• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji M. Zahîr Kayan dîwanek nû!

Ji M. Zahîr Kayan dîwanek nû!


barkirin: Gelarêzan 12, 2014, 7:16


Berhema nû ya M. Zahîr Kayan ku yek ji şairên kurd yên ji nifşên nodî ye, ji nav Weşanên Şemalê derket.

 

M.Zahir Kayan di berhema xwe ya bi navê “Şêhneya Dînan” de li ser hestên mîstîkî, tesewifî, binhişî û hewl, derûnî û ponijînên estetîkî sekini ye. Gava ku helbestek ava dibe, ew helbest seranser jiyanekê, xuyûxisletekê, bawerî û mêldariyekê ava dike, Kayan jî gava ku helbesta xwe ava dike van numûneyên edebî, estetîkî bi raya helbestê diderîne; Şêhneya Dînan balê dikêşe ser kakilê helbestê, form û gewdeyên helbestê, dûre jî bale dikêşe ser xwendevan. Ji ber ku xwendevan gava ku vê helbestê bixwîne wê bibihîze ku bi xwandina helbestê helbest bûye ya wî, ew ji nişkav de ketiye nav helbestê û ew nifşên di helbestê de hene xwendevan wan nifşan dijî.

Ji hêleke din ve jî Şêhneya Dînan li ser zimanê ku pê helbest hatiye nivîsîn disekine, zimanê Kurdî bi raya helbestê wek pêkanînên hurûfiyan peyv bi peyv, tîp bi tîp bi tewrekê pîrozî, geometrîkî, estetîkî û mîtolojîkî hatiye peyitandin, darijandin. Mirov dikare bibêje ku Şêhneya Dînan helbesteke seranser mîstîkî û erotîk e, lê gava ku hikmê erotîzmê pêk bên nirx û hêmayên felsefî derdikevine pêş, ji ber wê ye ku ev têgih bi vî tewrî di helbestê de bi cih bûne. “Zewq”, “Hevşabûn”, “Cezbe”, “Sûret”, “Meyxane/Pûtxane” û hwd. Divê bê gotin ku Şêhneya Dînan çi qas hest, mebest, metleb û xwestekên mirov yên veşarî, kuştî, tirsonekî, qedexeyî hebin ew hest seranser li gorî mantalîteyekê, li gorî bîr û baweriyan ji nû ve hatine afirandin, mirov dikare bibêje ku ev berhem di bin bandora felsefeyên kevnare de lêgerîna ruh û feraseta însên e, lê ev lêgerîn seranser bi alavên nûjen ve pêk tên…

 

Bi çapkirina berhema M. Zahîr Kayan re, navekî din jî li Weşanxaneyên Kurdan zêde bû.Şemal Weşanxaneya kovara Kürt Tarihi ye ku dê ji niha şûn de berhemên kurdî çap bike.

 

Kesên eleqedar dikarin berhema M. Zahîr Kayan “Şêhneya Dînan” li TÜYAP’a Stenbolê, ji Standa Kovara Kürt Tarihi bi dest bixin. Li TÜYAP’ê buhayê berhema Kayan tenê 5 TL. ye.

 

Ji bo danûstendinê:
[email protected]
0532 173 25 09

dîtin: 264

Pêveker:

ji m. zahîr kayan dîwanek nû!