• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îsraîl: Rûsiyê hêz şandine Sûriyê

Îsraîl: Rûsiyê hêz şandine Sûriyê


barkirin: Êlûn 10, 2015, 11:29


Îsraîl: Rûsiya hêz şandine Sûriyê

 

Wezîrê Bergîriya Îsraîlê Moshe Ya’alon dibêje, Rûsiyayê tevî şandina musteşarên leşkerî bo Sûriyê, hêzên leşkerî jî ji bo hevkariya bi Beşar Esed re şandine wî welatî.

Li gor raporta Associated Press  Moshe Ya’alon gotiye: ’’ biqasî ku em dizanin, heya niha ev hêz tenê hêzeke biçûk ku ji musteşarên leşkerî û tîmeke ewlekariyê pêk tê û karê wan amadekariyên oparasyonên hewayî û helîkopteranên şerker e’’.

Li gor gotinên Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê, Rûsiya dê ji bo bikarxistina baregaheke hewayî li nêzî Laziqiyê ya li Rojavayê Sûriyê hevkariya wî welatî bike.

Wezîrê Derve yê Rûsiyayê, Sergey Lavrov roja pêncşemê 10ê Îlonê tekez kir ku Rûsiya dê di warê leşkerî de hevkariya Sûriyê bike: ’’ Rûsiya di qalibê lihevkirinên heyî de dê di warê leşkerî û mirovî de hevkariya Sûriyê bike’’.

Berdevkê  Kremlinê,  Dmitry Peskov jî di heman rojê de ji peyamnêran re gotiye: ’’ gefa ku ji aliyê Dewleta Îslamî (DAÎŞ)ê ve tê xuyaye û take hêza ku şiyana bergîriyê li hember wê heye artêşa Sûriyê ye’’.

Heya niha rayedarên Rûsiyayê derbarê îdîayên hizûra hêzên leşkeriyên welatê xwe di nava Sûriyê de tu daxuyaniyeke ron nedane.

Rûsiya piştî Îranê girîngtirîn piştevanê navnetewî yê Beşar Esed e.

Di encama şerê navxweyê Sûriyê de, heya niha zêdetirî 250 hezar hatine kuştin û nêzî nîveya şêniyên wê aware bûne.

 

dîtin: 188

Pêveker:

Îsraîl rûsiyê hêz şandine sûriyê