• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Itîlafa Niştimanî ya Sûrî serokê xwe yê nû hilbijart

Itîlafa Niştimanî ya Sûrî serokê xwe yê nû hilbijart


barkirin: Pûşper 11, 2014, 11:05


Hevpeymaniya Niştimanî a Hêzên opozisyona Sûriyê ku piştevaniya xwe ji welatê rojava digre yek ji dîplomatkarên mezin ê goftûgoyên Cinêvê (Hadî Behra)weku serokê nû yê hevpeymaniyê di civîna xwe li bajarê Stenbolê a Tirkiyê ku ev 3 rojin berdewame hilbijart.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê, Hadî Behra dikeve şûna Ehmed Cerba yê ku 2 xolan li ser hev serokatiya hevpeymaniyê kir û li gor ajansê Behre heman weku Cerba pêwendiyên xwe ên xort bi erebistana Siûdî re hene û li wî welatî jî dijî.

Itîlafa Niştimanî ya Sûrî ku navenda wê li Stenbolê ye îro çarşemê ragihand ku Hadî Behra bi 62 dengan serokatiya hevpeymaniyê bi dest xistiye.

Hadî Behra, jidayîkbûyê 1959`an li bajarê Dîmeşqê paytexta Sûriyêye, endazyarê pîşesaziyêye û xwendina xwe ya bilind li wîlayetên Yekbuyî Emerîkayê dîtiye

dîtin: 189

Pêveker:

itîlafa niştimanî ya sûrî serokê xwe hilbijart