• Têketin
  • Ziman
Ji ber maçekê 50 qamçî jêre xwestin

Ji ber maçekê 50 qamçî jêre xwestin


barkirin: Gulan 26, 2014, 10:45


Leyistikvana Filman ya Îranî Leyla Xatemî ji ber ku rûyê birêkxerê Mehrîcana Filman ya Cannesê Gilles Jacob maç kir, li Îranê jêre cezayê 50 qamçiya hate xwestin.

Komek ji xwendevanên zankoyê li Îranê ji ber maça Leyla Xatemî bi sedema ku – biyaniyek maç kiriye- ji dadgehê xwest ku Leyla Xatemî bête qamçîkirin. Daxwaznameya koma xwendevanan geha dadgehê. Eger ku dadgeh vê pêşniyarê bike biryar dê leyistikvana ciwan Leyla Xatemî bi cezayê qamçiyan bête darezandin.
Cîgirê Wezîrê Çandê yê Îranê Huseyin Nûşabadî diyar kir ku; Xatemî bi vê maça xwe navê Îranê xirab kiriye û got ku kesên tevlî çalekiyên navnetewî dibin divê ku gotinên xirab neyênine ser namûsa Îranê û ji bo jinên Îranî peyvên xirab nedine gotin.

Xatemî di filmê Îranî yê ku rêvebiriya wê Aşkar Farhadî kiribû yê ku sala 2012 ê xelata Oscar girtibû de serleyistikvan bû. Xatemî îsal jî di Mehrîcana Cannes ê ya Filman de endamê Jûrî hatibû hilbijartin.

Diyare ku li Îranê di nava xwe de hertişt kêkrekêye lê li derve maçkirina xerîba metirsiye û qedexeye.

 

Rewanbej

dîtin: 652

Pêveker:

ji ber maçekê 50 qamçî jêre xwestin