• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji herêmên di bin kontrola xwe de vedikêşe

Ji herêmên di bin kontrola xwe de vedikêşe


barkirin: Gelawêj 11, 2015, 2:53


Grûba Cebhet El-Nusre ku yek ji grûbên ser bi rêxistina El-Qaîdê li Sûriyê ye gotiye ku ji herêmên di jêr kontrola xwe de li bakurê vî welatî paşve dikişe. Qirare Tirkiyê tevî Emrîkayê herêmeke tampon li wan herêman ava bike. Doh dewleta Tirk ji deriyê sînorî yê Bab El-Selamî yê bajarok Ezazê ket axa Sûriyê. http://www.rewanbej.com/lezgin-tirki-kete-axa-suri.html

 

Cebhet El-Nusre herwiha gotiye ku dê herêmên bakurê bajarê Helebê radestî grûbên dijberî dewleta Sûriyê bike, sedema vê yeke hevkarî nekirina bi Tirkiyê re di avakirina herêma tampon diyar kiriye.

Ev daxwaza Tirkiyê piştî serkeftinên YPGê di şerê bi (DAÎŞ)ê re û girtina Girê Spî kete rojevê.

Çavdêrên siyasî vê daxwaza Tirkiyê weke dijberiya bi Kurdên Sûriyê re dizanin. Mesele gihişte vê astê ku beşek ji siyasetmedarên rojavayî ragehandin: Tirkiyê cîrantiya bi (DAÎŞ)ê re ji cîrantiya bi Kurdên Sûriyê û PYDê re tercîh dike.

Ragehandina derıkeftina hêzên Cebhet El-Nusre ji herêmên ku bi (DAÎŞ)ê re di şer de ye, mijareke ecêb e. Bi taybet ku ev paşde vekişiyan li herêmên eniya pêşî ya şerê bi (DAÎŞ)ê re ye.

 

Tirkiyê geleke caran ji aliyê Kurdan ve bi hevkariya bi (DAÎŞ)ê re hatiye tawanbar kirin.

Cebhet El-Nusre û grûba Dewleta Îslamî (DAÎŞ) ji dema veqetîna (DAÎŞ)ê ji El-Qaîdê di du salên borî de bûne rikaber û dijminên cidî.

Di rastiyê de Amerîka li pişt pilana avakirina herêma tampon a di navbera xaka Tirkiyê û Sûriyê de ye. Lê pirsa ev e: derkeftina hêzên Cebhel El-Nusre ji van herêman hevkariya şerê cidî li hember grûba (DAÎŞ)ê dike, yan Tirkiyê dixwaze bi cîrantiya bi (DAÎŞ)ê re vê grûbê li dijî Kurdan bi kar bîne!?

 

Cebhet El-Nusre:

Grûbeke îslamiyên Selefî li Sûriyê ye ku bi rêxistina El-Qaîdê re hevpeyman e. Bi mezin bûna şerê navxweyî yê Sûriyê re, ev grûb ji bo piştevaniya piraniya misilmanên Sunî yên Sûriyê beşdarî şerê vî welatî li dijî hêzên dewletê bû.

El-Nusre di 21ê March a 2015ê de tevî çend grûbên îslamî (bi taybet Ehrar El-Şam) hevpeymaniyek bi navê Ceyş El-Fetih ava kirin ku weke joreke oparasyonên leşkerî li bakurê Sûriyê çalak in.

Vê grûbê di sala 2014ê de li dijî DAÎşê şer ragihand, di şerê di navbera herdu aliyan de bi taybet li Dêr El-Zor ê bi sedan kes hatine kuştin.

 

Cebhet El-Nusre di lîsteya grûbên terorîstî ya Neteweyên yekbûyî, Amerîka, Birîtaniya û Erebistanê de ye.

 

dîtin: 214

Pêveker:

ji herêmên di bin kontrola xwe de vedikêşe