• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji bîreke avê agir û av bihevre diherikin

Ji bîreke avê agir û av bihevre diherikin


barkirin: Êlûn 6, 2015, 12:41


5ê îlonê li bajarê Çemçemal a başûrê Kurdistanê hevwelatiyekî Kurd bîreke avê di nava erdê xwe de lêdabû. Av ji bîrê herikî, lê tevî avê gireke mezina agir jî diherike.
Ew yek bû sedema matmayîna xelkê û di demeke kêm de hejmareke zêde ya xelkê herêmê li dora bîrê kom bûn.
Ev yek bû sedem ku ji ber gira zêde ya agir, pênc hevwelatî bişewitin û bo nexweşxaneya Şehîd Pêşrew a bajarê Çemçemalê bêne veguhestin.
Li gor medyayên başûr girê vê bîrê heya niha nehatiye kontorol kirin.
Hêjayî gotinê ye ku xaka başûrê Kurdistanê axa herî bi xêr û bêre û li piraniya bajarên başûrê Kurdistanê petrol heye ku hê li gelek deran nehatiye derxistin. Dibe li cihê ku bîra avê lê hatiye helkendin gaza xwezayî hebe. Heya niha tu lêkolîn li ser vê bûyerê nahatine kirin.

dîtin: 241

Pêveker:

ji bîreke avê agir û av bihevre diherikin