• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji raya giştî, Rojnamevan û nûçevanên Kurd re!

Ji raya giştî, Rojnamevan û nûçevanên Kurd re!


barkirin: Êlûn 27, 2015, 12:41


Malpera Rewanbêj ji sala 2003’ê ve bi navê Gelavej û ji sala 2010’ê pêve jî bi navê Rewanbêj’ê bênavber kar dike.

Rewanbêj bêy ku xwe bispêre aliyên Siyasî, li gor pîvanên rojnamevaniya cîhanî xizmeta Her çar Parçeyên Kurdistanê dike.

Nûçeyên Rewanbêj’ê ji ajansên cîhanî têne wergirtin û nûçeyên herêmî û Kurdistanê jî rasterast ji cihê bûyerê an jî ji ajansên xwedî çavkaniyên herêmî têne wergirtin.

Hemû nûçeyên resen ku ji Ajansan hatî wergirtin, rasterast ji aliyê karmend û rêveberên Rewanbêj’ê ve ji zimanên Ingilîzî, Almanî, Erebî, Tirkî û Farisî têne wergerandin.

Hewla nivîskarên Rewanbêj eve ku bi raport, lêkolîn û pexşanên ku encama ked û renceke giranbûha ne, belgeyên girîng rasterast û lezgîn bigehîne xwendevanan.

Bêguman mafê her sazî, rojname, malper, nivîskar, lêkolînvanan û kesan heye ku babetên di rewanbêj’ê de bikar bînin. Lê mixabin cara çendemîne çend malperên Kurdî bi awayekî berdewam û rojane babet, nûçe, wêne û videoyên Malpera me bê amajekirin bi çavkaniyê diweşînin û mixabin ku ev yek ji aliyê hempîşeyên me ve tê kirin.

Yek ji pîvanên sereke û exlaqî di karê rojnamegeriyê de amaje kirin bi çavkaniyane. Ger ev kiryarar a malperên Kurdî berdewam be, em dê rêbazên qanûnî bi kar bînin û navê wan malperan jî bi belge ji raya giştî re radigehînin.

Hevkarî û xebatên hevbeş di navbera rojnamevan û Medyayên Kurdî de, dikare Medyaya Kurdî ber bi cîhanî bûnê ve bibe.

 

Rêveberî û Editoriya malpera Rewanbêj’ê

Malpera Rewanbêj çi ye?

dîtin: 79

Pêveker:

ji raya giştî rojnamevan û nûçevanên kurd re!