• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji Encama Êrîşên 17 Rojan...129 Sivîlên Efrînê Şehîd Bûne

Ji Encama Êrîşên 17 Rojan...129 Sivîlên Efrînê Şehîd Bûne


nivîskar: Ferîd Mîtanî
barkirin: Rêbendan 5, 2018, 11:41



Êrîşa artêşa Tirkiyê ya dagîrker û komikên Sûrî yên çekdar roja 16'ê derbas dike û dikeve roja 17'ê.

 

Li gorî amareke fermî ya Encumena Tenduristî ya Kantona Efrînê, ji encama topbarana firokeyên Tirkiyê, hetanî niha 129 sivîlên Efrînê şehîd bûne û 320 sivîlên din jî birîndar bûne.

 

Rayedarên Rêveberiya Xweser li Kantona Efrînê tekez dikin ku Tirkî di êrîşa xwe de hem bi tank û topan, hem jî bi firokeyên xwe herî zêde sivîlan armanc digire.

 

Di çarçoveya evan êrîşan de, ji bilî şehîdkirina sivîlan gelek binpêkirinên din jî ji aliyê Tirkiyê ve hatine kirin; wekî: topbarankirin û rûxandina şûnwarên dîrokî (Eynd Darê – Nebî Hûrî), wêrankirina malên sivîlan, armancgirtina binesazî û avahiyên giştî (Bendava Meydankê), bikaranîna çekên qedexekirî û têkdana laşên şehîdan.

 

dîtin: 206

Pêveker:

Êrîş sivîl efrîn Şehîd