan de hikûmeta Îraqê Cegerxwîn dersînor dike û ew û zarokên xwe vedigerin Sûryê, Cegerxwîn tê girtin û piştî pêlakê tê berdan.

Di sala 1963’yan de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezê li bajarê Şamê, lê piştî ku tê berdan wî nefî (Sirgûn) dikin û dişînin bajarê Siweyda nav Durziyan, lê piştî pêlake ne dirêj tê berdan û vedigere bajarê Qamisloyê.

Di sala 1969’an de Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê nav şoreşa kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne.

Di sala 1970ê de Cegerxwîn ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûryê.

Di sala 1973’yan de Cegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya sisyan “Kîme Ez?” û çîroka “Salar û Mîdya” li wir çap dike.

Di sala 1976’an de Cegerxwîn vedigere Sûriyê û heta sala 1979an li wir dimîne.

Di sala 1979’an de Cegerxwîn ji Sûriyê direve û diçe Swêdê û pênc salên xwe yên dawî li wir derbas dike.

Di 22’ê Cotmeha sala 1984’an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser heqiya xwe.

Cegerxwîn di hewşa xaniyê xwe de li bajarê Qamisloyê hatiye definkirin.

Zarokên wî yên ku li dû xwe hiştine du kur û çar keç in: Keyo, Azad, Gulperî, Rojîn, Beniye, Selam. Neviyên wî 26 kes in.

Seydayê Cegerxwîn gelek pirtûk û helbest li pey xwe hîştine. Navên berehmên çapkirî yên Cegerxwîn wiha ne:

Berhemên Cigerxwîn ên çapkirî evin:

1- Dîwana yekem- 1941 Şam

2- Cîn û Gulperî- Çîroka yekem 1948 Şam

3- Dîwana duyem Sewra Azdî 1954 Şam

4- Reşoyê Darê, çîroka duwem 1956 Şam

5- Gotinên pêşiyan 1957 Şam

6- Destûra zimanê kurdî 1961 Bexda

7- Ferheng, beşê yekem 1962 Bexda

8- Fereheng beşê duwem 1962 Bexda

9- Dîwana siyem Kî me Ez? 1973 Beyrûd

10- Salar û Mîdya 1973 Beyrûd

11- Dîwana çara: Ronak 1980 Stokholom

12- Dîwan pênca: Zend Avesta 1981 Stokholom

13- Dîwana şeşa: Şefeq 1982 Stokholom

14- Dîwana hefta:Hêvî 1983 Stokholom

15- Dîwan heşta: Aşitî 1985 Stokholom

16- Tarîxa Kurdistan I 1987 Stokholom

17- Tarîxa Kurdistan II 1987 Stokholom

18- Folklora kurdî 1988 Stokholom

19- Jînenêgeriya min 1995 Stokholom

20- Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanê 1995 Stokholom
dîtin: 420

Pêveker:

Îro 29 salvegera wefata navdarê kurd cegerxwîn e