• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îro yekemîn salvegera berxwedana Kobanê ye

Îro yekemîn salvegera berxwedana Kobanê ye


barkirin: Êlûn 15, 2015, 11:38


Îro bîranîna yekemîn salvegera berxwedana dîrokî ya bajarê Kobanê li dijî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ku di 15’ê îlona 2015’an de pêk anîne. Di encama wî şerî de ji sedî heştêya bajar ji nav çû, lê Hêzên YPG û YPJ ê û xelkê bajêr bi îmkanên xwe yên kêm heta dawiyê berxwe dan.

Nûçeyên rojane yên berxwedana dîrokî ya şervan, jin, mêr, zarok û kalikên bajêr carna ken, girî, bêhêvîtî, hêvî û yekgirtina hêzên Kurdistanê kire mêvanê gelê Kurd û cîhaniyan. Bala raya giştî ya cîhanê bo ser wî bajarê biçûk û piştevaniya hin dewlet û hêzên herêmî bi xwe re anî.  êdî berxwedana Kurdan, serî netewandin û vîna wan a ji bo azadiyê li cîhanê deng vedabû.

Gelek destanên qehremantiyê li Kobanê nedîtî man, nehatine tomar kirin yan nivîsandin, lê helwest û vîna şervan û bi taybet jinên Kurd, cîhaniyan dengê gel û şervanên Kurd bihîstin û ev deng bêhtir belavî cîhanê kirin.
Berxwedana Kobanê êdî bû sembola berxwedana sedsala 21 an û ne tenê Kurd belkî hemû cîhan pê serbilinde.

 

dîtin: 445

Pêveker:

Îro yekemîn salvegera berxwedana kobanê ye