• Têketin
  • Ziman
Îro termê Bêkes digehe Kurdistanê

Îro termê Bêkes digehe Kurdistanê


barkirin: Gelawêj 11, 2013, 11:17


Îro piştî nîvro termê helbestvanê navdar Şêrgo Bêkes digehe bajarê Hewlêrê.

Helbestvanê navdar yê Kurd Şêrgo Bêkes ku li paytexta Stokolma Swêdê di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da îro termê wî dihête Hewlêrê. Wezîrê Rewşenbîrî ya hikumeta herêma Kurdistanê Kawa Mehmûd diyar kir ku îro piştî nîvro bi balafireke taybet termê helbestvanê nemir digehe Hewlêrê.

Mehmûd diyar kir ku dê termê Bêkes li Hewlêrê bihête pêşwazî kirin û bo rojekê li wezareta rewşenbîrî bimîne. Termê Bêkes dê ji aliyê kesayetên rewşenbîr, komelnas, siyasetmedar, hunermend û heskiriyên wî ve bihête seredan kirin.

Mehmûd got ku biryare roja duşemê termê Bêkes bibin bajarê Silêmaniyê û bi rêwresmekê li Parka Azadî ya vê bajarê veşêrin.

dîtin: 384

Pêveker:

Îro termê bêkes digehe kurdistanê