• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji girtiyên PKK’ê ji bo Kobanê piştgiriya aborî

Ji girtiyên PKK’ê ji bo Kobanê piştgiriya aborî


barkirin: Rezber 22, 2014, 6:15


Girtiyên PKK’ê yên girtîgehên Anatoliya Navîn, bi armanca pitşevaniya ji bo gelê Kobanê 16 hezar TL berhev kirin û gihandin Kobaniyan.

Girtiyên PKK’ê yên girtîgeha Anatoliya Navîn, bi armanca piştevaniya ji bo gelê Kobanê alîkariya aborî berhev kirin. Girtiyên girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 a Sîncanê tabloyên wêneyan yên çêkiribûn îsal di 11’emîn Mîhrîcana Girê Koxê ya Gimgimê de pêşkeş kirin. Wêneyan eleqeyek mezin dît û ji tabloyên ku hatin firotin 10 hezar û 500 TL berhev kirin. Girtiyan ev pere ji bo Kobaniyan şandin.

Her wiha girtî bi vê jî sînor neman û di çarçoveya piştevaniyê de 5 hezar û 500 TL yê berhev kiribûn jî şandin. Bi giştî 16 hezar TL alîkarî dan.

Nûnera TUHAD-DER ya Enqereyê Hava Ozcan diyar kir ku girtiyên ku di bin şertên zehmet de ev alîkarî berhev kirine û ji girtiyan dersa mirovahiyê tê dayîn. Ozcan wiha got: “Tevî evqas zor û zehmetî piştevaniyek mînak hat dayîn.”

Ozcan bi lêv kir ku divê ev baş bê zanîn ku Kurd li ku derê dibin bila bibin ji piştevaniya xwe tawîzê nadin û wê nedin jî. Ozcan wiha got: “Di dîrokê de gelek mînakên vê hene. ji ber vê jî ji bo Kobanê jî bêdeng neman û piştgiriyek wiha dane.”

dîtin: 135

Pêveker:

ji girtiyên pkk