• Têketin
  • Ziman
Ji 1857an heya serê çiyayên Kurdistanê(1)

Ji 1857an heya serê çiyayên Kurdistanê(1)


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Adar 8, 2014, 3:37


 

157 sal ji wê roja dîrokî derbas bûn. 8ê Adara sala 1857an bû ku li bajarê New York li welatê Amerîka jinên karker dest bi gireva birçîbûnê kirin. Hejmara wan zêde û daxwazên wan ji xwedîyên fabrîkan jî du tiştên bingehîn ên ji bo debara jiyanê bûn:
1. Dema kar di rojekê de bibe 8 saet
2. Wekhevî di dayîna mafê ked û xebata wan a rojane de hebe. Kedxwarên ku bi ked û karê karkerên feqîr bibûn xwediyê her tiştekî ev daxwazên han red kirin. Hikûmeta demê alîyê wan girt û ev jî bû sedema kuştina zêdetir 100 jinên karker ku piraniya wan pêşengiya demonstrationa wê roja dîrokî dikirin. Ji hingî û pê de heya sala 1900an jinên zehmetkêş 8ê Adara sala 1857an kirin behaneyek ji bo standina mafên xwe yên yasayî û meşrû. Di wan 43 salan de hemû salê tevkujî bi bîr anîn. Bi vê têkoşînê re li USA “sendîkayên jinên karker” pêk hatin. Êdî jin sal bi sal bêtir ketin pey yasayîkirina mafên xwe yên siyasî, civakî û aborî. Xwîna 100 kesan jiyana nîva şêniya cihanê gûherand. Nifşek hate qada xebatê ku êdî berdetî û koletî ne di nava malê de û ne jî li derve dipejirandin.

Daxwaza Clara Zetkîn Têkoşana jinên Amerîkî dengê xwe gehand Ewropa jî. Sala 1910an li paytexta Danmark anku Kopenhagên duyemîn konferanasa navnetewî a jinên sosyalîst hate lidarxistin. Di wê konferansê de şoreşgera naskirî û parêzvana mafê jinan Clara Zetkîn(1857-1933) bi dengekî bilind wiha qêrîya:” Divê êdî jin jî xwedî rojeke xwe ya taybetî bin ku ji vir û şûnde her salê carekê bikarîbin di wê rojê de daxwazên xwe beyan bikin…” pêşniyara wê tevî pejirandinê bû biryareke girîng a wê konferansê jî. Vê hereketê textê mejiyên feodal û qiralên dîktator xiste lerzînê. Birêveberên bizava siyasî-civakî a jinan dest bi lêdana deriyê koşik û parlementoyên gelek welatan kirin. Mafê dengdanê û wekheviya mafên jin û mêran daxwazên wan yên destpêka salên 1900an bûn. Cara yekê roja cihanî a jinan 19ê Adara sala 1911an li sê welatên Ewropa: Danmark, Almaniya û Avusturiya bi beşdarbûna hezaran jinên karker û rewşenbîr hate pîroz kirin. Ew sal bû destpêka reform û ronesanseke mezin ku germahî da liv û lebata jinan li deverên din yên cihanê jî.

Pêngavek din: 8ê Adara sala 1972an Ji ber ku cara yekê di 8ê Adara sala 1857an de jinan dest bi hilanîna pêngaveke nû ji bo dabînkirina mafên xwe yên rewa kiribûn, jinên rewşenbîr û zana “roja 8ê Adara sala 1972an” li bajarê Sydney li Australiya wek “Tevgera Adarê” binav kirin û xwestin ku êdî ew roj li hemû cihanê weke roja “cihanî a jinan” bê binavkirin. Wan xwestin ku qedirşinasiya xwe ya ji 100 jinên şehîd re bi bîra dîrokê bînin. Li ser esasê berfirehbûna çalakî û bizava jinan di hemû qadên jiyanê de roja 16ê Kanûna sala 1977an “Netewên Yekbûyî” 8ê Adara her sale wek “Roja mafê Jinan û aştiya navnetewî” binav kirin. UNê ji hemû welatan xwest ku di zagûna bingehîn a welatê xwe de hemû cure mafên jinan li ber çav bigirin û bi awayekî şefaf wan yasayan di piraktîkê de jî cî bi cî bikin.

8ê Adarê û îro Her salê ji sala berê bêtir di roja 8ê Adarê de ji bo eşkerekirina meznahî, teqdîr, xuyakirina evîn û heza ji jinê û rolê wê ê pozîtîv di destkeftên siyasî, civakî û bi taybetî jî aborî de, şahîyên mezin têne lidarxistin. Di destpêkê de nasnama vê rojê wek bûyereke siyasî û sosyalîstî dest bi jiyana xwe kir, lê îro êdî weke salên 1970an xwedî wî cewherê xwe yê siyasî nîne û weke minasibetekê lêhatiye ku têde tenê mêr eşq û heza xwe a ji jinê re bidin diyar kirin. Gelek caran li dijî vê rewşê jinên feminîst dinivîsin û bi taybetî jî di 8ê adarê de dijberiya xwe a li dijî welatên kapîtalîstî eşkere dikin ku êdî jin û keçan wekî kala an jî amrazekê ji bo meremên xwe yên cinsî û aborî bikar neînin.

Rewşa jinên Kurd Di serdema desthilatdariya empiratoriya Sasaniyan de rewşa civakî û hiqûqî li ser esasê zagonên Zend û Avêsta bû. Di wan yasayan de hurmeta jinê wek stona esasî a malbatê bilind bû. Di pên beşên “Gata”yên Avêsta da em gelek destûrên demokratîk ên li ser jiyana jin û mêran dibînin ku şopa wan hê jî di jiyana Kurd, Fars û Efxanan de tê dîtin. Ew çand heta roja îro jî di nava gelek êl û eşîretên Kurdan de tê dîtin. Di hin çavkaniyên rojhilatnasan de li ser azadî, hurmet û dengbêjiya jinên Kurd wiha tê gotin: “Dayika Kurd, ji zarokên xwe yên di dergûşê de stranên welatheziyê, tolhildan, şervanî û wefadariyê dibêje û bi vî awayî zarokên xwe bi raman û hissên şoreşgerî perwede dike.” Mixabin bi hatina îslamê re û zalbûna çanda îlamî li ser jiyana xelkê, ew azadîyên serdema Sasanîyan ji jinê re hatin yasax û heram kirin.

Rewşa jinan a îro li Îranê Li pey destpêka jiyana komara terror û wehşetê( tenê binav komara îslamî) li Îranê ji çaxê 32 sal û şûnde mafê jinan tim tê bin pê kirin. Ew roja 8ê Adarê wek roja jinê napejirînin. Di salnama wan de roja ji dayikbûna Fatima Zehra wek roja jinê hatiye binav kirin. Di çaxê selteneta Pehlewî de jî roja ji dayikbûna Fereh Dîba Pehlewî wek roja jinê hatibû binav kirin. Li rojhilatê Kurdistanê yekemîn car di çaxê pêkhatina komara Kurdistan( Mehabad 22. 01. 1946)an de jinên Kurd di bin navê “Yekîtî Yayanî Kurdistan” de dest bi xebata siyasî-civakî kirin. Mîna Qazî wek seroka wê yekîtiyê bi pêşniyara hevalê xwe Pêşewa Qazî Mihemed dest bi çalakiyên li ser mafê jinan kir. Azadiya ku wan salan li Kurdistanê hebû piştî nêzî 70 salan niha jî di bin sîya zagûnên komara îslamî da nayê dîtin. Li pey têkçûna rejîma Pehlewî li Îranê gelek keç û jinên Kurd dest bi têkoşana siyasî kirin. Rêxistina Komelê bêtir ji partî û rêxistinên din xwedî pêşmergeyên keç û jin bû û di xebata syiasî de jî endamên wan gelekî çalak bûn. Du endamên Komelê Şelha û Nesrîn Keibî du xwîşkên hemşîre bûn ku bi tawana dermankirin û hevkariya bîrîndaran ji hêla Sadiq Xelxalî ve hatin girtin û li bajarê Sine her du li sala 1979an hatin golebaran kirin. Di nava du balên KDPê de jî jin aktivîn lê îro bêtir ji wan PJAK xwedî gerîlayên keç û jine ku hem li çiya û hem jî di nava gel de aktîvin. Di nava jinên başûrê Kurdistanê de kesên wekî Adile Xanima Caf, Hepsexanî Neqîb û gelek ên din ji wan jinên hêja bûne ku hem di qada xebata siyasî, hem desthilatdarî û hem jî bi dilovaniya xwe kesên naskirîne. Di çaxê şoreşa Mistefa Barzanî(1961-1975) de navê du keçên şoreşger sinorên Kurdistanê derbas kirin. Margirêt Govergîz bi şervanîya xwe û cesareta ku hebû tirseke mezin xistibû dilê generalên artêşa dewleta Baas li Îraqê. Margirêt bi awayekî mezlumane ji hêla fermandarekî hêza pêşmergeyan ve hate kuştin û heya roja îro jî kes nizane sedem çi bû!!. Leyla Qasim li sala 1974an bi tawana çalakiyên siyasî li Bexdayê hate îdam kirin. Ew keçeke bi bîr û bawer bû û îmana wê bi serkeftina şoreşa Kurdistanê pir hebû. Li gor dîtina ew kesên ku ji nêzve Leylayê nas dikin û ew dîtine Leyla keçek netirs, zîrek, axiftin xweş, esmer, bejin bilind û şêrîn bû û di karê rêkxistinî û hizbayetiyê de jî bi rêkûpêkî wezîfeyên xwe encam didan. Wê di çaxê ku di bin çavdêriya êstixbarata dewletê de bû jî bi cesaret bersiva pirsyarên karbidestên dewletê dida û di dagehê de li rûyê hakimê Baasî nêrî û bi dengekî bilind wiha jêre got: “ Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd yê ji xewa giran şiyar bin, ez pir kêfxweşim ku bi serfirazî û di riya azadiya Kurdistanê de canê xwe fîda dikim”.

Karbidestên îstixbarata dewleta Iraqê ku li hemberî berxwedana Leylayê sosretgirtî mabûn, baş dizanin ku ger keçeke wiha xwedî bawerî zindî bimîne yê bandoreke mezin li ser bîr û rayên xwendevanên Kurd û Ereb pêk bîne û yê bi zanyariyên xwe yên siyasî bêtir ji berê ji bo şiyarkirina jinên Kurd û tevlî kirina wan ya di nava şoreşê de xebatê bike. Ji bona wê jî di demek kin de û bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û derbarê wan de biryara dardakirinê wergiritin. Rejîma xwînmij a Baasîyên Iraqê di roja 12 Gulana sala 1974’an de saet 07:00ê berê sibê Leyla Qasim û hevalên wê îdam kirin. Li pey şehîdkirina Leyla Qasimê heta roja îro jî kesê cihê wê di nava PDKê de tije nekiriye.

Jin û keçên bakurê Kurdistanê Li bakurê Kurdistanê bizava jinan çend alî ye. Karê ku jinên Ewropî li salên 1970an kirin, li Kurdistanê li pey salên 1980an dest pê kir. Berê bi rêya stranê dengê xwe bilind kirin, piştre bûn gerîla û siyastemedar û niha jî di edebiyat û karên din de xwedî qad û meydana xwe a taybetî ne. Dengbêjên mîna Gulêya Fileh, Celîla Le’lê, Êmoya Cizîrî, Sûsîka Simo, notnivîs, arşîvkar û hunermendên weke Cemîla Celîl, Nûra Cewerî, şoreşger û gerîlayên weke Leyla Qasim, Seadet, Besê Anûş, Sakîne Cansiz, siyasetmedarên mîna Leyla Zana, Gülten Kişanak û hunermendên weke Gulistan Perwer ku bi rêya stranên protestoyî bûn dengê doza gelê xwe, nimûneya wan kesayetiyên karîzmatîk in ku keda wan nikare hema wiha zû ji hişê civakê derkeve.

Li Kurdistanê heya salên 1980an ez di wê baweriyê de me ku sîber an jî sîya şûra Damokles, siyasta li ser rêbaza hunerê û bi taybetî jî “jin di xebata siyasî û hunerê” da gelekî sînordar, tirsinok, birîndar û bêhêz kiribû. Rewş an jî tiştê ku îro em li Îranê dibînin wê serdemê bi bîra me tîne. Li welatekî ku jinên dengxweş dikarîbûn di koşik û dîwanxaneyên padişeh û mîrên Fars de bi azadî bisitrên, niha nikarin bi tena serê xwe di saloneke sergirtî de jî bisitrên. Dengên bi şewat û pir xweş di qirikê de hatine fetisandin. Bi sala ye ku zagûnên komara îslamî yasax li ser hunera jinên Îranê hilnedane. Lê mirov dikare bêje ku di sed salên derbasbûyî de li Kurdistanê rewşeke wiha qet û qet nehatiye dîtin. Ne di qada siyasî de û ne jî di qada huner û çalakiyên sivîl de.

Li rojavayê Kurdistanê Li rojavayê Kurdistanê jî keç û jinên Kurd mil bi milê gerîla û siyasetmedarên mêr di hemû qadan de aktîvin. Ji Emîre Rewşen Bedirxan heya keçên Amûdê, Efrîn û Qamîşlo dîroka têkoşîna jinên Kurd li rojavayê Kurdistanê tije serfirazî ye. Deriyê mala Kurdên rojava tim ji hemû Kurdan re vekirî bûye. Wan sinor nas nekirin û ji bo doza azadiyê berê xwe dan başûr, bakur, rojhilat û bûn gerîlayên serxwebûna Kurdistanê. Şehîd Şîlan Kobanî li Musil şehîd bû, Şervîn, Ezîme Efrîn û bi hezaran leçên din li bakurê Kurdistanê şehîd bûn û Jînda, Silava, Viyan û Sorxîn wek endamên YPJê di şerê bi çeteyên Elnusre û DAIŞ re li pey azadiya axa rojavayê Kurdistanê şehîd bîn. Piştî salên dûr û dirêj riya Leyla Qasimê(wek yekemîn sembol ku ji bo doza Kurdistanê hate îdam kirin) bi şêweyek berfirehtir ji aliyê keç û jinên Kurd ve hat domandin. Belê pêr Besêya Dêrsimê û Qedemxêr û Cihan xanima Lekistanê bû, duh Margirêt Govergîs û Leyla Qasima serbilind û netirs bûn û îro jî Zîlan, Binefş, Birîtan, Mizgîn, Zekiye, Rehşan, Bêrîvan, Ronahî, Sakîne Cansiz, Leyla Zana û bi hezaran şêre keçên çeleng û qehreman li ser riya Leyla û şehîdên jin û keç dimeşin.

PKK û doza jinan Bi çêbûn û xebata hemû alî a Partiya Karkerên Kurdistan(PKK)ê re hezaran keç û jinên çeleng bûn gerîla û berê xwe dane çiyayên Kurdistanê. Ev cara yekê bû ku di dîroka Rojhikata Navîn de bêtir ji keç û jinên Fars, Ereb û Tirk, jin û keçên Kurd wiha bi hez û berfirehî ketin pey doza xwe a rewa. Ew îro ji serê çiyayên Kurdistanê heya nava kuçe û kolanên Amed, Wan, Gever û Istembolê şerekî çend alî didin meşandin. Hem ji bo misogerkirina mafên xwe yên sirûştî, hem garantîkirina pîvanên demokrasiyê û hem jî standina mafên xwe yên netewî di rêza yekê a xebatê de cih girtine. Sala 1987an li bakurê Kurdistanê tevgera yêkê bi metodên moderin “Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan- TAJK”hate damezirandin. Serokê giştiyê PKKê rêzdar A. Öcalan ji destpêka xebata xwe ya siyasî hemû rê li ber jin û keçên Kurd vekirî hiştin ku ew jî bi azadî xwe di nava tevgera nûxwar de bibînin û li ser naskirina nasnama xwe a rastîn bi çelengî kar û xebatê bikin. Sal li pey salê tevgera siyasî a jinên Kurd li bakurê Kurdistanê mezintir bû. Li sala 1988anYJWK( Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistan) û li sala 1995an jî YAJK an jî Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan hate saz kirin. Pêngava herî mezin jî di sala 1998an bi avakirina PAJK( Partiya Jinên Karkerên Kurdistan) û sala 2000an jî bi berfirehbûna sinorên xebat û çalakiyên siyasî re li bakurê Kurdistanê wê partiyê jî cihê xwe da PJA(Partiya Jina Azad) ku heya roja îro jî bi awayekî aktîv di qada xebatên xwe yên rojane de ye. Îro çiyayên Kurdistanê hêlîna wan şêre keç û jinên çelenge ku geh Gerîlane, hem siyasetmedarên jîrin û hem jî girtiyên azadiyê û doza serxwebûna Kurdistanê ne.

(1). Nivîs pêşkêşe ji keça xwendevan a zanîngeha bajarê Urmiyê Şeyda Hatemî re. Gula ku bi awayekî hovane ji hêla kesên nenas ve û elbete di bin siya asayêşa komara îslamî a Îranê de hate kuştin.

 

01 02 03 04 05 06 07 08 clara_zetkin10 clara_zetkin11 clara_zetkin12 clara_zetkin13

dîtin: 816

Pêveker:

ji 1857an heya serê çiyayên kurdistanê 1