• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji Dusseldorf heya Oremar

Ji Dusseldorf heya Oremar


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Êlûn 11, 2015, 9:19


Ji Düsseldorf heya Oremar
Dema ku li bajarê Düsseldorfê 23´mîn festîvala Kurdan a aştîyê hebû, artêşa Tirkiyê li geliyê Oremar amadekariyên şerekî li dijî gerîlayên PKKê dikir. Li vira banga aştî û biratiyê hebû, li wira jî li ser axa Kurdistanê dixwestin şervanên Kurd tune bikin. Li vira festîval biserkeft û li wira jî artêşa Tirkiyê bi bin kef. Artêşê nav-nîşanekî dîrokî û cihê serhildana sala 1930an ji xwe re hilbijartibû. Serhildana ku hingî jî pozê artêşa Tirkiyê li erdê malî û bi beşdarbûna Kurdên sê parên Kurdistanê û kuştina dehan leşker û serleşkerên Tirk û êxistina helîkoptereke şerê wan, derbeyên giran li dewleta Tirkiyê xistin. Serhildan bi xiyanetê hate dawiyê, lê şopeke dîrokî li pey xwe hişt ku ew jî hêza gelê wira ye û dûrneketina wan ji şoreşgerên Kurdistanê ye. Ev cara sêyê ye ku Oremar wek kelayekê li dijî dagîrkeran navê xwe li her dera cihanê belav dike. Di rewşekê de ku li wira agirê şer geş bû, li Düsseldofê li welatê Almaniya jî Kurda agirê şerê xwe yê ji aştiyê re li qadeke mein a bajar geş kiribûn.

image

Peyamên 23´mîn festîvala aştiyê
Peyamên festîvalê di qada siyasî de pir balkêş û bihêz bûn, lê mixabin di qada çandî û hunerî da vê carê weke salên berê nebû:
Di peyamên serok Öcalan, Cemîl Bayîk, S. Demîrtaş, Salih Muslim û çend kesên din de li ser rewşa îro analîzek bihêz hebû. Peyvên „ aştî, wekhevî, çareserî, biratî, demokrasî, maf û rêzdariya ji hev re „ xemila axaftinên siyasetmedarên Kurd bûn.
Weke her salê rêzdar Öcalan mîna sembol û rêberekî karîzmatîk vê carê jî bi gotin û wêneyên xwe di nava gel de bû. Gotinên wî yên dehan sal berê li ser pirsa Kurd û rêyên wî yên çareseriyê hê jî nû û dema wek peyam li ser ekraneke mezin a cihê festîvalê hatin belavkirin, Kurdan bi baldarî guhdarî nêrîn, peyam û şiroveyên wî kirin. Wê rojê ew li her derê amade bû.

image

Hejmara zêde a keç û jinên Kurd bi kincên gerîla ji Ewropîyan re balkêş bû. Li vira jî keçên Kurd di rêza pêşiyê a xebatê de bûn.
Sûda herî mezin ya kombûna ewqas Kurdan li cehî hem hêz û hizûra Kurdan ji biyanîyan re eşkere dike û hem jî Kurda bixwe bêtir nêzî hev dike.
Kurd bi hemû ol û mezheb, bi hemû zarave û partiyên Kurdistanê ji çar parên welêt li wira dihatin dîtin.
Li standên festîvalê 95 ji sedê pirtûk bi Tirkî û 85 ji sedê jî CDyên muzîkê bi Kurdî bûn. Xwedî derketina ji ziman û çandê wiha naçe serî.
Koma Berxwedan weke salên berê tiştekî nû ji gotinê re nebû. Hinek marşên dubarebûyî digotin ku bi salane dubare û dehbare xelkê guhdar kirine. Bigihştî aliyê hunerî-çandî yê festîvalê gelekî bêhêz bû. Hatina 70.000 kesan ji gelek welatên Ewropa ku piraniya wan ciwan bûn, hinek jî ji ber aliyê hunerî yê festîvalê bû.

image

Kurdên Êzdî bi çalakîyên xwe yên hunerî û siyasî bibûne dengê Şingalê. Konê ku hunermend Amele bi awayekî zindî têde bername a aliyekî festîvalê pêşkêş dikir bibû konekî zozanên Kurdistanê yê komcivîna hunermend, nivîskar, maqol û hemû Kurdên Kurdistanê. Wî bi germî û hurmeteke bêhempa suhbeteke xweş bi mêvanên xwe re dikir û wiha bû ku ekranên Çira TV mîna guleke hezar reng bişkovîbûn.
Û ……

Stratejiya nû a PKKê
Di rewşeke wiha tejî kelecan û xweşî a festivalê de mijûlî û suhbeta xelkê piranî li ser serkeftinên gerîlayên PKKê di şerê bi artêşa Tirkiyê re dizivirî. Jin, mêr, ciwan, kur, keç û heta zarok jî li ser şer diaxivîn, dipirsîn û nêrînên xwe bi hev re digûherîn.
Stratejiya PKKê a nû şer ji çiyayên Kurdistanê anîye nava bajaran. Karê ku êdî artêş nikare li heberî aliyê Kurd bisekine. Salên berê bi rêya teknîkê û li dervey bajaran wan dikarî li hemberî HPGê şer bikin. Ji ber wê jî sal bi sal li ser avakirina qereqolên xwe li çiya û gundan zêdetir bî îsrar bûn û bi milyonan dolar li wira xerc dikirin. Niha ku şer ketiye nava bajaran û êdî xelk di kûçe û kulanên gund û bajarên xwe de şerê artêşa dewleta Tirkiyê dikin, êdî feyde û sûdê wan qereqolan ji çi re ye gelo?! Hereketa ku pişta xwe bi hêza gel ve girêdayî be, çawa dikare rastî şikestê bê?! Aya Erdogan û AKPê hê PKK û Kurd nas nekirine?
Dersên ji gotinekê û Erdogan
Hunermedê xwedî nasnavê cihanî Çarlî Çaplî bi gotineke xweş şîreteke wiha li dîktatoran dike ku bawerim ger Erdogan naveroka wê baş fam bikira, niha ev rewşa heyî li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê tunebû:“ Guhê xwe bide her kesekî û ji her kesî jî hîn bibe, çimkî kesek hemû tiştekî nizane, lê hemû kes tiştekî dizanin…“

image

Armancên AKPê û Erdogan li dijî pirensîpên demokrasiyê ne ku ew peyv her roj biqasî xwarina rojê li ser zimanê wan digere. Piraniya rexnegirên dewleta Tirkiyê di wê baweriyê da ne ku armanca wan ji helêxistina şerê bi PKKê re ewe ku piştgîriya gel a ji HDPê kêm û di hilbijartinên pêşwext da nekare bi qasî roja heftê Hezîranê dengan bidest bêxe û dîsa pilanên AKPê vala derxîne û berav bike. Çimkî tenê serkeftina HDPê bû ku bû sedema sernekeftina AKPê di parlementoyê da. Di mîtîngên HDPê de wan ji nûve dîsa zanîn ka „hêza bakurê Kurdistanê“ çiqas mezine û çiqas dikare bi xebatên xwe yên demokratîk keleha neyaran bilerzîne û xeyalên wan yên dûr ji dem û dewrana vê sedsalê vala derxîne.

Felsefeya PKKê
PKK xwedî felsefeyeke bihêze û karîye di temenê pirbar û kurtê xwe de alîgirên xwe baş fêrî terbiyeteke siyasî a bihêz bike. Ez bawerim ger ankêteke rast û durist li Tirkiyê û Kurdistanê bê encam dan yê eşkere bibe ku sewiya rewşnebîriya siyasî di nava Kurdan de ji a Tirkan bilindtire. Em vê rastiyê di liv û lebatên Kurd û Tirkan de dibînin. Gelo ma li bakurê Kurdistanê dikan, milk û malên esnafên Tirk tunene? Çima tiştên ku li rojavayê Tirkiyê li dijî Kurdan deqewimin li Kurdistanê li dijî Tirkan çênabin? Şerê Kurdan bi nûnerên dewleta Tirkiyê(artêş, polîs û êstixbarat)ê re ye ku weke mirovên kor û kerr fermanên sultanê xwe yê cinayetkar cî bic î dikin. Ma ger vê jî nekin êdî çi dimîne ku bikin?.
Bi vê re dixwazim gotina lîder, qehremanekî millî û yek ji damezrînerên PKKê bi bîra we bînim ku bixwe jî Tirk bû. Kemal Pîr wiha kerem dike:“ Dijmin bi jiyana me dilîze û bi vî awayî dixwaze partiya me rastî şikestê bîne, lê em jî yê bi mirina xwe wan bi bin bêxîn û ewê li hemberî berxwedana me rastî şikestê bên…“
Bi vê gotinê re dûr nîne ku di demeke kin da cihê serok Öcalan û Teyîp Erdogan neyê gûherandin. Divê Erdogan bi tawana kuştin û rijandina xwîna hezaran kesên bêguneh û heta serbaz, efser û serleşkerên Tirk jî bê girtin û mehkeme kirin. Sed heyf û mixabin ku carna kesên kurtbîn û apolîtîk bi rêya hêza xeyalî û xwarina pereyên ku bi kedxwarî ji keda gelan distînin, keramet û rêya rast li ber piyên xwe wenda dikin. Erdogan wek kesekî nexweşê serkeftinên xwe yên salên berê qet û qet naxwaze desthilatdariya welat bi partiyên din re parve bike!!. Gelo ferqa vî mirêkî û Mihemed şahê Qacar çiye ku ji bo mayîna xwe parlemana Îranê da ber topan û wêran kir?!

image

Armancên AKP
Partiya hakim(AKP) yê vê carê bixebite ku bi rêya anitîpropagandeyên li dijî PKKê û HDPê raya giştî a Tirkiyê ber bixwe ve bikişîne, lê ger aliyên demokrat şiyar bin tenê dikarin behsa gotina T. Erdogan ya berî çend rojan bikin ku wiha bû:“ Ger me 400 parlenter bidest xistana, ev rewşa îro jî tunebû…“
Ew carna digirîn û hêsiran dibarînin, carna jî tehdîd û gefên wan li dijî Kurdan hene.
Vê carê ji dengderan re çend xalên jêr girîngin û bi ji hev derxistina wan yê dengê xwe bikar bînin:
Rewşa şerê li bajar û herêmên bakurê Kurdistanê, bombebaran û hêrşên li ser qirargehên PKKê li başûr û bakurê Kurdistanê.

image

Rewşa awarete li zêdetir ji 100 herêm û bajarên Kurdistanê ku bi rêya artêşê têne kontrolkirin û li hemberî wan jî gelê Kurd û şervanên PKKê liberxwe didin.
Rewşa aborî ku bi şerê li Kurdistanê re bihayê lîrê Tirkî li hemberî dolar kêm bûye.
Niqaş û axaftinên di navebera partîyên siyasî de.
Bi naskirin û nêrînên siyasetmedar û kesên akamdemîsyen di qada siyasî a Tirkiyê û Kurdistanê de dengder yê berpirsên çêkirina rewşa îro a li Tirkiyê binasin û bibin xwedî biryareke dîrokî. Belkî nebûna asayêşê û bi rewşa awarte a heyî li Kurdistanê Kurd nekarin li gelek herêmên Kurdistanê dengê xwe bikar bînin û ev jî armanca sereke a AKPê ye.

image

Dîmenê Tirkiyê yê îro
Niha dîmenê Tirkiyê dîmenekî balkêşe. Demekê Erdogan bi şowên siyasî û îdiayên pûç behsa piştgîriya Filistîniyan dikir, lê dema ku em rewşa Cizîra Botan, Gever, Slopî, Amed, Dêrsim û hwd bidin ber çavên xwe hingî dikarîn bêjîn ku wî bi karên xwe yên hovane hem rûyê Îsraîl û Netanyaho spî kir û hem jî ji bo xatra bidestxistina dengan û cî bi cîkirina xeyalên xwe yên sultantiyê bûye hostayê çêkirin arewşeke wiha li Tirkiyê û Kurdistanê.
Peyamên şer di dirêjahiya hemû dîroka mirovahiyê de tim wêranî, nexweşî, kuştin, tevkujî, der bi derî û malkambaxî bûne. Zêdetir ji 30 salane li bakurê Kurdistanê şerekî malwêranker berdewame. Hakimên Tirk bi bê li berçavgirtina rastiyên dîrokî ên „ pirsgirêka Kurd “ hezaran car wiha qêriyane:“ Emê PKKê tune bikin, emê heya nefesa dawiyê şerê wan bikin, emê wiha û wiha bikin….“, lê ka hûn li encamên kar û gotinên wan binêrin: Golo ji xeynî zirara çend milyard dolarî, wêrankirina gundên Kurdistanê û kuştina hezaran kesan ji du aliyan, destkeftên wan ji şerê bi PKKê re çi bûne?“. Di dirêjahiya van 30 salan de artêşa Tirkiyê bi siyasetmedarên xwe yên dîktator re ji hêla gerîlayên şervan şeqên wisa giran û bihêz nûşî can kirine ku dikarin ji nifşên wan yên paşerojê re jî bibine dersên jiyan û aqilmendiyê. Êdî Kurd li hemberî tirsê pîroz bûne û tirsinokan jî dikujin. Êdî Kurd baş dizanin ku „ dara azadiyê “ bedelên giran dixwaze û nextê wê pir girane û nabe ku wiha bi xemsarî li paşeroja xwe binêrin ku dîsa dîrok li wan dubare bibe.
Yek ji tirsinokên ku li ser serê karker û feqîrên Geverî qore-qor dikir Ersîn Bemirel bû. Bi tîmên xwe yên taybetî, çîrên dûr ji edeb û siyaneta mirovan dehan karkerên Kurd devo-dev dirêjî erdê sar kiribûn û gef li wan dikirin. Wî wiha digot:“ Ezê hêza dewletê nîşanî we bidim, ma vê dewletê çi li we kiriye loooo…“, lê hêza gel û gerîla zû ew komîserê artêşa Tirkiyê peydakirin û niha wek girtî li çiyayên Kurdistanê û di çengê edaletê de ye. Bila qedera wî û gotinên wî yên dûr ji nezaketê bibine ders ji general û rayedarên din yên artêşa Tirkiyê re.
Bi wê hîvîyê ku em vê carê festîvala aştiyê li Amed û Enqerê pîroz bikin.

image

dîtin: 351

Pêveker:

ji dusseldorf heya oremar