• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îro roja jidaiykbûna Mele Mistefa Barzanî ye

Îro roja jidaiykbûna Mele Mistefa Barzanî ye


barkirin: Adar 14, 2014, 9:16


Îro roja jidayikbûna serokê nemir û efsanewî yê gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî ye.  Di dîroka gelê Kurd de cih û rola Serokê nemir Mele Mistefa Barzanî berçave. Ew yek jê serokê herî mezin yê serhildana Kurdan ya sedsala 21’e. Lewma jî weke bavê Kurdan tê nas kirin û bûye weke nirxekê netewyî.

Piştî têkçûna serhildana Şêx Mehmudê Berzincî, nemir Mele Mistefa Barzanî serkêşiya xebat û şoreşa Kurdistanê berdewam kir. Tekoşîna wî bû ronahî ji bo tevahî tevger û partî û rêxistinên din yên Kurdistanê. Bi boneya roja jidayikbûna wî me jî bi kurtahî biyografiya jiyana wî amade kir:

Mistefa Barzanî di 14 Adara sala 1903 an de li gundê Barzana serbi Behdînanê ya Başûrê Kurdistanê çavên xwe ji ronahiya jiyanê re vekir. Beriya ku ew ji daiyk bibe çend mehan, bavê wî Şêx Mihemed wefat dike.  Jiyan û serpêhatiya nemir Mele Mistefa Barzanî di nava agirê tekoşîn û şoreşa gelê Kurd de teşe girt.

Dema Şêx Ebdulselamê mamê wî  di sala 1907an de li herêmê li hember Osmaniyan serhildanê destpê dike ew hîna 3 salî ye. Serhildan tenê du mehan berdewam dike û encam de Osmanî serîhildanê têkdibin. Di vê demê de Mele Mistefa di 3 saliya xwe de bi tevê dayika xwe ve dixin girtîgeha Mûsilê. Piştî ji zindanê derdikevin malbat diçe Rojhilatê Kurdistanê û li herêma Mirgevera Rojhilatê Kurdistanê dimînin. Şêx Ebdulselamê Barzanî di saa 1914 an de ji aliyê Osmaniyan ve li bajarê Mûsilê tê darvekirin. Birayê wî Şêx Ehmed dibe rêberê herêma Barzan û eşîretên Barzanî. Mele Mistefa di nava îsyan û serhildanên destpêka sedsalê de rastiya gelê xwe nas dike û ji ber pêwîstiya tekoşînê erkên dikeve ser milên wî pêk tîne.

Di sala 1919’an Mele Mistefa li ser biryara birayê xwe Şêx Ehmedê Barzanî weke fermandarekî şervan û şareza, bi hêza xwe ve ji bo hevkariya xebatkarên şoreşa Şêx Mehmudê Berzincî xwe gehand herêma Silêmaniyê. Lê mixabin berî ku ew bigehin wê derê şoreşa Şêx Mehmudê Berzencî bi hevkariya hêzên İnglîz û hinek eşîretên xwefiroş, şikest dixwe û Şêx Mehmudê Berzencî jî bi dîl ji Kurdistanê tê dûr xistin.

Nemir Mistefa Barzanî di navbera salên 1920 û 1921an de bi hinek siwaran re xwe digehîne Bakurê Kurdistanê ji bo hawar û rizgarkirina Endranîk Paşayê Ermenî û bi vî karê xwe sedan kesên Ermenî ji kuştina şovenîstên Tirk rizgar dike. Ew Entranîk, malbata wî û gelek feqîr û hejarên Ermenî ji riya bajarê Zaxo ber bi welatê Suriyê bi rêdike.

Yekemîn serhildan û şoreşa Barzan di roja 9 ê Sibata sala 1931an de bi beşdarbûna 80 şervanên Kurd di bin serokatiya Mistefa Barzanî de di şerekî bi navê Berqî Begê li dijî artêşa Îraqê destpêkir. Di vî şerê ku piştre di domandina qedera siyasiya Kurdên başûrê Kurdistanê de rolekî girîng lîst, hêzên artêşa Îraqê bi giranî li hemberî şervanên Kurd şikeste xwarin û xisarek canî û maddî ya zêde bi dewleta Îraqê ket.

Lê şerê herî mezin ku nemir Mistefa Barzanî hertim di jiyana xwe de bi serbilindî û şanazî behs li ser kiriye, şerê Dole Vajî an jî Dola Vajiya ye ku di rojên 3 û 4ê Sibata sala 1931’an de li hemberî artêşa Îraqê qewimî. Piştî vî şerî ku di her derê de deng veda, navûdengê Mistefa Barzanî weke rêber û serleşkerekî jêhatî derket û karî di nava hemû Kurdan de hêzek manewî ya bilind biafirîne.

Di bihara sala 1932 an artêşa Îraqê bi hevkarî û piştgîriya hêza esmanî û leşkerî ya dewleta Birîtanya, êrişek giran bir ser herêma Barzan. Gundê Barzan ku wek navendeke rêberatiya şoreşa Kurdan dihat naskirin, bi giranî hat bombarankirin û herçend Barzaniyan bi mêranî berxwedan kirin û di destpêkê de hinek serkeftin bi dest xistin lê nekarîn li hemberî hêza pirçek û cebilxane û firokên şer yên Inglîzan, li berxwebidin. Piştî vê bûyerê Şêx Ehmed û malbatên Barzaniyan neçar man di havîna sala 1932’an de derbasî Bakurê Kurdistanê bibin. Lê bihara sala 1933’an dewleta Tirkiyê Şêx Ehmedê Barzanî ku wê demê rêberê siyasî û oliyê tevgerê bû, bi çend şervanên wî ve ji Tirkiyê teslîmî dewleta Îraqê kirin.

Ji vê tarîxê û pêde di dîroka serhildana Barzaniyan de rûpelê dûrketin û derbideriyê vedibe û jiyanek tejî êş û bûyer di nava Kurdên başûrê Kurdistanê de dest pêdike. Dema ku Mistefa Barzanî ev bêbextiya dewleta Tirkiyê dît, ji wir ber bi çiyayên Kurdistanê çû û xwe teslîmî dewleta Îraqê nekir. Lê li ser daxwaza Şêx Ehmed, Mistefa Barzanî jî xwe gehand cem birayê xwe (Şêx Ehmed) yê ku di girtîgeha bajarê Mûsilê de bû. Mistefa Barzanî herçend dizanî ku jiyanek tal û nexweş li benda wî ye lê ji ber tewazi û zagunên malbatî, bi kêfxweşî jiyana girtîgehê ji xwe re hilbijart.

Di sala 1932’an di çaxê jiyana êxsîrî û dîlketita Barzaniyan de, dewleta Îraqê bi rênmuniya Birîtaniyan, Şêx Ehmed, Mistefa Barzanî û malbatên Barzaniyan berê şandin bajarê Mûsilê û piştre di sala 1936an de ber bi Bexdayê û piştre jî bo Nasirye, Kifrî û Pirdê(Alton Koprî) û di dawiyê de jî bo Silêmaniyê sirgun kirin.

Di dawiya bihara sala 1936’an Mistefa Barzanî ji bo gotûbêjên dîplomatîk bo bajarê Mûsilê hat vexwîndin, lê berpirsyarên dewleta Îraqê li wir Barzanî girtin û bi kiryareke dûrî exlaqê mirovanetiyê waliyê Musilê yê wê çaxê xwest ku bi dayîna jehrê, wî ji holê rake, lê Mistefa Barzanî piştî du hefteyan ku ketibû halê bêhişyê, ji mirinê rizgar bû.

Sala 1943’an partiya Hîwa bi serokatiya Refîq Hilmî xebatek nihînî û bi disîplîn di bajarên Îraq û Kurdistanê dane destpêkirin. Berpirsyarên partiya Hîwa ji bo berfirehkirina kar û xebata xwe ya siyasî û leşkerî ku bikarîbin ji hêza serleşkerekî şareza mîna Mistefa Barzanî û şervanên wî mifayê wergirin di 12’ê Tîrmeha Sala 1943’an de, Mistefa Barzanî û malbata wî, ji bajarê Silêmaniyê derbasî bajarê Şinoyê li Rojhilatê Kurdistanê kirin. Di wan mercên nazik û hessas de vegera Mistefa Barzanî ya ber bi Kurdistanê tirs û xofek mezin xiste dilê karbidestên her du dewletên Îran û Îraqê. Ji bona wê jî herdu dewletan her yekî bi qasî 50.000 dînaran ji bo kuştin an jî anîna serê Barzanî dan diyarkirin.

Mele Mistefa Barzanî bi tevê 2 hezar şervanên xwe bi awayekî nihînî ji Rojhilatê Kurdistanê vegerî cihwarê bav û kalên xwe Barzan. Bi vî rengî Mistefa Barzanî serhildana xwe ya duwem di Tîrmeha sala 1943an de da destpêkirin û şoreşa Barzan ya duyemîn jî heya bihara sala 1945 an berdewam bû.

Di 15 Cileya sal 1945’an de encûmena Azadiyê hat pêkanîn. Desthilatdariya Îraqê li derfetekê digeriya ku hêza xwe tekûz û berfireh bike û bi derbeyeke yekcarî şoreşa Barzanî têkbişkîne, lê Kurdan jî baweriya xwe bi desthilatdariya Ereban nedianîn. Bi vî awayî zemîneya şerekî din di navbera herdu aliyan de hat duristkirin. Gotûbêja di navbera herdu aliyan de negehişt ti encamekê û bi şerê 25’ê. Tebaxa 1945an hevdîtinên dualî bi dawî hatin. Di bin serokatiya Mele Mistefa de çend şer û çalakiyên din ên dijwar li dijî artêşa Îraqê pêk hatin. Mele Mistefa êdîji bo hemû Kurdan bibû serokek efsanewî.

Piştî şerê bi navê Meydane Morikê dewleta Îraqê bi hevkariya hêza esmaniya Birîtanya ku ji bo berjewendiyên xwe yên aborî hemû yasa û qanûnên mirovanetiyê binpê dikirin, karîn Barzaniyan tûşî şikestê bikin. Şêx Ehmed û Mistefa Barzanî neçar man ku herin Rojhilatê bi biryarek nû di 11’ê Cotmaha sala 1945an de bi armanca hevkariya komara Demokratîka Kurdistan bi hejmarek mezin xwe gehandine Rojhelatê Kurdistanê. Ji vê şûnde malbatên Barzaniyan li herêmên Mirgewer, Tirgewer, Şino, Nexede û Mihabad hatin bi cîhwar kirin.

Di çaxê desthilatdariya komara demokratîka Kurdistanê de hêzên Barzanî di parastina dewleta Kurdî de bi hemû rengan hevkarî dikirin û di çaxê komarê de bi du şerên Qarawa li herêma Seqiz û şerê Milqerenî xisarek mezin li hêzên Îranî dan.

Di çaxê komara demokratîk a Kurdistanê de Barzanî  rolekî mezin di parastina dewleta Kurdan de lîstiye. Li ser vî esasî jî sê mehan piştî ragehandin û îlankirina komara Kurdistan, Mistefa Barzanî bû General Barzanî û mîna serleşker û berpirsyarekî hêza artêşê û sê tîpan bi serokatiya her sê efserên başûrê Kurdistanê Bekir Ebdulkerîm, Mistefa Xoşnav, Mîrhac û Reîs Izzet di bin berpirsyariya wî de bûn.

Salekê piştî damezrandina Partî Demokratî Kurdistan ( piştre Partî Demokratî Kurdistanî Îran) piştî şiwra ku bi Pêşewayê şehîd Qazî Mihemed û karbidestên komara demokratîka Kurdistanê re hatkirin, di 16ê Augusta sala 1946an (16.08. 1946) de Partî Demokratî Kurdistanî Îraq jî di bin serokatiya General Mistefa Barzanî de ji bo bizava Kurdên başûrê Kurdistanê hat damezrandin.

Piştî ku di dawiya sala 1947an de komara demokratîka Kurdistan têkçû, Mistefa Barzanî bi hişyarbûnek zêde xebitî ku li hemberî dewleta Îranê berxwedanê bike û bê zerer û ziyan ber bi sinorên Kurdistana başûr û bakur hereket bike.

Di 31ê Adara sala 1947’an de dema ku Mistefa Barzanî û şervanên wî pêhesiyan ku Pêşewa Qazî Mihemed hat îdamkirin, xemgînî û bêdengiyek mezin ket nava wan.

Di 15 Nisana sala 1945 an de Mistefa Barzanî meşa xwe ya dîrokî di 6 Gulana 1947an de ber bi Yekîtiya Sovyetê, da destpêkirin. Lê meşa wan ya xwe rizgarkirinê bi dijwariyên gelek mezin rûbirû bû. Di 3ê Nisana sala 1947an de di navbera hêzên Barzanî û artêşa Îranê û caşên ku hevkariya dewleta Îranê dikirin, şerê Nêrgi an jî Berezer (li Mirgewer) çêbû ku Mistefa Barzanî bi xwe jî di vî şerî de bi sivikî birîndar bû. Di 18ê Hezîrana sala 1947an de Mistefa Barzanî piştî 51 rojan meşa xwe ya dijwar, şervanê herî dawiyê ji 502 şervanên hêza xwe bû ku ji rûbarê Erezê derbasî nava axa Sovyetistanê bû.

Di 29ê Septambira sala 1947an de General Mistefa Barzanî û çend kesên derdora wî bi destûra dewleta Sovyestistanê piştî 40 rojan ji bajarê Nexcewanê ber bi Bako paytextê komara Azerbayicanê hatin veguhastin.

Di 19 ê Çileya sala 1948an de di konfiransa gistiya ku ji aliyê Yektiya Sovyetê ve ji bo karê Kurdayetî yê penaberên başûr û rojhilatê Kurdistanê hatibû lidarxistin, Mistefa Barzanî wek berpirsyarê giştiyê vê xebata hevpara Kurdên her du parên Kurdistanê, hat hilbijartin.

Baqirof (Serokkomarê wê demê yê komara Azerbayicanê) ji destpêka hatina hêzên Barzaniyan bi helwestek şovenîstî dan û standin bi wan re dikirin. Xuyabû ku ew jî di bin teisîra desthilatdarên komara Tirkiyê de mabû ku hebûna netewa Kurd înkar dikirin û Kurdistana bakur di wan salan de di bin siya esmanekî reş û bi doman de mabû. Çimkî hebûna Kurdên komara Azerbayicanê jî ku bi hejmara xwe ji Kurdên komara Ermenistanê zêdetir jî bûn, ji aliyê desthilatdarên komara Azebayicanê ve dihat înkar kirin.

Li ser helwesta nifşparêziya Baqirof di 29. Augusta 1948an de Barzanî û hevalên wî ji bajarê Bako ber bi Taşkend (paytextê komara Ozbekistanê) hatin veguhastin û li nêzî wî bajarî hatin bi cîhwar kirin.

Di 13ê Adara 1949an de bi pîlan û komployên Baqirof û bi destûra berpirsyarên para parastina Yekîtiya Sovyetistanê M. Barzanî ji hevalên wî cuda kirin û li herêma derya Oral bi awayekî desteser(dest bi ser) û di bin çavdêriya tund û tîj de, demeke dirêj jiyana xwe derbas kir. Lê karbidestên Sovyetistanê di 9ê Siptambera sala 1951an de careke din Mistefa Barzanî vegerandin Taşkendê.

Di 5ê Adara sala 1953an de Josêf Stalîn mir û Xuroschof wek sekerterê giştî û serkarê Yekîtiya Sovyetistanê ji aliyê Partiya Komunîst ve hat hilbijartin. Li gor teilîmata Xuroschof, Barzanî li paytexta Sovyetistanê (Moskovayê) hat bi cîhwar kirin û çend caran jî wan bi hevre hevdîtin pêkanîn. Di çaxê desthilatdariya Xuroschof de rewşa siyasî û jiyana Barzanî û hevalên wî hinekî baştir bibü.

Piştî ku di sala 1958an de komek ji efserên Îraqî bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim desthilatdariya xanedana paşayên Haşimî û Nûrî Seîd bi zerbeyek eskerî ji holê rakirin, di 6ê Cotmeha 1958an de Mistefa Barzanî piştî 11 sal û nîvan derbiderî û jiyana dûrî Kurdistanê, li ser vexwendina Ebdulkerîm Qasim vegerîn Îraqê û li Bexdayê bi cîhwar bû. Pêşwaziya ku di çaxê vegera serok Barzanî de ji aliyê Kurd û Ereban ve jê hatkirin, pir germ û bûyerek dîrokî bû. Mistefa Barzanî pir xebitî ku xwe bi şert û mercên rewşa siyasiya Ebdulkerîm Qasim re biguncîne û heta hinek gotinên wî hebûn ku gelê Kurd hez nedikir û bi başî nedidîtin ku serokekî mîna Barzanî ji Qasim re bêje:

“ Ez xwe bi serbazekî we dizanim ”

Lê Barzanî bi van gotinan dixwest xurura efserekî xwedî desthilat, têr bike û gelê Kurd û Ereb di nava aştiyê de bi hevre bijîn. Di destpêkê de Ebdulkerîm Qasim wisa da diyarkirin ku Îraq welat Kurd û Erebaye û gel li benda rojên xweş bû ku du netewe bikarîbin di aştî û wekheviyê de bi hevre bijîn. Lê aliyê Kurd û Ebdulkerîm Qasim li ser pirsgirêka Kurd li hev nehatin û di Adara(Mars) 1961an de Mele Mistefa Barzanî bi yekcarî ji Bexdayê vegerî Barzan û mijûlî kar û bar destpêka şoreşek din ya li dijî dewleta Îraqê bû.

Di hemû hevpeyvînên ku general M. Barzanî bi rojnamevanên biyanî re pêkanîne, ew hertim li ser biratiya gelan û jiyanek tejî aştî bi îsrare.

Di 11. Îluna sala 1961an de nemir Mistefa Barzanî şoreşa xwe ya ku 14 salan berdewam bû li dijî rijîma Ebdulkerîm Qasim û Beesiyên ku piştî wî hatin, dadestpêkirin. Mezinbûna Mistefa Barzanî di vê rastiyê de ye ku wî karî bi xebat û çalakiyên xwe ji pileya serokatiya hoz û eşîretekê, sal bi sal ber bi pêşve bimeşe û di nava dîroka xebata bi şan û şerefa netewa Kurd de weke serokê netewekê bê hezkirin. Di wan salan de Mistefa Barzanî wek nûnerê pirsgirêka milliya Kurd li hemû cihanê dihat nasandin. Ji bona wê jî başûrê Kurdistanê bibû qada hevdîtina rojnamevan û siyastevanên biyanî bi serokê Kurd Mistefa Barzanî re.

Di 8ê Sibata sala 1963an de rijîma Ebdulkerîm Qasim bi kodtayekê ku ji aliyê Beesiyan ve hatibû lidarxistin, têkçû û Ebdulkerîm Qasim hat kuştin. Barzanî ji bo ku di wê dema dijwar de azadîxwazên Kurd û Ereb bi destê Beesiyan neyên kuştin, deriyê Kurdistan û herêmên azadkirî ku di bin desthilatdariya partiya wî de bûn, ji wan re vekirî hişt û bi vî awayî gelek kesan canê xwe ji destê Beesiyan rizgarkir. Di wan rojên hessas de ku Bexda bibû qada tolhildana Beesî û alîgirên rijîma Ebdulkerîm Qasim, ev siyaset, dûrbînî û mêrxasiya Mistefa Barzanî carek din hizr û ramanên mirovheziya wî ji herkesî re dan îspatkirin.

Piştî ku ji salên 1963an heya Sibata sala 1968an desthilatdariya Îraqê di navbera Ebdulselam Arif û Beisiyên nivişperest de dest bi dest dibû, wan piştî ku hemû dijberên xwe serkûtkirin, vê carê berê xwe dan Kurdistanê û heya Adara sala 1970an serên dijwar di navbera herdu aliyan de qewmîn. piştî xebata salên giran di 11ê Adara sala 1970ê de li pey gotûbêjên dûr û dirêj di çarçoveya desthilatdariya Îraqê de otonomî ji Kurdên Kurdistanê re hat diyarkirin. Xuyabû ku Beesî di vê biryar û lihevhatinê semîmî nebûn û li benda derfetekê bûn ku kar û barê xwe yê desthilatdariyê rêk û pêk biken û piştre dîsan bi Kurdan re bikevin nava şer û hereketa Kurdistanê bi yek carî bifetsînin.

Ev sirra wan bi kiryareke hovane zû ji Kurdan re eşkera bû. Yanî dema ku di 29ê Septambira sala 1971an de istixbarata Îraqê bi şandina çend kesên di kincên meletiyê de xwest ku rêberê şoreşê Mistefa Barzanî bikuje û ew di vî karê xwe de bi ser neketin, careke din şerên dijwar di navbera herdu aliyan de dest pêkirin. Vê carê dewleta Îraqê xebitî ku bi hevkariya hêzek sêyemîn şoreşa Kurdan tûşî şikestê bike. Şer di Adara 1974an de bi germî li hemû herêmên başûrê Kurdistanê dest pêkiribû. Di Adara sala 1974an de dewleta Beesiyên Îraqê qanûna xwe ya otonomiyê îlam kirin. Lê Mistefa Barzanî ji ber mesela Kerkûk, Xaneqîn û Musilê qanûna otonomiya ku dewletê ilam kiribû, nepejirand û ew otonomiya Beesiyan otonomoyek kartonî bi nav kir. Ji bona wê jî di Oktobra sala 1974an de bi qasî 17 mehan conta Beesiyan bi hemû şêweyên hovane, hêrişî ser gund û bajarên Kurdistanê kirin. Bi vî rengî Beesiyan mirin, reşerojî û derbiderî li hemû Kurdistanê direşandin. Wê demê jî cîhan li hemberî van kiryarên Beesiyan kerr û bêdeng bû û xaça sora(Heyva Sor) cîhanî jî bi çi şêweyan hevkariya Kurdan nekirin, ji ber ku ew jî di bin teisîra dewleta Îraqê da mabûn û ev jî berevajî zagonên vê rêxistina cîhanî bû. Di nasandina pirsgirêka Kurd de şoreş û xebata Barzanî rolekî berçav lîst.

Di 6ê adara sala 1975an de Îraq û Îran bi navbeynkariya serokkomarê Elcezayêrê (Hewarî Bumîdyen) û girêdana peymana Elcezayêr lihev hatin. Mihemed Riza Şahê Pehlewî ku ji aliyê Rojava û Emirîka ve wek jandarmê Rojhilata Navîn dihat hesibandin, mezintirîn xiyaneta dîrokî li Kurdan kir. Piştî wê bi sedhezaran Kurd ji başûrê Kurdistanê mişextî Rojhilatê Kurdistanê bûn ku li seranserî Îranê wek penaber ji Kurdistanê hatin dûrxistin. Durûtiya şahê Îranê ku xwe warsê tac û textê padişahiya hemû Ariyan dihesiband, ji dîrokê re eşkera bû. Wî bi vê peymana bi Beesiyan re bi cihana siyasetê da selmandin ku bizava nemir Barzanî bandoreke mezin li ser Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî hiştiye û ev bizav ji bo desthilatdariya wî ya paşerojê li Îranê jî metirsyek mezin bû.

 

Mistefa Barzanî piştî ku li bajarê Kerecê hat bi cih kirin, di hemen salê de çû Emrîka û di 1ê Adara sala 1979an dema ku gelê Kurd piştî têkçûyîna rijîma sitemkara 2500 saliya Şahensahî li Îranê li bendê bûn ku Mistefa Barzanî vegerê Kurdistanê û şoreşek nû li dijî dewleta Îraqê bide dest pêkirin, bi nexweşiya kanserê li nexweşxaneyek Emrîka wefat kir.

Di roja 5ê Adara sala 1979an de termê Mistefa Barzanî bi merasimekê li bajarê Şino ku bi sedhezaran kes têde beşdar bûbûn, hat veşartin.

Lê piştî mirinê jî termê Mistefa Barzanî dîsan bû armanca komployên dewletên dagîrker ku dixwestin Kurdan bi destê Kurdan bidin kuştin. Mihaciret û derbiderî li ser axa Kurdistanê heta di çaxê mirinê de jî dev ji Mistefa Barzanî bernedida.

Di 6ê oktobra sala 1993an termê serokê Kurd Mistefa Barzanî û kurê wî nemir Idrîs Barzanî ji gundê Helecê yê di herêma Mirgewer de vegerandin cihwarê bav û kalên wî herêma Barzan. Mistefa Barzanî di dîroka siyasiya gelê Kurd de bûye nirxekî gelemperî û wek lîder û serokekî doza bi şan û şerefa Kurdistanê hê jî di dilê gelê xwe de dijî.

 

dîtin: 206

Pêveker:

Îro roja jidaiykbûna mele mistefa barzanî ye