• Têketin
  • Ziman
KCK banga serhildanê li gelê Kurd kir

KCK banga serhildanê li gelê Kurd kir


barkirin: Hêzîran 8, 2014, 7:13


Li gorî nûçeya Ajansa Firat ê Desteya Rêvebir ya KCK daxuyaniyek daye û bang li gelê Kurd kiriye da ku Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê serhildanên Şoreşgerî pêk bînin.
Li gorî daxuyaniya ku di Firatnews ê de hatî belavkirin, KCK bang li Kurdan dike ku serê xwe li himber komkujiyên AKP ne çemînin û serhildana xwe mezintir bikin.

KCK vê carê di banga xwe de li gel -Tirkiyeyeke Demokratîk- qala -Kurdistaneka Azad- jî kir û bang li Kurdan kir ku li bajarên Tirkiyê jî rabin serhildanê.

Daxuyaniya KCK ku di Firatnews ê de hatî belavkirin bi giştî wehaye;

“Beriya her tiştî em berxwedana gelê me yê Liceyê ya li pêşberî faşîzma AKP’ê, hêjayî dîroka xwe nîşan daye, silav dikin. Li pêşberî bîranîna Şehîd Ramazan Baran û Bakîr Akdemîr bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, em soz dikin ku emê têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin, ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Şehîdên me Ramazan baran û Bakî Akdemîr bûne şehîdên serhildanên serketinê yên dema nû, ku weke tevger û gel bi awayekî topyekûn em dimeşin azadiyê.

Dewleta AKP’ê ji destpêkê ve li pêşberî gavên yekalî û fedekariya Rêbertî û tevgea me ti gaveke erênî neavêtiye, her tim ketiye nava propagandeke qirêj û amadekariya şer. Li aliyekî bi şêweyê sexte û durû behsa pêvajoyê dike, li aliyê din qereqol, kalekolên nû û bendavên bi armanca leşkeriyê ava kiriye. Hejmara cerdevanan zêde kiriye, hêzên nû yên leşkerî li Kurdistanê bicih kiriye, tevgera balafirên xwe yên keşfê yên li ser Kurdistanê ranewestandiye, operasyonên xwe yên siyasî dewam kiriye. Desthilatdariya AKP’ê ku di mêjiyê xwe de hebûn û azadiya gelê Kurd qebûl nekiriye, bi rêbaza mijûlkirin, qezençkirina demê, xapandina raya giştî û rêbazên şerê taybet ku jê re dibêje çareserî, hewl dide derbê li tevgera me bixe. Derketiye holê ku civînên wê yên bi navê Komxebatê lidar dixe, çiqasî durû ye, ji naverok û samimiyetê dûr e û lêgerînên sexte ye. Bi îstîsmarkirina hestê dayikên zarokên wan tevli refên gerîla bûye re, hewl dide rojevekê ava bike. AKP ya ku dayikên şehîdan ên bi hezaran kuştinên kiryar ne diyar, windahiyan, dayikên aştiyê û dayikên şemiyê bi hovane li wan dide û operasyonan li dijî wan dike, berê xwe daye dayikên zarokên wan tevli gerîla bûne û hewl dide zextê li tevgera azadiyê bike, di nava civakê de jî li gorî xwe têgihiştinekê biafirîne. AKP ya ku bi sedan zarokên Kurd qetil kir niha radibe behsa hezkirina zarokan dike. Ev hezkirina AKP’ê durûtî ye.

Dewleta AKP’ê, ku amadekariyên şer ên bi mehan e dike têra wê nekiriye, bi hezaran polîs û leşkeran êrîşî xwepêşandanên aştiyane û sivîl ên gelê leheng ê Liceyê kiriye û komkujî kiriye. Bi komkujiyê bersiv daye qîrîna aştî û çareseriya demokratîk a gelê me. Tevî ku di dest de ti çek tineye jî, nekarî xwe li nerazîbûnên demokratîk ên gelê me yê xwepêşandana aştiyane û sivîl kiriye, rabigire. Em destnîşan dikin ku ti êrîş û komujiyên dewleta AKP’ê wê bêbersiv nemînin û bang dikin ku li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê bi serhildanên radîkal û berfireh xwedî li şehîdên Liceyê were derketin. Em berxwedana bi heybet û rûmet a gelê me ya li Lice, Meskan û Şaxê silav dikin. Li her cihê lê qereqolên nû tên çê kirin, ku ji bo gelê Kurd tê wateya îşkence, komkujî û talanê, em bang li gelê xwe dikin ku bi ruhê berxwedana bi rûmet a li Liceyê rabe serhildanê. Berxwedana li Lice, Meskan û Şaxê bexwedaneke bi rûmet û esîl e. Gelê me wê li pêşberî amadekariyên şer û komkujiyan ên AKP’ê ti carî ji rêya xwe venegere û berxwedana xwe li her deverê bilind bike.

Di dîroka têkoşînên azadiyê yên gelan de, ti serketin nîne ku bêyî pêşengiya jin û ciwanan pêk hatiye. Eger têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ev 40 sal in bi pêş ketiye û hatiye ber deriyê azadiyê, di vir de berxwedan û têkoşîna keç û xortên Kurd diyarker e. Her ciwanê welatparêz ê Kurd bêguman wê ji bo azadî û rûmeta xwe, li çiyayên azad ên Kurdistanê li nava refên gerîla cihê xwe bigirin. Ji bo jiyaneke bi rûmet û azad, ji bo gelê Kurd pêşerojeke azad diyar bike, ji bo azadiya gelê xwe û Rêber Apo, em bang li jinên ciwan û xortên Kurd, ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyî dikin ku tevli refên gerîla bibin.

Gelên Tirkiyeyê, hemû hêzên şoreşger-sosyalîst û demokratîk, divê bi serhildanên leheng ên gelê Kurd re, li dijî faşîzma AKP’ê têkoşînê bilkind bikin. Pêwîste têkoşîna metropolên Tirkiyeyê û çiyayên Kurdistanê silavê bidin hev û kengî têkoşîneke hevpar hat meşandin wê wê demê vîna faşîst a AKP’ê were şikandin. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad, em bang li hemû hêzên têkoşer dikin ku piştevaniya berxwedana li Lice, Meskan û Şaxê bikin, serhildanên gel ên şoreşgerî li her çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê bilind bikin.”

dîtin: 483

Pêveker:

kck banga serhildanê li gelê kurd kir