• Têketin
  • Ziman
Ji 4 ê Gûlana 1937 an heya 9 ê Gûlana 2010 an

Ji 4 ê Gûlana 1937 an heya 9 ê Gûlana 2010 an


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Gulan 9, 2014, 9:46


Hê jî li ser wê axa dêrin gorên bi komel peyda dibin. Hestiyên zarok, ciwan û pîrên ku bi rêyên tije hovîtî hatine kuştin, nasnameya komarekê ji me re dide eşere kirin ku xîm û bingehê wê bi xwîn û hestiyên mirovan hatiye avakirin. Dirûşmên weke “ Yek ziman, yek al, yek netewe…” aliyê şovînîstî û egoîstî yê wan kesan eşkere dike ku kravat û kincên Ewropî dikirin ber xwe û behsa medeniyetê dikirin. Li ser çiya, di nava şikeft, li deşt, zozan, gund û bajarên parêzgeha Dêrsimê hê jî dîmenên kirêt ên sala 1937-38an li ber çavên me ne. Lê îro neviyên Seyîd Riza û Elîşêr bi keda xwe ya dehan salan careke din îspat kirin ku şîret, wesiyet û gotinên wan yên deqên dawiyê ji bîr nekirine. Roja 15ê Sermaweza a sala 1937 li Xarpêt Pîrê Kurda Seyîd Riza bi girnijîneke watedar li generalên Tirk nêrîbû û bi dengekî bilind di bin dara îdamê da wiha gotibû:”
Min nekarî li hember derew û fêlbaziyên we serî hildim, ev ji bo min bû derd, lê min jî serî li hember we daneanî, bila ev jî ji bo we bibe derd…”
Piştre dengbêjên herêmê li ser navê Anî Xatûnê(xanima Seyîd Riza) wiha strabûn:
„ Halo halo halo, hale ma yamano
Esker onto ma serde, dome ma qapano
Halo halo halo, halê ma ser beno
Ordî onto ma serde, ra û welağê ma nêrdano…“

Salên piştre me dengê Seyîd Riza li zindanên Tehran, Sine, Recayîşehir, Urmiye û Kirmaşanê jî bihîst. Ferzad Kemanger piştî 73 salan qêrîn û hewarên Dêrsim û pîrê nemir Seyîd Riza bi bîra me tîne dema ku di kûncikên tarî ên girtîgeha Êvînê de wiha dinivîse:“
Her strana ku min di hizra xwe de hilbijart, nîşanek ji sêdarê, ramûsana dawiyê, zilma çewsêner, qamçiya bêedaletiyê, zulma nêçîrvan û hêsirên dayikan têde hebû.
Ez ji wê tirsiyam ku tiliyên te bi lêketina wan hemû peyvên tije êş, ji jenînê rawestin. Min berê xwe da awazên welatê xwe. Min dît di cewherê muzîka me de jî şopa xwîn, bêhna risasê û şopa postalên eskerî heye. Dîsan tirsiyam ku çavên te bigirîn û ji bo lêxistin an jî jenînê hêzek di destên te de nemîne…“
Ferzad ev name ji heval û evîndara xwe re nivîsîbû ku navê wê Kurdistan bû.

4ê Gulana 1937an
4ê Gulana sala 1937 bû. Wê rojê damezrînerên komara qaşo modern û demokratîk a Tirkiyê fermanek dan general û leşkerên xwe ku li pey wê nêzî 70 hezar kes li Dêrsim û derdora wê hatin kuştin. Hezaran kesên din jî ji Kurdistanê hatin dûr xistin. Elbete kes nizane ka li pey sirgûnê çi bi serê wan hat û li gor lêkolînên ku hatine kirin piraniya wan weke Ermenan bi awayekî sîstematîk û li pey perwerdehiyek dijwar Kurdbûna xwe ji bîr kirin û bi temamî asîmîle bûn.
Sal derbas bûn û bi geşbûna doza Kurdistanê re nihînî û sirên rayedarên hikûmeta Tirkiyê bêtir eşkere bûn. Raportên veşartî ên heyeta wezîran û parlemana Tirkiyê hovîtî û datayên tevkujiyê bêtir ji me re eşkere dikin:”
Divê Dêrsim bê dorpêçkirin. Pêwîste Kurd di nava civaka Tirk de bêne asîmîlekirin û ji holêrakirin. Hêzên leşkerî divê dest bi ger û lêkolînan li Dêrsimê bikin û li rex peydakirina şikeftên ku xelkê li wira xwe veşartiye, hemû rê, çeper û erdê xelkê jî bê kontrol kirin…”
Wan wiha kirin û bihost bi bihost axa herêmê control kirin. Keramet, namûs û şerefa xelkê bi sed awayan lekedar û binpê kirin.
Li pey derbasbûna salên dûr û dirêj dengê tomarkirî yê berpirsekî qada sîsyasî a komara Tirkiyê (Ihsan Sabrî Çaglayangil ) armanc û sinorên berfireh ên wê cinayetê baştir eşkere dike:”
Di şikeftan de xwe veşartibûn, lê artêşê bi avêtina cûrekê gaza jehirê bo nava şikeftan ew weke mişkan bi jehirê kuştin. Serê zaroyên 7 salî heya kesên 70 salî li Dêrsimê hate birîn, bizaveke bixwîn çêbû û şerê Dêrsimê bidawî bû. Otorîteya hikûmeta li bajar û gundan çêbû û îro hûn dikarin rihet herin Dêrsimê, jandarim jî dikarin biçin û hûn jî dikarin…”
Li dengê wî guhdar bikin:
http://www.youtube.com/watç?v=H9jUmmNtQiE

Armanca Kurdan
Wan salan ji hêlekê qada siyaseta Kurda aktîv bû û ji hêlekê jî rayedarên komara Tirkiyê û serkêşên wê dixebitîn ku desthilatdariya xwe li hemû Tirkiyê û bakurê Kurdistanê tekmîl bikin. Wan karekî wiha ne bi rêyên demokratîk û mentiqî, belkî bi çek, top, tank û zorê dane dest pêkirin. Li Kurdistanê berxwedana Kurdan ew rê li ber wan girtibû. Kesên wekî Mistefa Kemal, Ismet Înonû, Abdullah Alpdogan, Îsmaîl Hakki Tekçe, Kazim Orbay, Kemal Ergûden, Galip Deniz, Sabihe Gokçen, Zeynel Top, Rêber Qop û Şemsî Erkuş dixebitîn ku bi siyaseta înkarkirina hemû komên etnîkî yên ku ne Tirk bûn, otorîteya xwe tespît bikin. Ji hêla din jî di qada siyaseta Kurdistanê de jî Seyîd Riza, Elîşêr, Kamer Axayê Yusufan, Cebraîl Axayê Demenan, Kamer Axayê Heyderan, Zerîfe, Hesen Axayê Demenî, Elî Axayê Mîrza, Resîk Husêynê kurê Seyîd Riza û çend kesên din ji wan şoreşger û siyasetmedarên Kurd bûn ku hem ji hêla netewî û hem jî ji hêla olî ve nedikarîn bipejirînin ku azadî û mafên wan yên sirûştî bêne berbendkirin. Wan beriya wê dîtibûn ka li Koçgiriyê Tirkên Ciwan çi anîbûn serê Kurdên Elewî û serhildana wan bi xwînê hatibû fetisandin. Li pey têkçûna serhildana Dêrsim piraniya wan mêrxas û lîderan hatin girtin û îdam kirin û ji xeynî du-sê kesan yên din nekarîn canê xwe rizgar bikin.

Şerê Kurdan li Koçgîriyê
Salên 1937 û 1938an ji Xarpêt û Dêrsim re salên serhildan, berxwedan, xwîn, tevkujî û man û nemanê bûn.
Di tîrmeha sala 1920an de Dr. Nurî Dêrsimî û Elîşêr gire-gir û serok eşîretên Kurd şiyarkirin ku „Tirkên Ciwan“ yê li dijî hebûna Kurdan dest bi şerê tunekirinê bikin. Ji ber wê jî yekemîn bersiv li dijî desthilatdariya hikûmetê ji hêla serok eşîretekî herêmê yê binavê Misto ve hat. Wî hêrişî qereqola Culfa Alî ya li qesebeya Zara kir. Pişre serok eşîretê binavê Sedanê Paşo jî destê hevkariyê da Misto û sinorên serhildanê berfirehtir bûn. Li Sêwas, Erzingan, Koçgirî, Qenxal û Dêrsimê liv û lebata Kurdên şoreşger bû sedem ku hikûmet jî li navenda Sêwasê hêza xwe a leşkerî komî ser hev bike. Kurdan xwe amade dikir ku di bihara sala 1921 da hikûmeteke serbixwe îlan bikin û Dêrsim jî yê wek paytexta dewleta Kurdistanê bihata diyarkirin.
Di Adara 1921an de artêşa Tirk dest bi hêrş û tevgera xwe a leşkerî kir. Şerê Kurda bi rêk û pêkî an jî rêç û dirbên artêşeke modern nebû û ev jî bû sedema şikesta şoreşê, lê hevkariya hêzên dewletên biyanî jî sedemek bû ku hêza Kurda zû li hemberî artêşa pirçek a komara Tirkiyê a nûçêbûyî rastî şikestê bê.

Rolê xiyanetê û encamên wê
Elbete role xiyanetê û pereheziya hinek axa û serokeşîretên Kurdan jî bandore xwe a neyinî di şikesta şoreşa Koçgiriyê û Dêrsimê de hebûn. Di 28ê Nîsana sala 1937an de xwefiroş û xayînê naskirî Rêber bi teşwîqa rayedarên artêşa Tirkiyê Elîşêr û Zerîfe Xanim kuştin, lê di dawiyê de qedereke reştir bû para wî û kurê wî yê nûciwan. Piştî ku ew serê jêkirî yê Elîşêr û Zerîfê wek xelat ji generalên Tirk re dibe, ew jî vê gotina bav û kalên me bi bîra wî tînin:” Kewê ku hevalên xwe bide destê nêçîrvan, divê serê wî jî bê jêkirin. Yê ku ji xwe re nebe mal, ji me re jî nabe kar û mal” û wî û kurê wî yê biçûk jî li wira golerabaran dikin.

Ji wê rojê heya îro
Ji 4ê Gulana sala 1937an heya roja îro hê jî ew komkujî li welatê me didomin, lê sinorên hereketa Kurda wisa berfitreh bûne ku êdî rê nade zalim û înkargeran daku mîna berê bêdeng û veşartî hezaran Kurdên azadîxwaz di çaxê çend rojan de bêne kuştin.
Fîmsof û mamostayên weke Ferzad kenanger, Mazlum Dogan û sedan kesên din ev rastî ji me re îspat kirine ku nêrînên rast û durist ticarî namirin. Ne nêrin û şîretên Seyîd Rizayê Dêrsimî, ne jî gotin û peyamên Ferzad Kemanger û Mezlum Diganan.

Sala 1937an ji hêlekê kesên wekî Sabîhe Koçken bi bombarakirina gund û bajarên Kurdistanê qehremaniya xwe rûberî bavê xwe yê meinewî Mistefa Kemal didan û ji hêla din jî artêşa wan a faşîst bi bomeyên kîmyayî jin û zarok, pîr û kal, biçûk û mezin, mirov û heywan dikuştin. Wan ji erd û esman hêrişî Dêrsimê kirin û jenosîd û qirkirineke fêrmî bi biryara rayedarên komara qaşo pêşkeftî hate meşandin. Belge û dukoment biq asî ku pêwîst bin, li ber destê me hene û mîratgirên wê komara ku bi îdayên weke“ doza me xebata ji bo cî bi cîkirina şarsitaniyetê li dijî tewehuş û paşdemayînê bû“ nikarin xwe ji rastî û cewherê desthilatdariya xwe a tije zor û tevkujiyan rizgar bikin.
Îro Dêrsim bûye keleha berxwedanê û rêça Seyîd Riza, Elîşêr, Besê, Zerîfe û şoreşgerên din bi awayê herî baş berdewame. Lê ne tenê ev belkî kesên wekî Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û Şirîn Elemholî û elbete hezaran azadîxwazên din Dêrsim û Koçgîrî, Seyîd Riza û Elîşêr ji bîr nekirin û rêça wan îro jî li her derê berdewame.

Jêder û çavkanî:
1. Did îroka Kurdistanê da Dêrsim – Dr. Nûrî Dêrsimî
2. Jiyan û serbihûriya Sabîha Koçken – Bi Tirkî
3. Bîranînên Ihsan Sabrî Çaglayangi ku wek hevpeyvîn hatine amade kirin û belavkirin.
(1). 4ê Gulana sala 1937 destpêka tevkujiya Dêrsimê û 9ê Gulana sala 2010an salroja daleqandina Ferzad Kemanger û hevalên wî ye.

08. 05. 2014 Gever / Bakurê Kurdistanê

 

dîtin: 445

Pêveker:

ji 4 ê gûlana 1937 an heya 9 ê gûlana 2010 an