• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îsal Nobel xelatê nade Edîban

Îsal Nobel xelatê nade Edîban


barkirin: Gulan 5, 2018, 12:16


Navenda Nûçeyan/ Akademiya Swêdê ya ku salane xelatên Nobelê dide, ji ber skandala destdirêjiyê û îstîfayên juriya beşa edebiyatê biryar da ku îsal xelat nayên pêşkêş kirin.

Juriya ku bi skandala destdirêjiyê li tevahiya cîhanê rêzdariya xwe wenda kir û ji hev belav bû, îsal di diroka 75 ya xwe da  bo cara yekem dê xelata Nobela edebîyatê nedin.

Nobela Edebîyatê yek ji pênc xelatên Nobelê ye ku hersal li ser wesiyeta Alfered Nobel pêşkêşî nivîskarekî tê kirin.

Akademiyê di daxuyaniyê da ragehandiye ku xelatên Edebiyatê yên sala 2018ê dê betal bibe û di sala 2019ê de dê bê aşkera kirin.

Diviya ev xelat  di demsala payîzê de bihata eşkerekirin lê ji ber skandala destdirêjiyê ya di juriye de, navên xwediyê xelatan dê di sala 2019ê de bêne aşkerakirin.

dîtin: 26

Pêveker:

nobel edebiyat xelat