• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji nû ve avakirin | Egîd Şêx Ehmed

Ji nû ve avakirin | Egîd Şêx Ehmed


barkirin: Gulan 31, 2016, 10:41


Berxwedana kobanê ya ku li hemberî hemû komplo, wehşiyet û êrîşan bi serket bala cîhanê teva kişand û her kes matmayî hîşt ku çawa bi kilêşê li hember cûreyên selehên giran yên terora daişê dikaribû isbat bike ku pêşveçûna daişê tê sekinandin û kobanê ji çeteyan re kir goristan…..

Kêliya piştî rizgarkirina Kobanê ji nû ve avakirina Kobanê bû rojeva her kesî, û pêla destpêkê ya vegera gal ku em jî di nav de bûn dema ku li nav bajêr digeriyan rast e digotin ev bajar bi xwîna lehengan hate rizgarkirin lê belê her kesî jî digot dê ev bajar çawa û kengî ava bibe û em ê kengî vegerin xaniyên xwe……

Nizanim fikirandina min ne wiha bû, dema ez vegeriyam li her dera kobanê geriyam û dema ku min li avahiyên rûxuyayî dimeyzand dema min topên dojehê yên çeteyan li erdê didît min bi xwe re digot gelo niha ku ev talanî û rûxandin neba û bajarê me wek berê ba lê ne di destê me de di destê çeteyan de ba mê çikiriba û çi bigota û xwedê dizane kengî em ê vegeriyan welêt û dê li me wek koçberên Filestînê biba ku bêhtirî şêst sale nikare vegere axa xwe û ji xwe pîlan ew bû, min digot rast e me bi sedan şehîd dan û bajar talan bû lê niha di destê me de ye niha cîhan gîştî me nas dike û ji wan teva girîngtir rometa me li erdê neket û vaye gel vedigere li ser xaka xwe û çîroka koçberên Filistînê dubare nebû…..

Welhasil bi dehan komîte ji bo ji nû ve avakirina Kobanê çêbûn û belav bûn bi dehan kes hatin û çûn, û ji bo ku mirov dadmend (adil) be bi rastî xebateke pir berbiçav hate meşandin yanî Kobanê  roj bi roj di avakirinê de tê guhertin lê derdê me ne ev e, ta niha li kobanê him gel û him jî rêveberiya xweser di qirika hev de ne, gel gazincên çima malên me ava nabin dike û rêveberî jî bersivên cuda cuda dide û nikare bi gel bide fêmkirin ku bi rast î em ava bûn, em li Kobanê ji nû ve zayîn bûn.

Nerîn û çavdêriya min cuda ye bi taybet piştî qonaxa berxwedana xweseriyê li bakurê kurdistanê êdî wateya ji nû ve avakirinê nemaye ji ber ku li AMED, BOTAN, NISÊBÎN û li seranserî kurdistanê bajarên kurdan hatin û tên rûxandin û hilweşandin û Kurdistan teva bû muzexaneya berxwedanê, bê guman gelê kurd kedeke mezin di avakirina cihên xwe de dî, lê armanc çî ye hedefa ji tekoşîna tevgera azadiya kurdistanê çî ye, ev ji bo me wek gelê kurd girîng e û divê di rojeva me de be.

Divê em ji bo ji nû ve avakirina STATUYA KURDISTANÊ  bixebitin û tekoşîna cil salî ya ku îro gav bi gav li Rojava û li Bakurê Kurdistanê bi encam dibe em heta serî bibin, avahiyên me xaniyên me û her dera hatî rûxandin dê bê avakirin û ji berê xweştir be, lê ger ku ev firsetên zêrîn ji dest me kurdan herin bêy ku em statuyekê bi dest bixwin dê zarokên me nefretê li me bikin, Ji ber van sedeman dema ku çavên me li avahiyên rûxandî bikevin divê di wan avahiyan de azadiya kurdistanê ji me re bê xuyakirin.

Bi taybet ji bo gelê kobanê banga min heye ku em êdî dev ji gazincên ji nû ve avakirinê berdin û em li dayîkên kurd yên ku li bakur hatin koçberkirin binerin dîsa jî li derveyî bajêr kon vegirtine û dest ji welatê xwe bernadin, ew dayîk ji me baştir dizanin ku azadiya kurdistanê nêz e, ger giliyek me hebe gazincek me hebe divê em li dijminê xwe bikin, em ji wî hesab bixwazin û tek armanca me hebe  û ji bo wê em tekoşîn bikin ew jî ji nû ve avakirina STATUYA  KURDISTAN be.

dîtin: 940

Pêveker:

ji ve avakirin egîd Şêx ehmed