• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji Bakûr heta Başûr

Ji Bakûr heta Başûr


nivîskar: Şêxmûs Sefer
barkirin: Sermawêz 21, 2017, 9:43


Ji Bakur heta Başûr

Ez bawer im êdî divê gotin bêhêz nemîne. Mirov bêqiymet, desthilatdarî bêhesap…
Ev çend rojin li Başûrê welêt gel li ser piyaye û daxwazên xwe yên mirovî li kolanan diqîr in. Ev nêzî sîh salî ye ku li başûr desthilatdariyek heye. Lê vê desthilatdariyê ew qas wextî ji bo gel çi kiriye, çi xizmet bicih aniye, gele xwe çi qas bextewar kiriye, di aliyê perwerdehiyê, tenduristiyê, aboriyê, civakbûnê de erkên xwe çawa pêk aniye. Ji van hemûyan jî bêtir ji bo gelekî bindest di avakirina ruhekî netewî de bi kîjan misyonên xwe rabûne. Ev pirsana dikarin werin zêdekirin bêguman.
Çima ciwanên li başûr dijîn di derfeta xwe ya ewil de dixwazin herin li Ewrupa bicih bibin. Çima ji Amedê, ji Mahabadê, ji Qqamişlo bêtir ji Mersîn, Antalya û Stenbolê hez dikin. Çima her ciwanekî ez bi wan re li başûr dipeyim, ev bajarên Tirkan dîtibûn, geriyabûn lê qet hizir jî nekiribûn carekê jî werin Amedê!
Di zaroktiya min de di malbata me de gava ku nerazîbûnek ji ‘zaroyan’ dihat hîskirin peyva ewil ev derdiket ji deve mezinên me; mal mekteb e!
Yanî tu çi bibînê tu bi wê mezin dibe. Mixabin desthilatdarên başûr, siyasetmedarên başûr ji ME hez nekirin! Perçeyên din yê welêt wekî bela sere xwe dîtin. Xwestin ew hatina petrola ku li başûr ji bo gele xwe jî belav nakin, tenê ji bo xwe bixwin! Zaroyên hin siyasetmedarên başûr hîn di pêçekê de jî xwedî sermiyaneke mezin çavên xwe vedikin. 
Pêşî petrola vê axê firotin dagirkerên xwe bi pereyekî kêm ku dema ew pere li gel belav nebe û tene ji bo wan were bêguman zedebû! Ew têr nekir anha jî xewn û xeyalên gelê xwe firotin! Ji Kerkûkê re digotin ev bajar ‘dilê welat e’, kes nikare wî dilî bisekinîne! Lê mixabin ew xeyal jî bû qurbana pera!
Gel her diçû hêjar dibû, lê hîn jî hêviyek wan hebû. Lê piştî teslîmkirina Kerkûkê ew jî çû! Piştî wê rojê hemû Kurdên bi xîret dest ji xewn û xeyalên xwe berdan, qet nebe ez wisa me.
Siyasetmedarên Kurdan pêşî bi siyaseteke bêhempa li bakur mala gel xera kir. Hîn jî kes nizane çi hate serê wan. Du sal berê em li ku bûn îroj em li ku ne! Kes ne hesabê vê dide û ne jî gel di xema kesî de ye! Hebe tunebe serokên me, rêxistinên me, berjewendiyên me!
Anha jî ji van hemûyan bêtir li başûr heman tişt dibe. Xuya ye wê Kurd wê hev bikujin ji bo pera û desthilatdariya serok û rêxistinên XWE. Wê gel û daxwazên gel ne di xema tu kesî de be. 
Ji wan desthilatdaran re kesên ku her roj û şev di medya civakî de reklama wan bike lazim e. Wekî alîgirên tîma futbolê yê Barcelona û Real Madrid’ in êdî. Her yek ji aliyê din re siqêfa dike, tiştên pir xerab dibêje. Gotin di devê kê de be yê durust, yê niştimanperwer ew in yê din jî xayîn û xwefiroş!
Xweş çîroke ne. Tiştê girîng ew e ku kesên ku li van çîrokan gohdar bike bên dîtin! Eger hebin!..

dîtin: 526

Pêveker:

başûr bakûr Şêxmûs sefer