• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji bo bajarê Kobanî çi pêwiste

Ji bo bajarê Kobanî çi pêwiste


nivîskar: Eliyê Koçer
barkirin: Rêbendan 6, 2015, 12:39


Wekî ku em dizanin çar meh û nîvan çeteyên DAÎŞê bi pişgiriya tirkan û hin Dewletên ereban bi çek û teknîka herî pêşketî êrîşî bajarê Kobanê kirin, Kobanê dorpêç kirin û bê navber bi top û hewanan topbaran kirin. Hêzên quolisyênê jî çeteyên ku hin taxên Kobanê dakir kiribûn bi balefiran bombaran kirin, jiber van sedeman bajarê Kobanê bi temamî serûbinî hev bû, waxta ku em di ekranên televisyonande li bajarê Kobanê meyze dikin hamû talan û wêran bûye ketiye şuna kavil û xirbeyan, kevir li ser kevir nemaye. Jibonî pêdewiyên ji nûve avakirina bajarê Kobanê dive kurd bi ruhekî netewî seferber bibin, qampanya alîkariyê bidin destpêbikin, gelê kurd çi yên li Kurdîstanê û çi yên li derî Kurdîstanê dijîn hamû ji aliyê aborî ve pişgiriyê bidin bajarê Kobanê û ji nûve bajarekî ku bûye sembola mirovahiyê avabikin. Dive şandeyek ji endezyar, wênesaz û pisporan bê avakirin, ev şande nexşeya bajarê Kobanê deynin ber xwe û bi plan û projeyên nûjen tax, kolan, rê û binesaziyên kobanê bi şêwazeke modern sazbikin. Bajarê Kobanê bajarekî ji rêzê derbasbûye, ketiye rojeva dinyayê, bûye bingeha rûmet û berxwedanê, warê şehîd, mêrxas û qahremanan, ketiye rûpelê dîrokê û didil û mêjiyên kurdan de şaxên xwe vedaye.
Bê çawa sêsed sal diser keleha dimdimê û heftê sal diser Stalîngiradê re derbas bûye hîna bahsa berxwedana wan tê kirin, wê bi sedsalan bahsa ber- xwedana Kobanê bê kirin û bê nivîsandin, çimku tucarî dîrok berxwedêrên ku li hemberî zaliman serî hildana ji rûpelên xwe dernaxê û navêjê. Min carekedin jî anîbû ziman bi çi şêwazê be bilabê dive qorîdorek dinavbera qantona Kobanê û wan qantonêndinre bê wekirin, pêşgotineke me kurdan heye dibejin ” kesên ku li ker ê hevalan suware, peve payaye” Piştî van bûyerên derî însanetiyê ku li rojavayê Kurdîstanê hatine birêvebirin ku sê paya weya diserîde R.T. Erdoxan û Dewleta tirkan berpirsiyarin, lê hîna jî wisa xuyandike ku T. Erdoxan dev ji fêl û finasên xwe yên qirêj neberdaye û bi zimanekî heşkere dibejê heya ku ji min werê ez nahêlim ku statûyeke kurdan li rojavayê Kurdîstanê çêbibe û hîna jî pişgiriya wiya ya bi DAÎŞ ê re bi şêwye ke heşkere berdewam dike. Teyıb Erdoxan li kolanan digerê û zimandirejiye û heqaretê li serkeftina kurdan dike û tinazê xwe bi şahiyên kurdan dike, evya jî xwe dide xuyankirin ku bê tehamûliya wiya ya li hemberî serkeftinen kurda ye.
Berdêla rizgarkirina bajarê Kobanê pirr giran bû jibonî kurdan, wekî ku rêvebirên Kobanê bi şêweyeke fermî heşkere kirin û li gorî daxwaniyên wana çarsed û bîst şeş agîd û lehengên berxwedêr şehîd bûne, hazar û sêsed şoreşger birîndar bûye, dused hezar welatiyên Qantona Kobanê ji cih û warê xwe koçber bûne, ax, gund û bajarê Kobanê bi temamî talan û wêran bûye. Li vira ya herî girîng ewe, dive şehîdgehek jibonî wan şehîd û qahremanan bê avakirin, cenazeyên wan li kêlaka hevûdin bêne bicehkirin, peykerê wan bê çêkirin û li ber serê wan bê danîn, nasname û jiyana wan bi xetên zêrîn bê nivîsandin. Çimku şehîdên Kobanê jibonî gelê kurd pirr bi qadr û bi qîmetin, heya ku em kurd hebin em ê deyndarê wanbin. Oxira we ya xêrê bê şehîd û mêrxasên Kobanê.

Dive em “pişta xwe bi destên xwe bi xwerênin”

dîtin: 306

Pêveker:

ji bo bajarê kobanî çi pêwiste