• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji Parlementerên CHPê Piştevaniya ji Demirtaş

Ji Parlementerên CHPê Piştevaniya ji Demirtaş


barkirin: Gulan 5, 2018, 2:56


Navenda Nûçeyan/ Sê Parlementerên Stenbolê yên Partiya CHPê li ser hesabên xwe yên di tora civakiya Twîtterê de ragihandin ku divê berbijêrê HDPê jibo postê serokkomariyê were berdan.

Her sê Parlementer Sezgîn Tanrikulu, Bariş Yarkadaş û Eren Erdem tekez dikin ku Demirtaş heta niha ti ceza wernegirtine û girtina siyasetmedarekî ku bûye berbijarê postê serokkomariyê bêwate û nehiqûqiye û pêwiste bê azadkirin.

Bariş Yarkadaş li ser hesaba xwe ya Twitterê de nivîsiye: "Berbijarê HDP Salahattin Demirtaş bi awayekî ne hiqûqî girtî ye û nikare propagandeyê bike, lewra divê yekser bê berdan û dawî li vê şermezariyê were."

Salahattin Demirtaş Hevserokê berê yê HDPê ji 4ê Mijdara 2016ê ve li girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin û dadgehkirina wî berdewame.

dîtin: 31

Pêveker:

ji parlementerên chpê piştevaniya ji demirtaş