• Têketin
  • Ziman
Ji bo piştgiriya Rojava çalakiyên jinan berdewamin

Ji bo piştgiriya Rojava çalakiyên jinan berdewamin


barkirin: Gelawêj 28, 2013, 7:20


Bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Rojava û silavkirina şoreşa li Rojava li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê çalakiyek hate lidarxistin. Her weha Li bajarê Wanê û Silopiyê jî jin ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo’yê bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk pêk hat. Di çalakiya nobetê de li ser komkujî û berxwedana li Rojava de sînevîzyonek hat nîşandan. Di çalakiya nobedê ya heta ber destê sibê de jinan li erbanê xistin, klam gotin û govend gerandin.

Di berbanga sibehê de jî rêvebera BDP’ê ya Bajarê Mêrdînê Hasîbe Kavûrmengîr der barê çalakiyê de daxuyaniyek da û got, “Duh li vê derê dîroka Kurdistanê hat nivîsandin. Kurdên li Rojava û Bakurê KUrdistanê, bi al û rengên xwe, bi xwişk û biratiyê destê xwe dirêjî hev kirin û hev silav kirin.”

Kavûrmengî da xuyakirin ku sînorên hatine danîn, derveyî vîna gelan hatine kişandin û got, “Çi dibe bila bibe, em sînoran qebûl nakin; ji ber ku bi zorê sînor xistine nava me. Ji vê derê em careke din ji dewlet û pergala zordar re dibêjin; sînorên navbera me rakin. Dilê me, tevgera me, armanca me û her çar parçeyên Kurdistanê yek parçe ne. Zordariya xwe ya li navbera gelan rakin.”

Çalakiya nobedê ya şevekê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê, bi dirûşma “Jinên azad sînoran nas nakin” bi dawî bû.

Jinên Qamişloyî jî li ser sînor bûn.

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jî jinan bi pêşengiya Yekîtiya Star bi armanca piştgiriya çalakiyê û pêşwazîkirina jinên Bakûr meşiyan ser sînor. Di çalakiya li ser sînor de slgonanên wekî, “Gelê kurd sînoran nas nake”  hatin berzkirin û pankarta “Îradeya jinê sînoran nas nake” hate vekirin.

Çalakiya jinên Qamişlo jî heta serê sibehê dom kir.

Jinên Wanê jî meşiyan

Ji bo piştgiriya Rojava jinên Wanî jî meşiyan. Bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Rojava û piştgirîdayîna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya DOKH’ê jin li Garaja Şaredariyê ya Wanê li hev kom bûn û bi pankarta bi nivîsa “Nêzîkatiya li Rojava nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd û jinên Kurd e” beri bi parka Feqiyê Teyran meşiyan.

Piştî meşê li parka Feqiyê Teyran daxuyaniyek li çapemeniyê hat dayîn. Di çalakiyê de li gel Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Hevserokê BDP’ê yê Wanê Mûsa Îtah gelek kes amade bûn. Hevseroka BDP’ê ya Wanê Fîgen Yaşar daxuyanî xwend û anî ziman ku di dema meşê de polîsan heqaret li wan kirine û li hin hevalên wan dane. Yaşar ragihand ku na nûmaraya kaskê di serê polîsên mijara gotinê de girtine û ewê karên pêwîst ên qanûnî li dijî van polîsan bikin.

Yaşar da xuyakirin ku şoreşa Rojava bi karektera xweya îdeolojîk û berxwedana xwe derdikeve pêş û anî ziman ku şoreşa Rojava beriya her tiştî şoreşa jinê ye. Yaşar diyar kir ku hewl tê dayîn şoreşa Rojava bi komkujiyan were astengkirin û got, “Hêza navendî rêxistinbûyîn û êrîşkirinê ya çeteya El Nûsra, deshilatdariya AKP’e ye. Bi ambargoyê re dixwazin Kurdan ji cîhanê îzol bikin û bi rêya komkujiyên çeteyan re jî, hewl didin vîna Kurdan a di sedsala 21’an de şewq dide, bifetisînin. Jinên Kurd bi vê têgihiştinê amade ye bi her awayî û bi her berdêlî xwedî li şoreşa Rojava derkevin.”

Erdogan bo çi ji bı Rojava nagrî

Yaşar da xuyakirin ku Erdogan û wezîrên wî ji bo mirovên li Şamê hatine kuştin digirî, lê li pêşberî fetwayên kuştina zarok û ciwanên Kurd û destavêtina jinên Kurd hela dikin, bêdeng dimînin. Yaşar got, “Ji ber ku ew Kurd in. Em bang li hikûmetê dikin ku tavilê dest ji vê helwesta xwe ya bêdengiya li pêşberî komkujiyên li Kurdan tên kirin, bînin.”

Yaşar diyar kir ku nêzîkatiya li Rojava nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd û li jina Kurd e û got, “Di van rojên dîrokî yên Kongreya Neteweyî ya Kurd bê lidarxistin de, yekitiya neteweyî ya Kurdan di şoreşa Rojava de derbas dibe. Divê em bêjin; aliyê me yê li Rojava diêşe, xwîn dibe û em wê birînê di kûrahiya dilê xwe de hîs dikin. Em ji hemû hêzên li ser Rojava xwedî hesabane re îlan dikin û dibêjin; berxwedana li Rojava berxwedana me hemûyane. Weke civata Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk û tevahiya jinên Kurd bi dirûşma ‘Her der Rojava her der berxwedan’ emê her tim dakevin kolanan.”

Çalakî piştî daxuyaniyê bi dirûşman bi dawî bû.

Li Silopiyê jî bi hezaran jin meşiyan

Li navçeya Şirnex Silopiyê, li ser banga Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH) û Meclîsa Jinan a BDP’ê, bi hezaran jin ber bi gundê Rihaniye meşiyan.

Di meşê de Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, rêveberên BDP’ê yên bajar û navçeyan û xebatkarên şaredariyê jî amade bûn.

Li gel hejmareke zêde ya leşkeran, bi hatina parlamenterên BDP’ê ya bundê Rihaniye re, meşa ber bi qada çalakiya nobedê destpê kir.

Di meşê de pankartên bi nivîsa “Her der Rojava her der berxwedan”, “Şoreşa Rojava projeya Rêber Apo ye”, “Şoreşa Rojava ne bêxwedî ye”, “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye” û “Kurdistana bêsînor, berxwedana bêsînor” hatin vekirin.

Girseya gel a gihaşt qada li ber sînor, li ber stranên hatin gotin, govend gerand.

Çalakiya nobedê wê heta sibê dewam bike.

Jêder ANF

dîtin: 425

Pêveker:

ji bo piştgiriya rojava çalakiyên jinan berdewamin