• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Jinên Rojavayî li Stembolê dihêne firohtin

Jinên Rojavayî li Stembolê dihêne firohtin


barkirin: Gelawêj 16, 2013, 6:00


Hate îdîakirin ku jinên Kurd yên ji ber rewşa xirap yê Suriyê revîne û çûne bajarê Tirkiyê Stembolê, di nava şert û mercên xirap de dijîn û li vir ji bo fihûşê dihêne firohtin.

Nivîskara malpera T24 ya Tirkî Tugçe Tatarî di nivîsa xwe ya îro ya di malperê de îdîa kir ku jinên Rojavayê Kurdistanê, bi 100 milyonê Tirkiyê ji Rojava direvin û dihêne Rihayê, bi 100 milyonê jî digehin bajarê Stembolê, li wîr di şertên giran de dijîn û naçarê fihuşê dibin.

Tatarî di nivîsa xwe de dibêje malbatên ji Rojava hatine, li IMÇ yên Stembolê weke koleyan dijîn. Tatarî dibêje ji ber şerê nava Suriyê gelek kes bêyî zanebûn dikeve pey qelabalixê û dihête Tirkiyê. Ya rast bazara can ya xwe rizgarkirinê jî li vê aliyê sînor destpê dike.

Tatarî dibêje ku li Tirkiyê şebeke û çeteyên ku ji bo pêşwaziya van mirovên penaber hatine amade kirin hene û kes nizane ev kes kîne û ji bo kê kar dikin. Ev kes di berdêla 100 milyonî penaberan dibin Rihayê û 100 milyonî jî ji wê derê dibin Stembolê.

Tatarî behsa çavderiyên xwe yên Stembolê dike û dibêje:’Ez wan li Unkapanî, li suka manîfaturawanên Stembolê dibînim. Li taxa Kuçukpazar. Di nava hotelekê de dimînin. Ev der kampa penaberane û her wekî ku di nava sîstemek mêhtîngeriyê de dihête birêvebirin.

Jinên ciwan naçarê fihuşê dibin

Tatarî di nivîsa xwe de diyar dike ku wan Kurdek bi navê Mehmûd yê 25 salî nas kirin û çûne mala wî. Di malê de bêhna genî zale û mehê 800 milyonî didin. Tatarî dibêje Mehmûd digel zarokê xwe de tenê bûye û wan pirsa jina wî kiriye. Wî jî gotiye jina min çûye xwarinê peyda bike. Lê pareyên wê nînin, ew nizane ka dê çawa peyda bike.

Tatarî dibêje di vê kolanê de rastê gelek penaberan hatiye û rewşa hemûyan jî nebaşe. Jina Kurd ya bi navê Xezal jî ji bajarê Humusê reviye û hatiye. Xezalê gotiye ku ew newêre keça xwe birêke kolanê. Ji ber ku jinên ciwan naçarê fihuşê dikin.

Di dumahîka nivîsa xwe de Tatarî bal dikêje şert û mercên giran yên penaberan û dibêje: ‘Herî zêde jin û zarok êşên şer dijîn. Em jî tenê weke temaşevananin!’

Rewanbej.com

dîtin: 280

Pêveker:

jinên rojavayî li stembolê dihêne firohtin