• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Jinan berxwedêrên li Kobanê silav kirin

Jinan berxwedêrên li Kobanê silav kirin


nivîskar: Ahmet YILMAZ
barkirin: Adar 6, 2015, 11:58


Berxwedana Kobanê di roja 173. de bi operasyonên serketinê dewam dike. Lehengên berxwedana Kobanê jî, li ser sînorê bi rengê jinê xemilî, hatin silavkirin.

Bi hezaran jinên ji bo mîtînga herêmî ya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ser xeta Pirsûs-Kobanê hatin cem hev, şervanên YPG/YPJ’ê silav kirin. Li gundê Miseynterê bi sedan kesên di çalakiya zincîra ji mirovan de hatin cem hev, berê xwe dan Kobanê û bi qîrîna dirûşmeyan berxwedana mezin silav kirin. Li gundê Mehserê jî ku bi rengê jinê xemilî, bi hezaran jinên kincên Kurdî li xwe kirin, şervanên YPJ’ê yên veguherîn nîşaneya berxwedana Kobanê silav kirin.

dîtin: 286

Pêveker:

jinan berxwedêrên li kobanê silav kirin