• Têketin
  • Ziman
KCK’ê vekêşandina hêzên gerîla rawestand

KCK’ê vekêşandina hêzên gerîla rawestand


barkirin: Êlûn 9, 2013, 10:16


Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji bo gavên berçav bavêje heta 1’ê Îlonê dem diyar kiribû û daxwaz ji AKP’ê kiribû ku pêdiviyên pêvajoya aşitiyê pêk bihîne. KCK’ê daxuyand ku ji ber hikûmeta AKP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav neavêtiye, wan vekişîna gerîla rawestandine. KCK’ê got, “Vekişîna gerîla hat rawestandin, lê agirbest wê dewam bike.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin ku ji ber xemsariya hikûmeta Tirk ya li pêşberî gavên wan avêtine û ji ber ku di warê demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd de ti gav ne avêtiye, wan vekişîna gerîla rawestandine.

Hevserokatiyê got, “Yê ku agirbesta me, vîna me ya vekişîna gerîla û vekişîna gerîla ya di astegeke muhîm de girîng nedîtiye, yê ku bersiveke rast nedaye vê û ev pêvajo weke rewşe mijûlkirinê bikar aniye û xwestiye li ser vê bingehê bi rewşeke agirbestê bikeve hilbijartinên herêmî û hilbijartinê bi ser bixe hikûmeta AKP ye. Lewma berpirsyarê vê rewşê hikûmeta AKP’ê bi xwe ye.”

Hevserokatiyê, tevî “hemû nêzîkatiyên xemsar û bêberpirsyar” careke din bang li hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk kir ku ji bo demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd gavê biavêje. Hevserokatiyê got, “Vekişîna gerîla rawestiya, lê rewşa agirbestê dê dewam bike. Bi dewamkirina agirbestê re firsend ji AKP’ê re tê dayîn ku di çarçoveya projeya Rêber Apo de gavê biavêje.”

dîtin: 341

Pêveker:

kck