• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji bo Nivîskarên Kurd

Ji bo Nivîskarên Kurd


nivîskar: Agirî Soran
barkirin: Adar 15, 2015, 1:39


Eger hun dixwazin ku nirxekî we û keda we hebê vê nivîsê hetanî dawiyê bixwînin. Ji bo nivîskarên Kurd, xwendina nivîsên dîtir hindekî zehmete. Ji ber vê yekê ez di wê baweriyê de me ku dê sûda vê nivîsê ji bo we hebe.

Hemî karên ku bi zimanê Kurdî têne pêkanîn û pêşxistin hêjayî pîrozkirinê û xelatê ne. Ji ber ku zimanê Kurdî her çend tekoşîna siyasî û leşkerî ya Kurdî gihiştibe astekî dewletbûnê jî bênirx û bêxwedî ye.

Siyasetên Kurd zimanê Kurdî ji bo xwe wekî amûreka siyasî bikar tênin ne ku bi rastî pêdivî pê dibinîn an jî wekî hemî cîhanê diyardeyeka bingehîn ya hebûna xwe dibînin. Ji ber vê yekê jî zimanê Kurdî bêxwedî ye.

Dema ku zimanek bêxwedî bû, nivîskarên wî zimanî jî dê bêxwedî bin û bi tena xwe bin. Wê demê prensîb û pîvanên nivîskariyê dê hêdî hêdî berbi têkçûnê, guhertinê û aloziyê ve biçin. Ji ber ku parçebûna çanda wêjeyî û wêjevaniyê, bêpergalî û tenêbûn dê berê her nivîskarî bide rêkeke dîtir, dê bala her nivîskarî bide ser diyardeyên ku ji nivîskariyê dûr yên jiyanê.

Bêguman mebesta min ne ewe ku ez li vira tawan û gunehê bêxwedîbûna nivîs û nivîskarên Kurd bavêm ser siyasetên Kurdî û bi vî rengî rewşa heyî ya nivîskaran bê rexne û helwest biparêzim.

 

Zimanê Kurdî, pêşketina zimanê Kurdî û bi sedan nivîskar ji zûve hêviya xwe ji siyaseta Kurdî birîne. Herçend çend kesek, çend axaftineka bi Kurdî ji bo xwe dikin al û xwe pê şa dikin jî mixabin di civaka Kurdan de, di dîroka Kurdan de, di tekoşîna Kurdan de rewşekî derveyî yasayên civakê derdikeve holê. „Dê siyaset û desthilatên Kurdan tu xêra wan bo zimanê Kurdî çênebe. Ev bar li ser milê nivîskarane û çarenivîsa zimanê Kurdî tenê di destê nivîskaran de ye.-

Ji xwe xaleka ku têgihiştina wê gelek zehmete li ber çavan heye. Nivîskar û rewşenbîrên Kurdan ji hizrên siyasî, hêzên siyasî, saziyên siyasî hêviya giringîpêdana zimanê Kurdî dikin. Ev bendêmayîna çewt dê hetanî kengî bidome ne diyare. Lê belê bendêmayineka pûçe û hizrekî zarokane ye.

 

Tu car siyaset nikare bi hizrê wêjevanekî tevbigere. Hest û helwestên çandî û wêjeyî ji bo siyasetê tenê xalên bikaranînê ne. Eger ku Kurd dewlet bane, pergaleka wan ya dewletî ji bo birêvebirina komelgehê hebana wê demê me dikarî li ser kêm û kurtiyên sazî û dezgehên dewletê axifîbana. Lê belê bi taybet li parçeyê mezin yê Kurdistanê li bakur ji xwe ji bo wê dewleta ku qet nehatî, xatirxwestinek heye û ji bo dewleteke demokratîk ya tirkiyê tekoşînek heye. Ew ziman û wêjeya ku di nava siyaseta Kurdan de bi cih nebûyî dê bi çi rengî di nava dewleteke wekî ya tirkî de bicih bibe?

Eger ku dîsan jî dînamîk û hêzên siyasî yên Kurdistanî di nava siyaseta Tirkiyê de wekî ewlekariya ziman û wêjeya Kurdî têne dîtin eve jî dîtineke ku ji awirê hespa encam daye û xwexapandineke mezine. Ji ber ku ew hêz û kes û tevger û dezgeh û saziyên Kurdistanî ku di nava siyaseta Tirkiyê de tevdigerin ji zûve xwatirê xwe ji pêşdebirina zimanê Kurdî xwestine, dîsan kesên li ber piya diçin û bi ked û derfet û berîka xwe ji bo wêje û ziman tevdigerin jî ew kesin yên ku tu hêzeke siyasî, aborî û civatî di dest wan de tuneye.

 

Tabloyeka bêhêvî di vê malika jorîn de min der birî. Lê realîte û rastteqîn bêhêvî jî be dema hate veşartin herkes wê çaxê xwe dixapîne û dixwaze hevdû jî bixwapîne.

Hertişt li pêş çavane û vekiriye. Dema ku bi dehhezaran kes derdikevin kolana, bi dar û beran li panzêr û hêzên dewleta Tirkiyê dixin ji bo serbestkirina zimanê Kurdî û di nava van dehhezaran de deh kes di jiyana xwe ya asayî de zimanê Kurdî bikar nayênin wê demê ev çalekiyên pûçin û zimanê Kurdî tenê ji bo çalekiyê tê bikaranîn, ne ku çalekî ji bo zimanê Kurdî tê kirin. Dema ku bi dehan raport, û nivîs û dadgeh û çalekî û hewldanên dîtir ji bo zimanê Kurdî têne pêkanîn û kesên van çalekiyan, siyasetmedarên van gilî û gazinan dikin bi xwe bi Kurdî nizanin wê demê zimanê Kurdî tenê ji bo wî gilî biyano û amureke, ne ku ew gilî û gazin û tekoşîn ji bo zimanê Kurdî ye.

Kesên ku dixwazin xwe bixapînin bila xwe bixapînin. Lê mafê kesekî tune ku me bixwapîne. Tu kes nikare ji bo Kurdan nirxê sitraneka li ser gerîlla ya bi tirkî û ya bi Kurdî bike wekî hev. Tu car nabin wekî hev. Tu kes nikare nirxê romaneka Tirkî li ser şehîdekî û ya Kurdî bike wekî hev, tu car nabin wekî hev. Tu kes nikare nirxê klîbeka bi Tirkî û yeka bi Kurdî li ser Kurdistanê bike wekî hev. Tu car nabin wekî hev.

Gelik caran nivîskarên ku bi Kurdî dinivîsînin bi xwe jî dikevin nava xwe xapandinekî de. Mirov divê nirxê hertiştî li gorî nirxê wê pê bide ne ku jê zêdetir.

 

Yaşar Kemal

Yaşar Kemal mînakeke giringe ji bo nirx û nasîna zimanê Kurdî û nivîskariya Kurdî.

Mirov dikare bi zimanin dîtir jî bibe bispor, ji xwe hindek nivîskarên Kurd dema ku difetisin û di bin hewaya giran ya Kurdewarî de dimînin an xwe li Tirkî dixin an jî li Erebî. Heman wekî sitranbêjne Kurd. Dema ku ew hîjayiya hêvî dike jêre nayê pêşandan yekser dest bi sitranên Tirkî dike, an jî di nava albûma xwe de yek du sitranên Tirkî jî di avêje nav, wekî şeîreyên nav savarê.

Mixabin rastiya ku pêdiviya Kurdî û Kurdistan û Kurdan pê heyî ne evqasî hesane.

Ev ne tenê hizra mine bêguman, hemî kesên ku li ser ziman û rewşa zimanê Kurdî kur dibin vêya dibînin.

Îro di Rûdaw ê de nûçeyek hebû Zimanzanê Emerîkî Michael Chyet jî di encama lêkolînên xwe û azmûna xwe de pêşeroja zimanê Kurdî di metirsiyê de dibîne. Xala ku zimanzanê emerîkî jî kişandiye ser ewe ku Kurd li deverên herî giring yên Kurdistanê jî êdî di malde Tirkî bikar tînin.

Sedema ku em jî ewqas pê hêrs dibin û hewl didin da ku rewşên metirsî ji holê rakin ji xwe ev rewşe.
Gelik nivîskarên Kurd jî ji ber ku wêjevanekî bihêz bû, wêjevaniya Tirkî ya Yaşar Kemal rewşekî asayî dîtin û jêre teoriyên li gorî hiş afirandin û destê xwe nedan nivîskariya Tirkî ya Yaşar Kemal. Bêguman Yaşar Kemal mirovekî mezin bû. Lê tu xêra wî ji bo Kurdîtiyê nebû. Mirovekî hestyar bû, mirovekî ne xwedî hestên kur be nikare bibe wêjevan, û di dawiya temenê xwe de dibe ku ji ber hewaya giştî ya Kurdistanê û encama tekoşîna Kurdan hizir û helwestê xwe jî guhertibe, lê belê tu xêra xwe ji bo zimanê Kurdî çênebû. Ne nivîskarekî Kurd bû. Ew teoriyên ku “Tekoşîn bi çi zimanî dibe bila bibe pîroze û tekoşîne” teorîyeke derewe ku ji aliyê kesên asîmîlekirî ve di nava Kurdan de hatiye rûniştandin. Tekoşîn bi her zimanî ne tekoşîne. Dijûn jî carinan dibe reklam, reklama xirab jî gelik cara mirova mezin dike. Ji ber vê yekê jî her tekoşîn ne pîroze, şêwe û zimanê tekoşînê wê tekoşînê pîroz dike û bi wate dike û encamê wê dide der.

Ji bo vê yekê jî tu kes nikare rewşa Kurdekî ku bi zimanekî biyanî nivîsîye û rewşa xwe ya aborî, malbatî û dewrû berê xwe baş kiriye û Kurdekî ku bi zimanê Kurdî nivîsîye hîna diçe rojê 10 demhijmêran li ber destê biyaniyan kar dike, hêza wî tune biçe deverekê beşdarî panelekê bibe, bi ked û renca xwe pirtûkên xwe çap dike, gelik caran nikare çap jî bike, ji berîka xwe beşdarî çalekiyan dibe, nikare wekî pêwist pirtûkên xwe wergerîne, ji bo xwe dazanîneke fermî amade bike, bike wekî hev. Rewşa van mirovan nabe wekî hev. Her çend hindek kes dema ku wê hunerê di xwede dibînin ji zimanê Kurdî di çerixine zimanên dîtir jî, piraniya nivîskarên Kurd barekî giran rakirine ser şanê xwe.

 

Rexne û çend nêrîn li ser Nivîskarên Kurd

 

Di nava nivîskarên Kurd de, di warê nêrîna li siyasetê û tekoşîna Kurdewarî de xeletiyek heye. Du nêrînên cûda derdikevin holê. Yek jê “Divê nivîskar ji siyasetê dur be û bi hemî tiştê xwe ve azad be, bi tu rengî girêdayî hizrên siyasî nebe. “Nêrîna dîtir jî; -Nivîskar bê siyaset nabe, ji ber ku ew jî rewşenbîrekî civakê ye bi taybet jî civakekî wekî ya Kurdan nivîskar divê bi tu rengî ji siyasetê dur nebe û bi wêjeya xwe xizmeta siyasetê bike. “

Herdu hizir jî di dema gihiştina asta bilind de metirsîne. Nivîskar, navê wî li sere nivîskare. Wêjevane, rewşenbîre. Ne milîtane. Ne endamekî rêxistinekê ye. Nasnameyeke nivîskar heye. Di nava civakê de kesê ku herî zêde bi nasnameya xwe tête nasîn nivîskare. Nivîskar nikare bibe şervan, nivîskar nikare bibe siyasetvan, nivîskar nikare bibe bazirgan, nivîskarek nikare bibe dadwer, parêzer û wekî van. Siyasetmedar dikare binivîse, şervan dikare binivîse, bazirgan dikare binivîse, Milîtan, endam û kesekî karemendê rêxistinekê dikare binivîse. Herkes dikare binivîse. Lê herkes ne nivîskare.

Dema ku mirovekî got ez nivîskarim. Wê demê rewş tê guhertin. Ew kes divê bibe dengê dilê civakê. Ne ku bibe serokê çalekiyê. Dibe ku ji ber pêdiviya tekoşînê bê, di nava van sî salên dawî de di nava Kurdan de ev çemk hate belavkirin. “Kesayeta şoreşger divê hertişt be“. Kesayeta komplet. Kesayeta ku bibe hertişt ji xwe ne tu tişte, ne nivîskare jî. Him bibe nivîskar, him jî biçe di maseyên diplomasiyê de derewa bike vana nakevin yek turikî de. Him bibe nivîskar him jî wekî milîtanekî rêxistina tev bigere. Wê demê tu nabe nivîskar.

Di herdu aliyên ku me li jorî diyarkirî ev encam derikevin holê.

 

Hizir û nêzîkatiya yekem, ya ku dibêje sedî sed divê nivîskar di nav tekoşînê de çalek û berpirsiyar be;

 

Nivîskarên ku xwe azad dibîne û bi her awayî dijî rewşa civakî dixwaze xwe bi tenê bike di nava xeletiyekî mezin de ye. Dema wêjeyekê bike jî ew wêje ya wê rewşa civakê ye, ya wê rewşa siyasî ye, ya wê tekoşînê ye. Tu car nivîskar li himber rewşên civakî bê helwest, bê gotin, bê nivîs namîne, divê nemîne jî. Li gelik welatan bi taybet di demên şerê cîhanê yê duyem de gelik nivîskar gihiştine asteka wisan ku karîgeriya xwe li ser şer jî bikin û li ser desthilatên demê jî bikin. Nivîskarên wekî Jean Paul Sartre rêkekî ku ji fîlozofî û nivîskariyê pêk hatî afirandin. Bêguman nivîskar di pileya herî kur de fîlozof e.

 

Gelik nivîskarên Kurd wekî militanên rêxistinan tev digerin û şûna rewşa giştî ya Kurdî ji bo xwe bikin bingeh, alîgirî û hizrê xwe yê yekalî derdixin pêş pênûsa xwe.

Siyaset qonaxên dem kinin. Hizrên siyasî pêvajoyên guhertinêne, misoger nînin. Li gorî pêvajoyê hizrê çêkerin. Ji ber ku di xwezaya rêxistinên siyasî di bingeh de nermbûnek heye. Karakter û kesayeta rêxistinê û ya mirovekî bi taybet jî mirovekî nivîskar tu car nabe nêzîkî hev. Rêxistineke siyasî mînak wekî PKK, dihunê dikare hemî hêza Kurdewarî ji bo welatekî serbixwe bixe tevgerê, lê îro jî ji bo Tirkiyekî demokrat ku Kurd karibin têde aram bijîn hemî hêza xwe dixe tevgerê. Rêxistin an jî partiyekî wekî PDK bi Saddam re karî Hewlêrê bixê dest xwe, lê serhildana herî mezin jî dijî Sadam ew lidar bixe. Demekê Îran dostê PKK bû, neha kîjan Kurdê ku endamê PKK ye digre yekser darve dike. PYD bi hejmareka kêm ya şervanên Kurd ve bi salan dijî hovên ku ji Tirkî dihatin şer kir û bi darê zorê li ber xwe da û bi ser ket, îro dikare peymana li gel leşkerê Tirk çêbike û rê bide wan da ku gora kalkê xwe ji deverekê bînin nava erda di bin desthilata YPG de.

Tirk dihunê dijmin bûn, li ser vê destan dihatin nivîsîn lê çêdibe ku sibê romanên dîrokî yên Îmralî bêne nivîsîn bê ka çilo siyasetvanên Tirk formulên rêvebiriya komara Tirkiyê ji Serokê PKK girtine.

Rojekê destanên nû yên ku leşkerê tirk û Kurd di yek sengerê de dijî welatne dîtir şer dikin dê bêne nivîsîn. Eve siyasete, eve rêxistinin.

Kevirê hîmê avayiya siyasetê nîne. Li ser axêye. Hizir çi dibe bila bibe ev wisaye. Îslamî dibe, Marksîstî dibe, Lîberal dibe, Laîk dibe qet ne giringe.

Lê ew nivîskarê ku hîmê xwe jî li gorî siyasetê bavêje wê demê ew jî bê hîm dimîne. Awirê nivîskar divê ji siyasetê wêdetir be.

Awirê nivîskar dema ku li Urmiyê nunerê partiya Kurdan rudinişt di girtîgeha Urmiyê de Kurdên Rojhilat û endamê rêxistinê êşkence didît divê bibîne. Awirê nivîskar divê, dema ku Şam navenda tekoşîna Kurdan bû di wan girtîgehên bin erdê de Kurdên rojava dihatin kuştin divê bibîne, Awirê nivîskar, dema ku Kurdan bi Saddam re hevkarî dikir, Kurdên endamê wan jî di girtîgehên Saddam de dihatin kuştin divê bibîne.

Awirê nivîskar divê karibe bala xwe bide ser pêşmergeyê ku li Celawla şehîd dikeve, ji ber ku li wir dîrok tê nivîsîn. Awirê nivîskar dive berê xwe bide ser wî Gerîllayê ku li Mexmûrê bi cîhazê li gel pêşmerga di axife û bi yek fermanê êrîşî dijminê Kurdan dikin. Nivîskar divê awirê xwe bide wan pêşmergeyên bira yên rojavayî ku di şerê şengalê de şehîd ketî. Nivîskar divê awirê xwe bide Wan şervanên ku li Serê kaniyê, li Kobanê, li Hesekê şehîd ketî. Tu carî ev şervan, ev şer, ev tekoşîn, ev destkeftî, ev başî û xirabî, êş û coş ji partiyên Kurdan, ji siyasetê Kurdan, ji rêvebirên Kurdan ne qutin. Bê guman rasterast bi wan ve girêdayî ne. Lê eve ne karê nivîskare ku ji aliyekî bohatî wergire û hêrsa xwe bide aliyê dîtir. An jî nivsîkarekî ku hizrê xwe yên siyasî nînin an jî hizrê xwe cûdane, ji Kurdayetiyê dur bibîne. Bêguman romanên siyasî jî dikarin bêne nivîsîn lê ez qala hizrê siyasî û nêzîkatiyê nivîskaran bi xwe dikim.

 

Ziravbihistyariya Nivîskar di virade veşartiye. Ne ku bibe parezvanê rêxistinan an jî wekî milîtanekî wan tev bigere. Ji ber ku ew rêxistinên siyasî, yên wekî PKK, PDK, YNK û yên dîtir pêdiviya wan ewqas jî bi propagandîstan nîne. Ji xwe yên ku bi şev û roj diruşmên wan tavêjin hene. Pêdiviya Kurdan, pêdiviya gelê Kurd, pêdiviya zimanê Kurdî, pêdiviya hejarên Kurd, pêdiviya birîndarên Kurd, pêdiviya şervanên Kurd, pêdiviya zarokên ji ber şervanan mayî, keçikên barê civakê yê giran radikin bi Nivîskara heye.

Dema ku nivîskar wekî siyasetmedar derkete holê bêguman wê demê dê henekê xwe bi pirtûkên hev jî bikin, dê henekê xwe bi nivîsandinê hev jî bikin. Dê nekaribin li himber hevdu di nava rêzgirtinekê de bin. Dê yek xwe ji yê dîtir mezintir bibîne, dê xwe baştir bibîne.

Vê demê aloziyeka bi vî rengî di navbera nivîskarên Kurd de heye. Eve jî xisarê him dide nivîskaran bi xwe, him dide wêjeya Kurdî û di encam de dide civaka Kurd.

 

 

Kesên ku bi her rengî bi navê azadiyê tevdigerin û dixwazin tevbigerin;

 

Nivîskar an jî kesên ku nivîskariyê wekî diyaredeyeke derveyî civakê, ser civakê re û ji hemî alozî û nakokî û encamên civakbûnê dûr digrin û dûr dibînin jî hene bêguman.

Eve jî nivîskariyeka dîtire bêguman. Dema bi Kurdî be sûdeka xwe ji bo Kurdîtiyê heye. Lê belê dîsan jî mirovan li himber civakê xemsar dike û di warê rewiştî de ji pîvanên nivîskariyê dure. Ji ber ku bi tu rengî nivîskar nikare li himber rewşekî wekî ya Kurdan, li himber rewşa gelê xwe bê helwest û bê hizir û bê ked bimîne. Eve jî rewşenbîrîyeka ku ji arîşe û barê giran yên Kurdewariyê direve û ber bi berjewendiyên kesane dibe. Ev kesayet an jî nêzîkatî jî dikare mirovan ji hemî nivîskarên dîtir yên Kurd, ji hemî nirxên civakî qut bike.

 

Arîşeyên dîtir yên nivîskarên Kurd

Arîşe û problemên nivîskarên Kurd ne tenê di warê hizir û aloziya di navbera civak û siyasetê de ne. Arîşeyên aborî jî hene. Dîsan arîşeya herî mezin ewe ku encama keda xwe nikarin werbigrin. Pirtuk nayêne firotin. Li gorî keda ku dayîn nayêne xwendin. Di encam de hêviyên wan dişikin. Di warê aborî de bazareka ku karibe buhayê pirtûkê bi çerxîne û bohatiyekê bide nivîskar tune. Tenê navê nivîskar derbikeve û pirtûkên wî wekî ku tê hevîkirin neyête xwendin bêguman eve têra nivîskar nake. Hizrê wî, derûnê wî, bohatiya wî ji bo pirûkeka dîtir nikare amade bike, an jî bi berdewamî nikare bi afirîne.

 

 

SEDEMÊ NEXWENDINA PIRTÛKÊN WE, HUN BI XWE NE

 

Sedemên vê rewşê wekî me li jorê jî gotî bi hizra min berî hertiştî nivîskar bixwe ne. Ji ber ku nivîskar kesayetên rewşenbîrin. Wekî welatên dîtir an jî zimanên dîtir civak xwe bi xwe di vê serdemê de nikare xwedî li nivîskaran derkeve, an jî sazî, zanko û dibistanên wisan nînin ku nivîskaran girê bidin û karibin rêkekê ji bo wan vekin. Bo vê yekê jî li gorî rewşa awarte ya civaka Kurd, siyaseta Kurd û nebûna dewletê bar dikeve ser şanê Nivîskaran bi xwe de.

Yekîtiyekî nivîskaran ku karibe bibe pirek di navbera nivîskaran û civakê de tune. Di warê fermî de yekîtiyên nivîskaran hebin jî saziyên sivîl û yekîtiyên nivîskaran yên derve ji bo xwe nimûne digrin û karên wan ji çalekiyên sivîl û çend kar û hevdîtinên wêjeyî derbas nabe. Eger ku nivîskarên Kurd di nava zehmetkêşî û aloziyeka bêpergal dene, para nebûna Yekîtiyeke baş ya nivîskaran di vêya de heye. Sedem çi dibin bila bibin, hizrên siyasî dibin, hevûdû ranekirin dibe, çavnebarî dibe çi dibe bila bibe nebûna Yekîtiyeka Nivîskaran û rêxistineka bihêz ya nivîskaran xisareka mezine ji bo wêjeya Kurdî û nivîskarên Kurd.

 

Ji aliyê dîtir ve li nivîskar bi xwe jî di nava kêmbûnekê de ne. Li gorî rewşa civaka Kurd tenê bi derhênana pirtûkan ve nivîskarî têrê nake. Ji derhênana pirtûkan bêhtir tişt ji nivîskarên Kurd têne xwestin.

Xeletiya herî mezin jî yek jê ya nivîskaran ewe ku hemî kar û barên xwe bi arîşeyên aborî ve girê didin. Bêguman rewşa xirab ya aborî me qala wê kir, ev rewşekî asayîye. Li gorî ku nivîskar ne bazirgane, ji xwe dê astengiyên wî yên aborî hebin. Lê gelik kar û tişt hene ku jêre aborî navê, an jî bi derfetekî gelekî kêm jî mirov dikare pêk bîne. Dema ku derveyî pirtûknivîsînê nivîskar nakeve nava hewlaneka dîtir de wê demê bêguman ne civak wiya baştir dinase, ne jî dikare berhemên xwe bifroşe.

Li Bakurê Kurdistanê û carcaran li başûr jî pir zêde panelên wêjeyê têne lidar xistin an jî li gelik pêşangehên bajarê tirkiyê panel têne lidarxistin. Bêguman evana başin. Lê belê kêmin. Karên ku nivîskar bixwe bikin jî hene.

ÇEND PÊŞNIYAR

Ez wekî nivîskarekî vê nivîsê nanivîsim. Ez wekî mişteriyekî, wekî xwendevanekî, wekî bazirganekî û wekî kesekî ku dixwaze arîkariya nivîskaran bike vêya dinivîsim. Ji ber wê bawerim dê pêşniyarên min cihê xwe bigrin.

Danasîna pirtûkan gelek qelse. Eger weşanxane dazanînekê li ser pirtukê binivîse dinivîse, eger na, nivîskar tiştekî li ser nanivîse û dazanîn û danasînekê li ser amade nake. Dema panelek tête lidarxistin û li ser pirtûkê tê axaftin, ji nivîskar wêye hemî Kurd bi pirtûka wî hesiyan û êdî dê bixwînin. Kurd şêwazê nivîsandinê yê kêm nivîskaran dizanin. Ji bo vê yekê Kurd divê pirtûkan hilbijêrin ji bo xwendinê. Ya yekem ji ber ku pirtûkên Kurdî li gorî pirtûkên dîtir buhayê wan giran, ya duyem her çend pirtûk gelek bin jî bidestxistina wan ne hesane. Ji bo vê yekê divê xwendevan naveroka pirtûkê bizanibe da ku karibe yekser bikire an jî nekire. Nivîskar yekser bergê pirtûkê davêje fisboqê û dibêje vaye min pirtûkek weşand. Tu kes li gorî bergê pirtûkê, pirtûkê nakire. Ne tenê ji aliyê weşanxanê ve, rasterast ji aliyê Nivîskar ve jî divê dazanîneka baş ku pirsan di serê xwendevan de çêbike û bala wî bikşîne ser pirtûkê di dema weşanê de bête belavkirin. Bi dehan malperên Kurdî çêbûne. Bila nivîskar wê xîretê di xwe de bibîne û bo hemî malperan rêbike. Hemî malper li nûçeyan digerin. Nivîskar jî ketine navde ka gelo Rûdawê çi got, nizanim Avesta kurd çawaye, Basnews qence an na, rewanbêj kê çi nivîsî. Di pukmedia de çi heye, ANF çi nûçe belav kir.

Helwest û hizrê malperan çi dibe bila bibe, nûçeyê pirtûkên xwe ji bo wan birê bikin. Eger hun dixwazin ku pirtûka we bête xwendin û bête nasîn divê hun vê zehmetiyê jî bibînin.

Dazanîneka baş pêwiste li gel peywendiyên firotina pirtûkê.

 

Nivîskar ne xwedî prospekt an jî danasîneka kesane ne. Nivîskarên Kurd wekî hertim her pêngava xwe bi arîşeyên aborî ve girê didin lê belê hindek tişt hene rasterast bi nivîskar ve girêdayî ne ne ku bi aboriyê ve.

Nivîskarên ku bi çend zimanekî danasîna wî heye, an jî kurtejiyana wî, dîroka wî, di derbarê pirtûkên wî de dazanîn, gelek kêmin. Nivîskar di vî warî de jî şûnve mane. Sedemê çûyîna pêşangeha ewe ku pirtûkên xwe bidin nasîn û eger karibin mafê werger û çapê bidin weşanxaneyên biyanî. Lê belê prospekt an jî danasînnameyeka birêk û pêk, bi rengekî fermî ya nivîskaran tuneye. Herî kêm bi 4 zimana ji bo Kurdan divê hesan be. Berî hemî zimana ji xwe zaravayê Soranî pêdiviyeka mezine. Piştî hingî Kurdî, Ingilîzî, Tirkî, Elmanî û derfet hebe Farisî, Erebî pêwiste. Ji bo vêya jî pereyekî zêde ne pêwiste. Ji ber ku ez ne qala wergerandina pirtûkan dikim. Ez qala danasînnameyê dikim. Da ku weşanxane bixwazin ku wan pirtûkan wergerînin. Ji bo vêya çend nasên we an jî hezkiriyên we hebin besî we ye. Pêwist nake bi pera hindek tişt bêne çêkirin. Çapkirina danasînnameyê jî ne ewqas girane wekî pirtûkan.

Di vî warî de divê ku ez mînakekê bidim. Nivîskarê Kurd Helîm Yusiv di vî warî de mînake. Bi derfetên gelekî kêm û bi bêderfetiyê Kariye ji bo xwe, di derbarê karê xwe de, di derbarê jiyana xwe û berhemên xwe de danasînnameyekê bi çend zimanan amade bike. Karî ku bi gelek rengî peywendî li gel nivîskar û weşanxaneyên biyanî deynê. Û di heman demê de berî bisalan bûye xwedî malpereke bi pirzimanî. Di vira de ne tenê berhemên xwe, bername û nivîsên xwe, pexşan û şiroveyên xwe jî di weşîne.

 

Tekoşîna danasîn, dazanîn û belavkirina pirtûkan, zêdekirina xwendevanên pirtûkan kême. Gelek nivîskar ji tekoşîna zimanê Kurdî durin. Dixwazin hilbijartî bimînin. Bi hewaya nivîskariyê û çend gotubêjên nivîskaran ve sînordar bimînin. Ji bo wan xwe gihandina ciwanan ne armanceka serekî ye. Ew dixwazin xwe ji dîrokê re bihêlin an jî, xwe ji dîrokê hatî dibînin bo vê yekê, ji jor ve li xwendekaran dinerin.

Nivîskar divê ji huran dest pê bike ne ji giran. Ji biçûkan divê destpê bike, pirtûka herî baş cihê xwe di hiş û mêjiyê mirov de digre ew pirtûka ku di temenê 12,13,14,15 û 16 salî de tête xwendin. Lê nivîskarên me di virade di nava xeletiyekê de ne berê xwe didin kalan û gotubêjên mezinan. Ewna her pêwistin û xweşin. Lê belê xwendevanên ciwan divê armanca serekî bûn. Ji bo vêya jî gelik rêk û rêbazên dîtir divê bêne dîtin da ku pirtûk bighêjin van ciwanan.

 

Nivîskarên Kurd derveyî fisboqê teknîkê bikar nayênin. Carinan ser navê wan ez hêrs dibim. Nivîskarên Kurd ji teknîkê gelek durin. Û aliyê herî xirab ewe ku vêya jî hindik maye ji bo xwe serbilindî bibînin. Mixabin ne wisaye. Teknîk gelik pêwiste. Ji ber ku şêwazê xwendinê, şêwazê xwegihandina pirtûkan hatiye guhertin. Êdî mirov dixwazin zû bixwînin û yekser berdest be. Bo vê yekê jî gelik rêkên cûda pêwistin.

  • Di serî de malperên nivîskara pêwistin. Bi gelik zimana û divê versiyona wê ya mobîl jî hebê. Malper divê di telefonên desta de rehet û baş bête xuyakirin da ku herkes karibe nivîsan di malperê de hesan bixwîne.
  • Pirtukên Kurdî divê bibine pirtukên elektronîk û di telefonên destan de jî wekî pirtûk cih bigrin. Bêguman divê bêne firotin bi buhayekî erzan. Ji ber ku digîtal û elektronîkin, divê erzanbin û li her deverê, herkes karibe bixwîne.
  • Nivîskarên Kurd nivîsên xwe şûna ku di malperekî de kom bikin tenê di facebookê de parve dikin. Bidin malperên Kurdî baştire. Ji ber ku facebook ne yê we ye. Her çend temendirêj jî be, rasterast ne ya we ye. Tenê kesên di rûpelê we de dikarin we bibînin, kesên dîtir divê we di malpera we de an jî di malpereka dîtir de bibînin. Nivîsên dikevin facebookê de ji ber parvekirinên zêde û hejmara zêde ya mirovan, yekser piştî çend demhijmêran an jî piştî rojekê hew têne dîtin. Di rupelê we de heye lê belê kes hew lê dinêre ji ber ku li cem wan xuya nake hetanî nekevin rûpelê we de.
  • Nivîs divê di malperêkê de bêne weşandin. Eger ku malpera we bi xwe nebe hun dikarin di malperên dîtir de biweşînin. Ji bo vêya me rewanbêj pêş xist. Nivîs naveroka xwe çi dibe bila bibe divê ku nivîskar karibe nivîsên xwe di virade biweşîne û karibe wekî arşîv berhev bike. Em bawer dikin ku gelik malper vî derfetî dikarin bidin nivîskar. Him xwendevan bi hesanî dikarin xwe bighînin nivîsan, him jî di dema pêş de dema ku nivîskar xwest wan nivîsan bike pirtûk hemî dê berdest bin. Lê gelik malperên kurdî cih didin nivîsan ji bo vê yekê nivîskar divê ku nivîsên xwe bighîne malpera. Lê aliyê nebaş ewe ku piraniya nivîskaran nivîsên xwe pêşî di facebookê de belav dikin. Dema di wirade belav bûn wê demê zêde wateya wê namîne ku bikevê malperê de.

 

Aliyê herî giring jî avakirina saziyeka nivîskara ye, ku bi rastî xwedî li nivîskarên Kurd derkeve û karibe ji bo wan sponsoran bibîne û karibe derfetekî aborî û pergaleka baş ya weşandin û belavkirina pirtûkan pêk bîne. Eve karê Yekîtiyên nivîskaran e. Lê belê divê ku nivîskar bixwe li ser vê yekê rawestin ku Yekîtiyên heyî dewrekî wisan bilîzin da sûdeka wan ji bo nivîskaran çêbibe, da ku zû zû pirtûkên xwe bighînin xwendevanan û karibin hatiniyeka aborî jî bidest bixwin. Saziyên ku karibin nûnertiya nivîskara bikin, heman wekî karê muzîkê û Menageriyê, saziyên ku nivîskaran bidin nasîn, di çap û belavkirina pirtukan de arî wan bikin. Ji bo vê yekê bi navê Hevi Group eve çend sale em tevdigerin. Lê belê eve têra hertiştî nake, pêdivî bi Komele an jî Vakif an heye da ku karibe endaman kom bike, mehane pera bide hev, sponsoran berhev bike û karibe piştevaniya Nivîskaran bike bêyî ku cûdabûnekê bixe navbera wan de. Ji ber ku nivîskar bixwe cûdabûnê dixin navbera xwe de. Ji ber ku nivîskar bi xwe piranî bi hizrê siyasî hevdû di darezînin yekbûnekê çênakin. Di encam de wêjeya wan giringe, hizrên wan û çalekiyên wan û helwestê wan teştekî kesaneye û wana girê dide. Bo vê yekê sazî û dezgehên ku karibin piştevaniya nivîskaran bikin, piştevaniya çalekiyên wan bikin pêwiste. Ji bo vêya jî helwest û hewldana nivîskaran bi xwe pêwiste.

 

Nivîskar Pirtûkên xwe bi xwe rênakin deverên civakî. Nivîskar bi xwe divê hewl bikin ku pirtûkên xwe an diyarî an ji bi rengê firotinê rêkin deverên civakî. Wekî dibistan, zanko, komele, deverên werzişê û gelik deverên dîtir. Ji bo vê yekê hewldana wan kême. Li Bakur an jî parçeyên ditir yên Kurdistanê û gelik welatên Ewrupa deverên wisan hene. Komele, Dibistan, Zankoyên ku beşên Kurdî di wan de hene û gelik deverên dîtir yên civakî. Nivîskar bi xwe dikarin bi wan re peywendî deynin û pirtûkên xwe bighînin wan deveran.

 

 

Hîna gelik rêk û rêçikên dîtir mirov dikare rêz bike da ku bi rastî pirtûkên Kurdî baş bicih bibin û bêne xwendin û bêne kirîn. Bêguman li pêş evqas pêdiviyan astengiyên derûnî û hizrî divê bêne rakirin. Hizrê mirovan çi dibe bila bibe piştî ku xisarekê nedê Kurdewarî û di warê wêjeyê de jî giraniyeka xwe hebê rêzgirtin û pêş lê vekirin pêwiste. Ji xwe wêjeya tu nivîskarî zû zû nêzîkî hev nabe. Herkes derûnê xwe, hestên xwe û hunera xwe dirêje. Lê eve nabê sedem ku wêjeya yekî ji ya yê dîtir bilindtir û nizmtir be. Wî nirxî divê xwendevan bide ne ku nivîskar bidin hev.

Di encam de tiştê ku van xalên jorê tevan bide kirin û çêkirin giraniya nivîskare. Pêgihiştin û asta wî ya cîhanîye.

 

dîtin: 125

Pêveker:

ji bo nivîskarên kurd