• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji Professorê Îslamî fetwayeke seyr – Bila Jin zilaman şîr bidin

Ji Professorê Îslamî fetwayeke seyr – Bila Jin zilaman şîr bidin


barkirin: Gelawêj 16, 2013, 12:09


Ji professorê Îslamî fetwayeke seyr

Professorê Zankoya Misrê ya navdar El-Ezher Prof. Izzet Atiya fetwayeke seyr û serzîvrêner da. Professorê beşa Hadîsê Atiya derbirî ku jin dikarin şîr bidin hevalên xwe yên kar an jî zilaman.
Di zankoya navdar El-Ezher ya misrê de Professorê beşa hadîs ê bi van nêrînên xwe serê herkesî tevlîhev kir, Prof.Dr. Izzet Atiya derbirî ku, jin ji bo ku di ciyê kar de bi rehetî û aramî kar bikin dikarin heval an jî kesên ku pêk ve kar dikin şîr bidin. Atiya anî ziman ku ev yek jî dê bibe sedem ku zilam destdirêjî jinan nekin û êrîşî wan nekin. Her çend ji aliyê zanistên olî yê îslamê ve ev nêrîn wekî nêrînekî ne xwezayî û pêxasî jî hatibe şirovekirin xwedanê nêrînê Professorî Îslamî di nêrîna xwe de bi dakokiye û dibêje ku ew kesê ku şîr bide yekî dî ji xwe pêre dibe xizm û pêre nikare ne bizewice ne jî peywendiyên rigezî pêk bîne.
Di rêpîvanên ola îslamê de zewicîna navbayna kesên ku ji heman jinê şîr dimijin qedexe an ku gunehe, bi heman rengî dema ku yek şîr ji jinekê bimije xizm nebe jî nikare pêre bizewice.
Ji ber vê yekê jî Professor Atiya dibêje ku, da ku jin di ciyê kar de rehet û aram bibin, bikaribin serê xwe vekin, bikaribin beşdarî civînên taybet bibin û bê arîşe bi zilaman re kar bikin, jin divê zilama şîr bide. Lê Izzet Atiya dibêje ku yek car jî na herî kêm pênc caran divê jin zilam şîr bide da ku wekî xizm an jî mirvon yên bêne pejirandin.

Diyare li gorî Professorê mezin yê zankoya El-Ezher jin û zilamên (ereb) dema bi hevre kar bikin sedî sed peywendiyê wan werdiçerxin peywendiyên rigezî ji bo vê yekê çareyek hiziriye. Çawan be destdirêjî jinan dikin hema bila bi fetwa û li gorî ola îslamê be.

Ev nûçe û mijar ji sala 2007 ê ve di rojevê de ye.

Her çend nêrînên Izzet Atiye serê herkesî tevlîhev kiribe jî ku ev pîvan û rêbaz bikeve nav pirtûkên îslamê û pîvanên îslamê de bila qet serî li we ne zivire.

 

Rewanbej.com

dîtin: 231

Pêveker:

ji professorê Îslamî fetwayeke seyr