• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kaseta gotubêja Dr. Qasimlo | Chris Kutschera

Kaseta gotubêja Dr. Qasimlo | Chris Kutschera


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Pûşper 15, 2015, 1:59


Chris Kutschera
Wergera ji Fransî: Bayezidi Selah
Ji Soranî: Dérsim Oremar

Roja 13’ê Hazîran a 1989’ê neyarê Komara Îslamî ya Îranê Ebdulrehman Qasimlo li avahiyeke Viyanayê, bi du guleyên ku li serê wî ketibûn û tevî du hevalên xwe hatibû qetilkirin.

Qasimlo rêberê Parti ya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) bû. Deh salên dawîn şerê artêşa Îranê dest pê kiribû. Piştî peywendiyên yekem di Kanûn a sala 1988’ê û Rêbandan a 1989’ê de Qasimlo ji nû ve bi şanda Îranê re peywendî danîbû. Yek ji muxatabê wî Cîgirê Serokê Îtîlaata Pasdaran Îranê, Mihemed Cefer Sehrewêrdî bû, ku di dema êrişê de birîndar bûbû.
Polîsê Nemsayê rê da Sehrawêrdî yê ku birînên wî çak bibin û nexweşxaneyê terk bike, piştre biçe balyozxane ya Îranê û roja 22 Tîrmehê jî xaka Nemsayê biterikîne. Îraniyekî din, bi navê Buzurgiyan ku Pasdar bû, demekî li binkeya polîsan hate ragirtin, lê piştre hukmê girtina wî helweşiya û wî jî karî vegere Tehranê. Kese sêyem ku Serokê Dezgeha Nêhênî ya Navxwe, Hacî Mustefewî Lacewerdî bû, ew jî bi serbestî Nemsayê terikandibû.
Belgeyeke awarte
Gotûbêjên ku di navbera şanda Tehranê û serokên kurd de ji aliyê beşdaran ve hatiye tomar kirin, piştî ku polîsên Nemsayê dest danîn ser kasetên Qasimlo, radestî (PDKÎ) hatine kirin. Sekerterê giştî yê (PDKÎ) Ebdulah Hesenzade îzna guhdariya kasetê da me. Belgeyeke taybet e: Belkî Ebdulrehman Qasimlo qet wisa bi zelalî behsa bîr û ramanên xwe derbarê otonomiya Kurdistanê nekiribe.
Pirs û bersiva aliyên Îranî, bi bawerî tê dayîn, ew bawer nakin ku gotinên wan belav bibin, rast e rast psîkolojî û şêwaza hizra berpirsên Komara Îslamî ya Îranê vedibêje ku di navera rêbazên nû yên siyaseta modern û serdema xelafeta Elî tê û diçe.
Gelo kujerên Qasimlo û hevalên wî, piştî bihîstina gotinên Qasimlo biryara kuştina wî dan? Yan beriya destpêkirina gotûbêjan, biryara kuştinê hatibû derkirin? Tenê şopandina proseyê, dikare bersiva pirsiyaran bo me ronî bike.
Xwendina wê belgeya awarte, rêya ji bo senaryoya jêr xweş dike:
Desthilatdarên Îranê ku agahdar bûn tevgera Qasimlo ji ber êrişên artêşa Îranê û dabeşbûna navxweyî ya partiyê (1988) de lawaz bûye û herwiha ji têgeheştina ji vîna Qasimlo bo geheştina çareseriyê bi rêya diyalogê re, hêvîdar bûn ku ev bi kêmtirîn daxwaziyan wê qayîl bibe, wate: Yasayîbûna partiya wî li Îranê.

Lê Qasimlo pêkuteya li ser vîna ragehandina otonomiya Kurdistanê ji rêveberên nû yên Îranê dixwaze. Xumeynî 4’ê Hazîran a 1989’ê miribû, şeva 12’ê Tîrmehê peywendiyê bi berpirsên xwe ve digrin: ”Xuya ye ferman hatiye, wî bikujin.”

Kaseta gotûbêjê:

”Silav, em li ser vê rêkeftîne ne ku ev gotûbêj bi temamî nehênî bimîne’‘ Serawêrdî dibêje, “çimkî hin dijmin hene naxwazin ew pirsgirêk çareser bibe…”
Sehrawêrdî berdewam dike: ”Heta di nav Îranê de jî, hin alî di asta rêvebiriyê de jî li dijî wê danûstandinê ne, nehalin bi eşkere behsa vê pirsgirêkê bê kirin.’’
Qasimlo rasterast diçe ser mijarê: ”Di hevdîtina dawî de em li ser du xalên serekî axivîn:
-Pejirandina pirsa otonomiyê.
-Azadiya çalakiyên partiya me di nava Îranê de.
We bersiv da ku rayedarên rejimê bi pejirandina binemayên otonomiyê re nînin. Derbarê xala duyem, me bi polîtburoyê re nîqaş kirin. Gelo pêşmerge wê çekan berdin yan ne? Polîtburo bawer e mehale çek bêne berdan. Hûn fahm dikin ku piştî deh salên şer û ewqas qurbaniyan, otonomî bûye sembola daxwaziyên me. Gelo lazim e peyveke din bikar were? Ger hûn naveroka otonomiyê qebûl dikin, çima ji wî navî ditirsin?”
Qasimlo naxwaze xwe weke zilamê otonomiyê pênase bike: “Zarokên me zarokên otonomî û demokrasiyê ne.’’ Berdengên xwe jî vedixwîne ku berdewamiyê bi gotûbêjan bidin û wan agahdar dike: ”Helbet ger pirsgirêka kurd çareser nebe, belkî bibe sedema cudabûna ji navendê û cudaxwaziyê…”
Sehrawêrdî axiftina xwe berdewam dike: ”Cara pêşîn e ku em di nava xwe de behsa vê dikin ku Îslam derbarê pirsgirêka di navbera netewan de difikire. Ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe, em guh nadin tu kesî, ne Rojhilat, ne Rojava, em hazir in xwe ji bo bîr û baweriyên xwe biken qurbanî.’’

“Otonomî bismillah a me ye”
Dora Qasimlo ye: ”Dixwazim ji we re ragihînim ku ez derbarê berbest û pirsgirêkên li hember otonomiyê, ku we bahskirî qayîl nebûm. Niha rêzdar Xameney û Refsencanî pêşnimêjên îna Tehranê ne. Ew dikarin derbarê otonomiya Kurdistanê gotarekê bidin.’’
Qasimlo bi hûrî boçûna xwe derbarê otonomiyê vedibêje: ”Ji bo me çar xalên serekî li pêş in: – Otonomî, wate komnebûna desthilatê li navendê.
– Xala duyem, zimanê kurdî ye. Zimanê kurdî li herêmên kurdan dibe zimanê fermî.
– Xala sêyem, destnîşankirina sînorê herêma otonom e. Bo wê mebestê, pêwîst e faktorên erdnîgarî, aborî û ji hemûyan girîngtir vîna xelkê li herêmên ku kurd lê dijîn bê berçav girtin.

– Xala çarem, ku ji bo kurdan xala serekî ye: Lazim e asayişa navxwe ya herêma kurdan ji aliyê wan bi xwe ve bê parastin.
Ev çar xal girîng in û em ji wan zêdetir tiştekî naxwazîn. Û çiqas dikarin pêk werin, em rastbîn in, bo mînak, ji bo diyarkirina sînoran, nakokî çêdibe. Ger tiştên serekî bêne erêkirin, kurd ji bo tiştên biçûk şer nakin.’’
Qasimlo axiftina xwe dom dike: ”Mehale peyva ”otonomiyê” bê guhertin. Vê peyvê wateyeke dîrokî û sozdarî ji bo gelê kurd heye. Sembolîk e, hest dikim hûn naveroka wê qebûl dikin, lê dixwazin nav bê guhertin. Dema ayeteke pîroz a Îslamê dixwînî, çênabe bê gotina ”Bismillahê Elrehman Elrehîm” destpê bikin. Otonomî jî heman tişte, hûn naveroka wê qebûl dikin, lê ”Bismillahê Elrehman Elrehîm”ê ne.’’

Tahran otonomiyê qebûl nake Îranî dibêjin, beriya destpêkirina gotûbêjan ku ”hêviyeke mezin afirandiye’‘ lazim e peywendiyê bi Tehranê ve bikin. Piştre ji hev cuda dibin û dibêjin bi mebesta diyarkirina dema hevdîtina dahatî, wate sibê wê telefonê bikin.
Di dîdara din de, roja 13’ê Hazîranê de Sehrawêrdî dibêje, peywendî bi hevalên Tehranê ve kiriye. ”We doh got: ku rayedarên Îranî dikarin di gotara nimêja înê de behsa otonomiyê bikin. Hin pirsgirêk hene ku rayedar û îmam dikarin derbarê wan bi xelkê re biaxivin. Lê lazim e bê gotin ku hin pirsgirêk hene ku me boçûn û nêrînên cuda li ser hene.’’

Sehrawêrdî behseke dûr û dirêj û dûrî mijara babetê vedike: ”Xuyaye ku me pirsgirêkên din hene: Deh sal in mijareke germ li ser rola bazarê heye, hin kes dibêjin çênabe em rê bidin ku aboriya Îranê bê kontrolkirin û hejar weke hevwelatiyên di pile ya dûyem de bên hesibandin. Vê demê Îmam Xumeynî sax bû û digot: Îslam bi kapîtalîzm û kontrolkirina desthilatê re nîne, Îslam li navendê ye, dengê sêyemîn e û bernameya taybet bi xwe heye!
Da behsa mînaka bazara derekî bikim: Yasa bê tu çareseriyekê, sê caran pêşkêşî parlementoyê hatine kirin. Piştre mecbûr bûn pêşkêşî civata diyarkirina berjewendiyên rejimê bikin.”
“Em vegerîn ser pirsa otonomiyê. Weke pirsgirêka aboriyê ye: di vê derbarê de du ra hene. Boçûneke serdema Hezretî Elî (Xelîfê çarem) wî li navenda xelafetê hukimdarî dikir, lê herêmên din jî hebûn, ku navê wan ”wîlayet” bû, walî û hakim li gor otonomiyê, destvekirîtir bûn. Mektebeke din heye ku dibêje ev serdema Elî bû û şert û mercên niha cuda ne: Em ji aliyê dijminan ve hatîne dorpêçkirin, welatên ku endamên NATO yê ne, rejimên kevneperest, ku nahêlin otonomî di çarçoveya sînorên wan de bimîne. Ji bo ku bê qutbûn berdewam be, otonomî jî pirseke wisa nîne ku bi du gotarên nimêja înê de bidawî bibe.

Pirsgirêka duyem: (PDKÎ) dixwaze heman rewşê biparêze û di heman demê de bi Komara Îslamî ya Îranê re danûstanê bike, lê ez bawerim nayê pejirandin.’’
Serawêrdî behseke din a ne peywendîdar pêş dixe, sîstema Îslamî çawa kar dike: ”Mînakeke din li ser peywendiyên derve tînim: Bi dirêjahiya çend salan, beriya ku biryarek bê girtin, gotûbêj li ser hate kirin. Ger me peywendiyên xwe bi Amerîkayê re qut kirine û navbera xwe bi Yekitiya Soviyetê re baş kiriye, biryarek nîne ku bi yek-du rojan û ji aliyê kes yan du kesan ve hatibe girtin. Axiftin li ser hatine kirin û cara dawî zêdetirî sê salan, deh sal, panzde sal û herwiha bi berçavgirtina rewşa Yekitîya Soviyetê, gihîştîne vê encamê ku bi wan re rêk bikevîn. Ji ber çi? Çimkî me pirsgirêka Efxanistan, Pakistan û kendavê heye. Ji ber ku me bi rojavayê re pirsgirêk hene.
Lazim e derbarê otonomiyê jî çendîn sal gotûbêj bêne kirin. Bawer im di şert û mercên niha de, otonomiya ku hûn dixwazin, nayê pejirandin.’’

Dora axiftîna Hacî Mistefewî tê: ”Binavê xwedê, partiyên qomunîst pişta xwe dane nasiyonalîzma Stalîn. Partiyên Sosyal Demokrat xwedî şêwazên çareseriya xwe ne. Ya ku girêdayî me ye, hêzên Îslamî, Komara Îslamî ya Îranê, heta niha me raveyek ji bo pirsgirêka neteweyan nebûye. Ger em bikarîn kareke wisa bikin ku Komara Îslamî ya Îranê bi nêrîneke têorîk û bi awayekî cidî di hizra wê pirsgirêkê debe, serkeftineke mezin e. Helbet di Îslamê de, pêxember û cîgirên wî rêbazên taybet bi xwe hebûne. Hêvîdar im rejim di vê meselê de kûr bibe û di navbera tişta ku jêre sunet tê gotin û tişta ku hûn dixwazin rêya sêyemîn peyda bikîn.

Serxebûn, federalîzm an jî otonomi!

Qasimlo axiftina wan dibire, weke ku nikare rewşa heyî qebûl bike: ”Hûn dibêjin niha pirsa serekî ev nîne ku otonomî bê çareser kirin, belkî çareserî peywendiyên di navbera (PDKÎ) û Komara Îslamî ya Îranê ye. Em hatine ji we bixwazîn pirsgirêka otonomiyê çareser bikin.’’ Piştre Qasimlo bi berfirehî behsa wê dike ku mafên diyarkirina qedera xwe bi awayên cuda cuda dikare pêk bê: Serbixweyî, federalîzm û otonomî. Qasimlo axiftina xwe berdewam dike: ”Ji bo me pirsa serekî eve, ka gelo Komara Îslamî ya Îranê bi rastî dixwaze pirsgirêka netewan li Îranê çareser bike? Ger bersiv erê ye, dixawzin bizanîn çawa? Gelo ew şêwaz serbixweyî ye, federalîzme yan otonomî?
Me Kurdan xwestekên xwe diyar kirine. Em federalîzmê jî qebûl dikin, helbet bi baweriya min ji ber ku di serdema Îslamê de jî federalîzm hebûye, federalîzm baştir e. Weke mînak Yekîtiya Komarên Federal a Îranê pêk were. Ger hûn serxwebûn, federalîzm û otonomiyê qebûl nakin, diyar dibe ku hûn naxwazin pirsgirêkan çareser bikin.’’
Di dawiyê de dibêje: ”Belkî siberoj beşeke din ya Îranê otonomiyê bixwaze, di rêya çareseriya pirsgirêkên navxwe yên Îranê bi prensîb, wêrekî lazim e. Lazim e yasa ji bo hemûyan yek be, ji bo ereban, belûçan, turkmenan û kurdan. Ger ev pirsgirêk îro çareser nebe, di paşerojê de wê ji bo welatê me bibe serêşîyeke mezin.’’

“Yan şer berdewam dike” û dengê teqeyan
Piştî bahseke kirt, alî biryara hevdîtinê ji bo sibê diyar dikin. Navbenkarê kurd yê Îraqî, Fazil Resûl diaxive da behsa encama gotûbêja herdu aliyan dike: ”Yan digehîjin encamekî, yan diyalog berdewam dibin, bê ku şer çêbibe. Yan bi berdewamiya şer re, gotûbêj berdewam dibin. Lê niha baştir e bigihin rêkeftinekî: Pêvajo niha baş e, belkî sê salên din rewş biguhure, hevsengî û nahevsengiya hêzan diguhere û rewş cuda dibe.’’ Ev peyvên dawiyê ne. Dengê kursî û maseyan tê. Piştre dengekî weke çar teqeyan. Teqe bi amûra bêdengkirina çekan? Tu dengek nayê. Dema polîs ji aliyê cîranan ve ji ber birîndarbûna Sehrawêrdî têne agahdarkirin. Dema diçine nav avahiyê, termê sê Kurdan dibînin.

dîtin: 432

Pêveker:

kaseta gotubêja dr qasimlo chris kutschera