• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
JIYAN BERXWEDAN, BERXWEDAN JIYANE

JIYAN BERXWEDAN, BERXWEDAN JIYANE


nivîskar: Mihemed Guler
barkirin: Sermawêz 7, 2015, 9:37


Li Bakurê Kurdistanê bi derketina rûyê rast yê AKP’ê yê çaresernekirinê re, AKP’ê li Kurdistanê operasyon qirkirina siyasî û leşkerî da destpêkirin. Ji 24’ê Tîrmehê ve çiyayên Kurdistanê hatin bombebarankirin, di van bombebaranan de gelê sivîl û xweza hat qetilkirin. Bi vê re hemwext jî, li bajar û navçeyên Kurdistanê jî pêkanînên qirkirina siyasî di bin navê qedexeyên derketina kolanan de dabû destpêkirin. Gelo Kurd yê ku ji van pêkanînan ne xerîb bi tecrubeyên salên 90’î bi awayekî hîn amadetir bû. AKP ya ku hêvî dikir ku wê gelo Kurd bi pêvajoya çareseriyê bide xapandin jibîr kiribû ku li Kurdistanê înşa û berxwedan, muzakere û înşa bi hev re dimeşe. Gelo Kurd wê di her şert û mercî de xebatên xwe yên înşayê berdewam bike. AKP’ê bawer dikir ku wê gelê Kurd bi pêvajoya çareseriyê re dev ji her tiştî berde û li benda çareseriya AKP’ê ya nediyar bimîne. Lê gelê Kurd hem pêvajo da dewamkirin (ji bo ku nebe aliyê ku ji maseyê çareseriyê rabûyî û çareserî bidawîkirî), li gel vê jî li benda wê yekê nema û lez da xebatên xwe yên înşayê. Piştî ku AKP’ê pêvajo bidawî kir, dît ku Kurd bi vê lîstika pêvajoyê nehatine xapandin, vê carê jî rûyê xwe yê şerker û êrîşkar nîşan da.

Hikûmeta AKP’ê û Erdogan jixwe li Kurdistanê şerekî ji yên beriya xwe dijwartir dan destpêkirin, lê li gel vê jî di bin navê Herêmên Parastina Taybet de (versiyona nû ya “OHAL” Rewşa Awarte) bi dehan bajarên Kurdistanê derketina çiya û zozanan ji Kurdan re qedexe kir. Rewşa Awarte ya ku li salên 90’î ew qasê li dijî Kurdan sûcên mirovahiyê pêk anî, di roja me ya îro de di bin navê xwe yê nû de sînor û qedexeyên xwe hîn berfirehtir kiriye. Mirov dikare bibêje cara duyemîn Kurdistan dagir kirin.

AKP ya ku rûyê xwe yê rast derxistî holê, ji bo tepisandina agirê şoreşê berê xwe da kelhên berxwedanê yên ku pêşengî ji gelê Kurd dikin. AKP dixwest kelhên berxwedanê bide bêdeng kirin û hêvî û bendewariyên bajarên din yên Kurdistanê vemirîne. AKP’ê yekem car êrîşî kelha berxwedanê Cizîra Botan kir. Bê guman Cizîr ne tesaduf bû û navçeyên piştî wê jî ne tesaduf bûn. Ji ber ku Cizîr bajarê ku tim li hemberî zilmê serê xwe rakirî bûye. Her wiha bajarên din jî bi heman rengî. Li van bajaran dengê Kurdan di hilbijartinan de ji %90’ê jortire. Ji ber vê yekê weke hedef hatin girtin. Gelê Kurd yê ku bi dehan hikûmet, serokwezîr, serokkomar, paşa avêtiye zibildana dîrokê ji wan rojan jî ders girtine û li ser wan rojan gihiştine vê rojê. AKP’ê bi ceribandina rêbazên kevin xwe xapand. Li Cizîr, Farqîn Nisêbîn, Dêrika Çiyayê Mazî, Sûr, Farqîn, Gever û Silopiyê qedexeya derketina kolanan bi binketina hêzên dagirker encam da û eger ku ev pêkanîn li kîjan bajaran bê pêkanîn wê bi binketina hêzên dagirker encam bide. Gelê Kurd nema êdî bi rêbazên berê bê rêvebirin. Gelê Kurd bûye xwedî îrade û ji azadî û doza xwe bawer kiriye, ku eger gelekî ji azadiyê bawer kiribe, kes nikare li pêşiya wê bibe asteng. Vaye dewleta Tirk dixwaze bibe asteng, wekî ku ders ji hikûmetên ji beriya xwe ne derxistî.

Niha hikûmeta AKP’ê li van bajaran qedexeyên derketina ji derve radigihîne, xizmeta şaredarî û gelemperiyê asteng dike, pêşî li peydakirina qût û derman digire. Bi hemû hêz û teknolojiya xwe bi rojan êrîşî van navçeyan dike. Bi çeteyên xwe li bajarên Kurdistanê hemû cûre sûçên mirovahiyê dike, lê tevî vê jî nikare encam bigire, ji ber ku li beramberê wan gelekî rêxistinkirî heye. Her çendî rêxistinkirin ne di asta tê xwestin de be jî, lê dîsan li bajarên ku hikûmeta AKP’ê qedexe ragihandî nimûneyên berxwedanên bê hempa hatin nişandan. Her weku berxwedana Kobanê hat nûvejenkirin. Li her bajarî berxwedanên mezin ku erşa qesra Enqerê bihejîne hatin nîşandan. Gelê Kurd yê xwe bi van berxwedanan nîşan dayî, di heman demê de rûyê rast yê Hikûmeta AKP’ê jî nîşan da. Da diyarkirin ku çareseriya AKP dibêje, ne çareserî îmhaya topyekune. Gelê Kurd yê ku ji qonaxên tarî yên salên 80-90’î re derbaz bûyî wê bi hêsanî bikare ji vê qonaxê re derbaz bibe, li gel derbazbûnê wê vê hikûmeta kevneperest ya ku xwe dispêre polîtîkaya îmha û înkarê jî bavêje zibildan dîrokê. Dijminên Kurdan çiqas bi awayekî hovane û dirindeyî êrîşê ser Kurdan bikin, pêwîste Kurd jî li gorî wê berxwedan û înşayê xurt bikin. Ji derveyî vê ti rêya hebûnê li Kurdistanê nemaye û ne pêkane jî. Lazime li Kurdistanê berxwedan bibe taybetmendiyekî rojane û di her cih û demê de berxwedan hebe. Pêwîste Kurd bi berxwedanê rabin û bi berxwedanê rûnin. Berxwedan Jiyane.

 

 

dîtin: 419

Pêveker:

jiyan berxwedan berxwedan jiyane