• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji Weşanên Sîtavê Du Berhemên Nû…

Ji Weşanên Sîtavê Du Berhemên Nû…


barkirin: Gelarêzan 7, 2014, 6:20


Weşanên Sîtavê vê carê bi du berhêmên perwerdê yên giranbiha derket pêşberî xwendevanên xwe.

Berhema yekem a perwerdehiya zinamê kurdî ye. Berhema bi navê Dergûşa Nasnameyê ji aliyê Heyder Diljen, Azad J. Erdem, Remzî Kerîm û Mahmût Lewendî ve hatiye amadekirin. Berhem li ser pênc beşên bingehîn; wêje, dîrok, ol, penaberî û cografyaya Kurdistanê pêk hatiye. Ev behrem li dewleta Swêdê di dibistanên kurdî yên fermî de ji bo şagirtên lîseyê wekî pirtûka perwerdê tê bikaranîn. Di pirtûkê de weneyeki gişti ye dîrok, edebiyat, cografya, ziman, pedagojî û çanda kurdî heye. Di pirtûkê de rêbaza zanistî li ber çav hatiye girtin û wek metod, di pêvajoya hînbûnê de li ser çalakbûna şagirtan hatiye avakirin. Ev pirtûk ji pirtûkên perwerdehiya kurdî yên heyî gelek cuda ye. Mirov dikare bibêje ku ev pirtûk ansîklopediyeke biçûk a kurdî ye.

Mijarên naveroka pirtûkê serdanpê bi wêneyan hatine dewlemendkirin. Pirtûka ku bi kaxiza kûşe hatiye amadekirin 125 rûpel e. Ev pirtûk dê valahiyeke mezin a perwerdehiya kurdî dagire.

Pirtûka duyem ya Qahir Bateyî ye. Pirtûka bi navê Kurtçe Konûşma Kilavuzu (Rêbera Axivtina Kurdî) bi kurdî û tirkî hatiye amadekirin. Pirtûk ji bo wan kesan e ku bi kurdî nizanin an jî hindik dizanin. Di pirtûkê de axivtinên rojane, ango diyalogên wekî li bijîk, li dan û standinê, li diransaz, li bazarê, li otêlê, li rêwîtiyê û hwd esas hatine girtin. Kesên ku bixwazin kurdî hîn bibin, an jî kurdiya xwe pêş bixin dikarin ji vê pirtûkê sûdeke mezin wergirin. Pirtûk bi ebateke biçûk ku mirov dikare bi xwe re bigerîne hatiye amadekirin. Tevî diyalogên rojane, di dawiya pirtûkê de ferhengogeke berfireh hatiye dayîn. Ev jî dewlemendiyeke din dide pirtûkê. Pirtûk ji 304 rûpelan pêk tê.

Ji alîkî jî weşanên Sîtavê di navbera 8-16’ê meha Kewçêrê li Fûara Pirtûkan a Stenbolê li Salona 2’yem, di standa 605/D yê de li benda pirtûkheza ye.

 Adres: Hastane 2.Cad. M. Nur Arvas İş Merkezi No: 4 VAN

Tel: 0432 216 73 07 GSM: 0536 488 36 21 e-mail: [email protected]

dîtin: 230

Pêveker:

ji weşanên sîtavê du berhemên nû…

Babetên nêzîk