• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji General Îhsan Nûrîpaşa heya Mezlum Dogan û Serok Ocalan

Ji General Îhsan Nûrîpaşa heya Mezlum Dogan û Serok Ocalan


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Nîsan 4, 2014, 9:57


Adar û Nîsan di salnameya Kurdî de mehên rûdan û qewmînên girîng ên dîrokê ne. Bi qasî ku sirûşt di wan du mehan de xwe nû û digûhere, Kurdan jî hewlên bêhempa dane ku li dijî mirinê û ji jiyaneke xweştir re kar û xebatê bikin an jî pêngavên mezintir ber bi pêşve bavêjin. Di vê qadê de jin, mêr, ciwan û pîr hatine û çûne, lê keda wan xwedî muhreke şefaf a dîrokî ye.
Îhsan Nûrîpaşayê serok û serkêşê „serhildana Agirî“ sala 1893an li Bitlîsê hate dinê û li 25ê Adara sala 1976an li bajarê Tehranî serî danî. Ew wek şahidekî zindî yê serhildan, fîdakarî, ketin, rabûn û berxwedana dîrokeke Kurdan bû. Ji hêlekê kul û keserên du hevalên wî yên herî nêz Heskêyê Têlî û Ferzinde , ji hêla din jî xem û hesretên terora Simkoyê Şikak, îdama Pêşewa Qazî Mihemed, kuştina Silêman Moînî, Dr. Şivan û şikesta serhildana Mistefa Barzanî saniyekê jî xwe ji bîr û ramanên wî dûr nexistin. Kovandarê doza xwe ya nîvcomayî bû. Gelek caran bi Xedîce Yaşar xanima xwe re rûdinişt û hêsirên ji xwînê bi ser rûyê wî yê nûranî de dihatin xwarê. Ji 1930an heya 1976an wî hîvî dikir ku careke din yê xwe bigehîne serê çiyayê Agirî û şerê azadiya Kurd û Kurdistanê bimeşîne. Lê êdî ne „Xoybûn“ mabû û ne jî hevgirtina dijminên dagîrker rê dida ku ew têkoşîneke nû bidin dest pê kirin.
Îhsan Nûrîpaşa di jiyana xwe ya di bin çavdêriya tund û tîja êstixbarata Îranê de rastî gelek sivkatî û bêrêziyan hat. Carna karkerê ber destê hostayên xanîçêkirinê bû, carna şagirdê şofêrekî û carna jî nivîsakarê bîranînên xwe û dîroka Kurdistanê bû. Di hevpeyvîna ku min bi siyasetmedarê naskirî rêzdar Sarimedîn Sadiqwezîrî re çêkir, ew wek heval û şahidekî nêzî jiyana rojane a Îhsan Nûrîpaşa behsa karîzma, xewin û xeyalên wî yên paşerojê dike:“ Demekê general û serokê serhildanekê bû, lê li Tehranê xwedî jiyanake feqîrane û di maleke biçûk da kirayenişîn bû. Qet û qet karek nedikir ku dijminên wî dilê xwe li ser xweş bikin. Bi keramet û siyanet bû. Kesekî paqij, xwedî zaniyarîyên dîrokî û siyasî, bêminet û serbilind li hemberî berpirsên dewleta Pehlewî disekinî û bersiva wan dida…“
Ew gelek caran ji hêla dewleta Tirkiyê ve bi kuştinê hate tehdîd kirin û ji hêla din jî pir caran rayedarên dewleta Îranê li wî gef dikirin ku yê radestî Tirkan bikin, lê ew neditrsiya û tenê bi girnijînekê û nêrîneke tehil bersiva wan dida.
18ê Nîsana sala 1976an dema ku ji bo kirîna hinek pêwîstiyên malê çûbû derve, motorsikletekê du cara xwe lêxist. Birîndar û heftiyekê di komayê da bû û roja 25ê wê mehê li nexweşxaneya dewletê li Tehranê wefat kir. Li gor şahidiya hinek kesan ew pilana kuştinê bi awayekî hevpar ji hêla dewleta Îran û Tirkiyê ve jêre danîbûn. Ji ber wê jî kes nekete pey xwîna wî û dusiya wî zû hate girtin. Wî wesiyet kiribû ku li Kurdistanê bê veşartin lê izneke wiha nedane malbata wî. Îro li goristana Teheranê ketiye xewa ebedî, lê Kurd û dilxwazên doza azadiyê sera lê nabirin û dora mezarê wî tim tijeye ji evîndarên wê doza ku wî jêre can û serencam jî jiyan kire xelat.

Di 4ê Nîsana sala 1949an de li gundê Amara yê girêdayî Xelfetiyê li wilayeta Rihayê zarokek hate dinê ku wekheviyên pir zêde di navbera jiyana wî û Spartacusê Yunanî de hene. Her du jî li dijî jiyana koledariyê û bexteweriya mirovên civakê rabûn ser piyan, yek zû ji holê rakirin lê yê tevî ku di zindanê de hêsîre, lêbelê hezaran şagirdên xwîndinegha wî rêbaza wî apîroz didomînin. Bi milyonan kes li pey rêça wî dimeşin û şoreşa wî şoreşeke hemû alî ye. Navê wî Abdulah û kurê cotyarekî feqîre ku bi kedeke mezin debara jiyana malbatê birêve dibir. Hiş û aqilmendiya wî zû bala diya wî kişande ser xwe. Hê zarok bû ku her kesî dizanî ewê di paşerojê de bibe kesayetiyek mezin, lê zû bû ku bizanîbin ewê piştre şoreşeke zêhniyetê di Kurdistanê de bide dest pê kirin ku lerzîna textê înkarger, zalim, şovînîst û stemekaran bi xwe re bîne. Ew ji nûciwaniyê xwedî bîr û ramanên mirovheziyê bû. Di etmosfêrekî xwedî jiyan an jî sîstema feodalî de wî „tovê eşqa mirovheziyê“ belav dikir. Mîna endamên din yên malbatê li dijî eşîretên dijberî malbata xwe nebû. Sal bi sal ramanên wî dibişkivîn û bi hîvîyên mezin dersa xwe qedand. Li Enqerê jî dest bi xwîndina bilind kir. Li wira ferqên jiyana di navbera Kurdan û Tirkan de dîtin. Li rêyekê digerîya ku çareseriyekê ji wê jiyana tije êş û nexweşî a li Kurdistanê peyda bike. Carekê bi dengekî bilind wiha got:“ Qehreman ew kese yê ku pirsgirêkekê çareser bike…“ û li pey wê jî dest bi gera xwe ya nava welêt kir. Weke civaknasekî bispor kete gera nava gund û bajarên Kurdistanê. Zû zanî ka koka van êş û derdên bêderman jî kû hatiye û xwe gehandiye kû. Dest bi kar û xebatê kir. Keç û xortên jîr li dorê kom bûn. Wî carekê ji wan re wiha gotibû:„ Hevalno jiyankirin ne hêsane, mirin jî ne çareseriye. Divê em ji bo azadiyê xebatê bikin. Çimkî azadî bi bihayê xwe pir girane. Azadî hêjayî wî gelî ye ê ku jêre têkoşînê dike. Şoreşa me yê bersivek be ji pirseke wiha girîng re: Gelo ka emê çawa bijîn?“
Çiqas ku sal derbas dibûn wî xebata xwe berfirehtir dikir. Derfetên herî biçûk jib o şiyarkirina gel bikar dianîn. Pêngav li pey pêngavê mezintir dihatin hilanîn û wiha bû ku rûpelên dîrokeke nû vebûn. Wî û hevalê xwe sala 1978an Partiya Karkerên Kurdistan-PKK ava kirin. Salên piştre ERNK, HRK, ARGK û elbete di qada çand û hunerê de jî pilan û projeyên mezin danîn ber xwe. Tîrêjên taveke nû û bihêz germahî dida jiyana hemû çînên civakê. Wan sond xwarin ku rêça Şêx Ubeydulahê Nehrî, Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Rizayê Dêrsimî, Qazî Mihemed û hezaran şehîdên din bidomînin û nehêlin xweziyên wan li erdê bimînin.
Armanceke herî mezin a PKKê ew bû ku keç û jinên Kurd jî bîne nava qada xebatê. Ji ber wê jî Öcalan wiha qêriya:” azadiya jina Kurd, azadiya Kurdistanê ye. Di jiyanê de xebat û di xebatê de jî serkeftinê yê bibe armanca me ya sereke. Siyaseta me divê hunera afirandina dunyayek bedew û xweşik be. Ger hûn tenê ji sedê %95 şerê bi nefsa xwe re bikin û tenê %5 şerê li hemberî dijim ji xwe re bikine armanca sereke, emê di şoreşa xwe ya azadîxwaziyê de biser bikevin.”
Bi giştî nave Abdulah Öcalan û PKKê peyv û karên mezin tîne bîra me: şoreşa zêhniyetê, wekhevî ya jin û mêran, îrada polayîn, berxwedan, Med TV û rakirina sinorên meinewî di nava Kurdan de, KNK û dehan peyvên din yên pîroz.
Îrade û dîsîplîn du siftên rêzdar Öcalan yên xuyane ku ev jî bûye sedema bihêzbûna hereketa li jêr desthilatdariya wî. Wî ne tenê li dijî kevneşopiyên civakî ên çewt şerekî bêeman dabû dest pê kirin belkî carna jî wiha digot:” ey zeman, yan bi tere najîm yan jî te bi azadiyê re dixemlînim. Çimkî ti yasayek ji yasaya jiyana azad sertir nîne. Pêwîste em di siyasetê de rastgo bin, qe nebe bi xwe re rastgo bin. Ji bona wê jî bi rêya perwerdê xwe baş nas bikin. Mezitirîn şoreş, şoreşa hizrî ye….“
Salên piştre ji ber berfirehbûna şoreşa PKKê û destkeftên wê yên berçav gire-girên komara Tirkiyê li dora hev kom bûn û wiha gotin:“ heya Öcalan di serkêşiya vê hereketê de be ger tenê li çiyan bimîne û kes li dorê nebe yê keviran bîne cem hev û şerê me bike…“
Bi komployeke mezin û bêsinor sala 1999an Abdulah Öcalan li pey hevkariya hêzên navnetewî û kiryareke 100% terorîstî hate revandin. Ew çendîn sale bi tena serê xwe di girtîgeha giravekê de girtiye, lê wî dîsa jî armancên xwe û hevalên xwe yên şehîd ji bîr nekirin û wiha got:“ şehîd rêberên me ne, yan serkeftin, yan serkeftin” û di ey re jî dest bi nivîsîna pirtûkên xwe yên nû kir.

Wan di şertên giran de dest bi şoreşa xwe a mezin kirin. Ji mirinê jiyan afirandin û di rojên dîrokî ên wekî Newrozê de wan dengê xwe bilindtir kirin. Ji wan re azadî ji nan û avê girîngtir bû û dirûşma wan wiha geha guhê gund û bajarên Kurdistanê:“ Gelê Kurd mehkumê serkeftinê ye. Tenê demekê şer watedar dibe ku aştiyê bi xwe re bîne.…“
Mezlum Dogan Kaweyê sedsala 20an, dijminê xwesiparî û xiyanetê, qehremanê netewî û evîndarê serxwebûna Kurdistanê bû.
Gelek kes hene ku di demeke kin de nav û karê wan yê hêja mîna ava Dicle û Firatê bêwestan sinoran derbas dikin û navê wan di dîroka mirovaniyê de bi başî tê nivîsandin. Ew ji wan kesanin ku her tiştê xwe didin, lê belê ne li wê hêvîyê ne ku tiştekî bistînin. Can û riha wan, xwîn û kedera wan welatê wan û xizmeta ji bo mirovayetiyê ye.
Hereketa azadî li bakurê Kurdistanê zû şax û likên xwe avêtin perçên din yên Kurdistanê jî. Hinek kiryarên endamê navendiya PKK bûn sedem ku îman û baweriya bi vê bizava niştimanperwer di nava gelê Kurd de zêdetir bê pêşwazî kirin. Gelek ji wan hema di salên destpêka karê şoreşgeriyê de ketin ber hêrişên hovane ên şovînstên Tirk û mixabin zû şehîd bûn. Lê cihê bextewriyê di vir de ye ku wan mîna kaniyekê ku ava wê ticarî çik nabe, hevalên nû bi bîr û baweriyên xwe yên insanî û Kurdistanî perwerde kirin û xistin dewrê. Yek diçû çar kesên din cihê wan tejî dikir. Bi vî awayî mirov dikare bêje ev cara yekê bû ku di dîroka serhildanên Kurdistanê de ewqas endamên komîteya navendiya partiyekê bi canfîdayîyek mezin tên şehîdkirin.
Mezlum Dogan yek ji endamên komîteya navendiya PKKê bû ku di 21 adara sala 1982an de û di dijwartirîn mercên jiyana girtîgeha Amedê de, bi agirê canê xwe yê paqij Newroz hemû Arîyên cîhanê, pîroz kir.
Teman gundekî girêdayî qeza Mazgirtê li herêma Dêrsimê ye. Li vê wilayeta Kurdistanê ya ku di hemû warên xwe yên sirûştî, civakî û siyasî de dewlemende, sala 1956an Mazlum di nava malbateke nîv hal xweş de hate dinê. Bavê Mezlum mirovekî bi dîsîplîn bû û dixwest ku zarokên wî di hemû karên xwe yên jiyanê da mirovên serkeftî bin. Ji sala 1925 heya 1938an zulim û zora dewleta Tirkiyê li ser serê Kurdên herêmê pir zêde bû. Bi taybetî helwesta komara Tirkiyê li hemberî wan eşîretên ku li dijî dewletê serî hildane pir dijwar bûye. Diya wan hertim li ser welatparêziyê bi wan re diaxivî û li ser dîroka eşîret û Kurdan tiştên balkêş dianîn bîra wan. Di rastiya xwe da tovê Kurdîniyê bi rêya dayikê di dil û mejiyê M. Dogan û zarokên din yên malê hat çandin. Elîşêr, Seyîd Rizayê Dêrsimî, Zerîfe û Besê kîbûn û çi kirine, qetilama Ermeniyan û dema Dêrsimiyan ew ji kuştinê rizgar kirine, tev ji zimanê wê dibihîstin.
Mezlum bi xwîndina pirtûkên olî dest bi xwîndina xwe kir. Di vê navê da zarokên ku herî zêde ji gotin û şîretên dayika hez dikirin û bi dilgermî ew guhdar dikirin Mezlum û Delîl bûn.
Girtîgeh yan jî zîndana Amedê piştî darbeya leşkerî ya 12`ê îlonê sala 1980an ku li bakûrê Kurdistan û Tirkiyê hate îlankirin, bû navenda êşkenceya li dijî şoreşgerên Kurd. Li vê zîndanê desthilatdariya mîlîtarîst a Tirk li hemberî şoreşgerên Kurd û Tirk, her cûre êşkence dida meşandin û her wiha wan vê derê kiribûn cîhê îtîraf, xiyanet û teslîmiyetê. Lê belê bi taybetî pêla berxwedanê ku bi şoreşgerê Kurd Mezlum Dogan dest pêkir, êdî bi berxwedana 14`ê Tîrmehê an jî Şeva Çaran, li hemû zîndanê belav bû. Piştî van berxwedanan êdî kiryarên teslîmkirin û îtîrafkirinê yên desthilatdariya mîlîtarîst têk çû û zîndana Amedê bû kela berxwedanê. Ji wir û şûnda wira bû cihê perwerde û xwendingeha şoreşgerên Kurd. Zîndana Amedê piştî derbeya leşkerî ya 12`ê îlonê bû akademiya şoreşgeran. Navekî din ê Zîndana Amedê jî Akademiya Mazlum Dogan e. Mirov dikare bêje ku li rûyekî vê zîndanê êşkence, kuştin û her cûre kiryarên dervey mirovahiyê û li rûyê din jî şeref, namûs, serberzî û berxwedana şoreşgeran hebûn.
Gelek şoreşgerên Kurd û Tirk ên weke Mezlum Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Alî Çîçek, Ferhat Kurtay, Mahmut Zengîn, Eşref Anyik, Necmî Oner, Akîf Yilmaz di encama berxwedaneke bêhempa de li wê girtîgehê jiyana xwe ji dest dan.
M Dogan di nava PKKê da mezintrîn tiorîsyen bû. Wî piştî çend hezar salan agirê vemiryayî yê hezretê Zerdeşt ji nûve pêxist. Wî bi dengekî bilind li hemberî general û xizmetkarên sîstema înkargera Kemalîzimê li berxwe da û wiha qêriya:” Berxwedan jiyane”.
Agirê geş û gor ê ku M. Dogan bi canê xwe geştir kiribû, destpêkiribû. Rûreşiya Kurdan hê paqij nebibû û bi xiyanetê zêdetir û mezinitir bibû. Mezlum ev tehqîr nepejirand. Salên li pey wê Zekiye Alkan ev rûreşî şûşit, Rehşana çeleng jî gehişte wê û rêya wê domand. Êdî şahiya gel bibû agirê canê mirovên ku dixwestin wan ji xewa çend hezar salî şiyar bikin. Bi hatina Ronahî û Bêrîvanê re şahiya agirê Zerdeştê Kal zêdetir bû. Ew bêarmanc nebûn. Amanc xizmeta ji bo mirovanetiyeke rastîn bû. Ji ber wê jî çiya û newal jî hatin ziman û wiha qêriyan:” Em nêzîkî serkeftinê ne”.
Gerîla ew jiyan nû bûn ku li çiya, deşt, banî, gund û bajarên Kurdistanê li dijî Ehrîmen û hemû sembolên pîsîtiyê bibûn Ehora Mezda. Ew dîqêriyan:”Efsaneya Kaweyê Hesinkar raste û emê biserkevîn. Zehak ticarî bi xwarina mejiyê keç û xortên me têr nabe”.
Belê zulma Zehak jî demeke dirêj berdewam bû lê di dawiyê da ew kelayên zulim û zorê jî herfîn û bi ser serê wan cinayetkaran da hatin xwarê. Êdî rojeke nû hilatibû. Newroz nîşana aştî, biratî û wekhevêyê, şahiya geş û bi vî rengî qunaxa yekê ya azadiya axa Kurdistanê êdî bi agirê canê M. Dogan destpêkiribû.
Divê keda mirovan neyê ji bîr kirin. Heya qehremanên me saxin bila bêne teqdîr kirin. Ger di çanda me de qedirnasî bêtir cih bigire, emê zûtir biser bikevin. Çimkî yê qîmeta mîrasê xwe nezane, neçar yê dîroka xwe jî dubare û çend bare bike. Li vira tenê min bi kurtî behsa jiyan û ramanên çend şoreşgerên Kurd kir ku bêgoman di gûherandina jiyana me tevan da xwedî rolekî pozîtîv bûne.
Em deyndarên rêzanîn, ked û xwîna wan û hemû girtiyên azadiyê ne ku îro di zindanên tarî de li ser rêç û rêbaza general Nûrîpaşa, serok Öcalan û Doganên me dimeşin.

dîtin: 198

Pêveker:

ji general Îhsan nûrîpaşa heya mezlum dogan û serok ocalan