• Têketin
  • Ziman
Kêliyên dawî yên Dr. Qasimlo

Kêliyên dawî yên Dr. Qasimlo


barkirin: Pûşper 13, 2013, 4:39


Perwer Yaş-Rasensbugrg-ANF

Îro 24. salvegera kuştina yek li lîderên Kurdan Dr. Abulrehman Qasimlo ye. Dr. Qasimlo bi du hevalên xwe re di 13’ê Tîrmeha 1989’an de li Viyanayê, dema li dora maseya danûstandinan rûniştibû ji aliyê nûnerên rejîma Îranê ve hat kuştin. Hevalê Dr. Qasimlo, Dr. Kerîm Pîroty ku pê re çûbû hevdîtinan, rojên Viyanayê yê bi kuştinê bi dawî bû ji ANF’ê re vegot.

Dr. Kerîm Pîroty ê porên wî spî bûye û niha 54 salî ye, me li ber derî pêşwazî dike. Pîroty ku li bajarokê Rabensbûrg ê li sêgoşeya Awûstûrya, Çek û Slovakyayê bû doktor, yek ji navên ku ji rûpeleke krîtîk a dîroka Kurdan re şahidî kiriye. Di sala 1973’an de gava 21 salî bû ji bo xwendinê çû Awûstûryayê, nûnerê Viyana yê Partî Demokratî Kurdistan-Îran (PDK-Î) bû û Sekreterê Giştî yê partiya xqwe Dr. Abdûlrehman Qasimlo ji 11 heta 13’ê Tîrmeha 1989’an kiribû mêvanê xwe. Pîroty gava bi wesaîta xwe ya şîn a bi markeya Opel, Dr. Qasimlo roja 13’ê Tîrmeha sala 1989’an saet di 17.00’an de danî ber otêla Hîltonê, ne zanîbû ka çi li benda wî û hevalên wî ye.

Çi rasthatineke ku bavê Pîroty ê Mahabadî M. Emîn Pîrotyî jî hevalê Serokê Komara Kurd a Mahabadê Qazî Mûhamed bû: “Bavê min di nava heyeta bi Qazî Mûhamed re çû Bakuyê cih girt. Di vegerê de Qazî termos diyarî wî kiribû. Termos şikestî bû, lê dîsa jî ew hilanîbû. Dema Qazî hat darvekirin, bavê min li wî termosî dinêrî û ew roj dianî bîra xwe.” Pîroty dema li ber otêlê li benda Dr. Qasimlo bû bêguman nizanîbû mîna bavê wî, wê lîderekî din ê Kurd li nêzî wî bê kuştin. Lê dîrok ji rasthatinan hez dike.

– Dr. Qasimlo, gava roja 11’ê Tîrmeha 1989’an hat Viyanayê, we ew li balafirgehê pêşwazî kirin?

Rojek berê, dema li Parîsê bû bi telefonê li min geriya û got ewê rojek din were. Êvarê saet li dora 18:00’an bi berpirsyarê PDK-Î yê Fransayê Abdulkadîr Azerî re daket Viyanayê. Min û çend endamên partiyê yên li Viyanayê dijîn, ew pêşwazî kirin. Dûre em bi wesaîta min çûn malê, bi şev li cem min ma. Min dizanîbû bi rejîma Îranê re hevdîtin tên kirin, lê ji detayan ne serwext bûm. Roja din gava hişyar bû, bi telefonê li Dr Fazil Resûl geriya. Ji hev re gotin ewê li kafeyeke bi navê “Landtmann” hevdu bibînin. Me bi hev re taştê xwarin û di saetên nîvro de em ji malê derketin.

– Hûn li Cafeyê çi axivîn?

Ya rast, ez li axaftinê zêde rast nehatim. Dr. Qasimlo 500 Mark da min ku ez vî pereyî bikim Şîlîngê Awûstûrya. Min dît ku di bêrîka wî de 500 Markên din jî hene. Ji bo guhertina pere ez çûm bankê, nêzî 10-15 deqeyan dewam kir. Gava vegerim, gotin emê rabin. Ji ber vê yekê, dema ez ne amadebûn, ez nizanim ka hersêyan Dr. Resûl, Dr. Qasimlo û Azerî li ser çi axivîne. Me sirra wan deqeyên hersê qurbanan nezanîbû.

‘KUJERAN PEREYÊ WÎ JÎ DIZÎN’

– Bi qasî we behs kirin di bêrîka Dr. Qasimlo de bi giştî hezar Mark hebûn, gelo aqûbeta vî pereyî çi bû?

Piştî rojekê, dema hat kuştin ew pere ne di bêrîka Dr. Qasimlo de bû. Bi îhtimaleke mezin kujeran ew pere jî dizîn.

– Em vegerin cafeyê, gava hûn ji wir derketin hûn çûn ku derê?

Em çûn 9 herêmên li Viyanayê, min ew danî mala Dr. Resûl û ji wir veqetiyam. Dûre min bihîst ku ew çûna mala duyemîn a Dr. Resûl a li kolana Lînken Bahngasse bi hejmara pêncan. Her haya min jê tinebû ku, wan bi nûnerên rejîma Îranê re hevdîtina yekemîn kirine. Ev mala duyemîn, mala jina Dr. Resûl Renata bû. Ber êvarê Dr. Qasimlo telefonî min kir, ez li malê bûm. Ji min re got, ew li “Cafe Museum” e û xwest, wê ji wir bînim. Bi lezgînî derketim, em hinekî li wê cafeyê rûniştin, gava roj tarî bû min Dr. Qasimlo û Azerî anîn malê.

‘AZERÎ BÊ KÊF BÛ’

– Başe, wê êvarê ji we re qet behsa hevdîtina yekemîn kir?

Ji min re bi tenê got, me bi Îraniyan re hevdîtin kiriye. Lê qet behsa axaftina xwe ya bi wan re an nasnameya wan ne kir. Ne tenê ez, haya hevalên din jî ji hevdîtinê tinebû. Min jê pirsî, wî jî got, “Nasnameya wan ne girîng e, ya girîng ew Îranî ne.” Biryat hatibû dayîn navberekê bidin hevdîtinan. Lê bi şev beriya rakeve telefonî Dr. Resûl kir û xwest hevdîtina duyemîn heman roja din be. Dr. Resûl jî diyar ku ewê vê guhertinê ji Îraniyan re ragihîne û telefon girt. Nîvê şevê dema Dr. Qasimlo ji bo rakeve çû odeya xwe, min bi Azerî re sohbet kir. Kêfa Azerî tinebû, digot hevdîtin bi însiyatîfa Dr. Qasimlo hatiye kirin. Roja din di 13’ê Tîrmehê de em çûn restoranda li Kahlenberg û me xwarin xwarin.

– Kî hebû li xwarinê?

Ez, hevsera min û Dr. Qasimlo. Azerî nehatibû, ji ber bêkêfiya wî di roja duyemîn de jî zêde bûbû û ji hevdîtina bi vî rengî ya bi Îraniyan re gelekî aciz bû. Lê aciziya xwe jî vedişart, ji ber ku eger bigota “Ez acizim û nayêm hevdîtinan” dibe ku li bersiveke “tu ditirse” rast bihata. Ji ber ku ew jî, ez jî em hemû baş dizanin ku gotina “tirsonek” ji bo şoreşgerên Kurd heqareta herî mezin e.

Piştî xwarinê bi demeke kin em çûn mala me, me hinekî bêhna xwe vedan. Dr. Qasimlo digot ewê saet di 16.00’an de bi Serşêwirmendê Wezîrê Karê Hundur Manfred Matzka re hevdîtinê bike. Matzka rayedarekî dostê Kurd bû, di gelek karên me yên burokratîk de ji me re dibû alîkar. Em çûn Wezareta Karên Hundur, Matzka tinebû. Sekretera wî got, hevdîtin wê neyê kirin ji ber hevdîtineke din a Matzka heye. Dîsa jî bi qasî 10-15 deqeyan em rawestiyan û saet li dora 16.30’an ji wezaretê derketin. Dr. Qasimlo digot hevdîtineke din heye û dilezand. Ji min xwest ku ez wî û Azerî deynim ber otêla Hîltonê. Saet li dora 17.00’an em gihaştin ber otêla Hîltonê.

‘ÎRANIYAN BÎN BELLA DI HEVDÎTINA DUYEMÎN DE NEXWESTIN’

– Ji we re got, ku çi karê wî li wir heye û wê bi kê re hevdîtinê bike?

Ji min re got, ewê bi Îraniyan re hevdîtinê bike û ji min xwest piştî 2 saetan li heman cihî amade bim. Ez di vê nuqteyê de detayekê bidim: Ez di wê baweriyê de me ku Serokkomarê berê yê Cezayîrê Ahmet Bîn Bella jî di wê hevdîtinê de weke navbeynkar amade bû. Lê belê rojek piştre Bîn Bella hat cihê serxweşiyê û ji me re got, “Îraniyan ne xwestin ez di hevdîtina duyemîn de amade bim.” Ez bawerim eger Bîn Bella li wir amade bûya, ewê wî jî bikuşta û ji ber ku Îraniyan xwe ji tiştekî weha vedigirtin, hatine wî red kirin.

– Di wan 2 saetan de we çi kirin?

Bi hêrs bûm, ji ber ku ez nûnerê Viyanayê bûm lê haya min ji hevdîtinê tinebû. Komek hevalên din jî li maleke din a endamê partiyê, li benda Dr. Qasimlo bû, ez çûm cem wan. Min nerazîbûna xwe bi wan re parve kir, min mafdar dîtin, di ser de ez difikirîm ku ji partiyê îstifa bikim. Me biryar da ku vê mijarê bi civîneke piştre bi Dr. Qasimlo re biaxivin. Ez ji wê derê derketim û çûm cihê Dr. Qasimlo got divê ez lê amade bim. Li ber otêla Hîltonê, saet li dora 19.00 bû, hinekî din jî li benda wan mam lê nehatin. Qedexe bû ku ez demeke dirêj bi wesaîta xwe li wir rawsstim. Min jî li dora otêlê tûrek avêt.

Baş nayê bîra min, lê di ser re nîv saet derbas bûbû û hînê xuya nedikirin. Gava li kolanên derdorê digeriyam, min dît ku gelek ambûlans û wesaîtên polîsan diçin Linken Bahngasse. Tirsek di wê kêliyê de ket dilê min. Haya min ji cihê hevdîtinê û hebûna maleke Dr. Resûl a li wê derê tinebû. Min xwe nêzî polîsan kir û ji wan pirsî ka çi bûye. Wan ji min re gotin li qatê jorê 3 biyanî hatine kuştin, lê nasnameya wan hînê nehatiye kifşkirin. Li ser vê yekê gelekî tirsiyam û min haya hevalên li bendê bûn, bi bûyerê xist. Wan jî gotin ewê hema yekser werin wê derê. Şefê ekîbên antî-teror Kîssler jî li wir bû û wî ji min re got, ew dikare derkeve jorê û cenazean teşhîs bike.

‘MIN CENAZE TEŞHÎS KIR’

– Hûn bi tena serê ketin hundurê xanî? Li benda hevalên xwe neman?

Belê, bi tena serê xwe derketim jorê. Polîs diyar kir ku kesek jî birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê. Ji bo teşhîskirina wî jî hevalekî din bi polîsan re çû nexweşxaneyê, lê got ku ew wî nas nake. Ji ber ku ew kesê birîndar Cafer Sahraroodî yê Îranî bû. Ez ketim odeya komkujî lê hat kirin, her der veguherîbû gola xwînê, mase, kursî ketibûn. Dr. Qasimlo li ser qenepeyekê li ser pişt veketibû û gule li serî û qirika wî ketibû. Dr. Resûl li ser rû veketibû. Azerî jî li cihekî hinekî ji wan dûr dirêjkirîbû.

– Sahraroodî yê Îranî çawa birîndar bûbû?

Der heqê vê de nikarim tiştekî zelal bêjim, ev yek hînê rewşeke ne zelal e. Ji ber ku li ser ti Kurdên tevlî hevdîtinê bûn çek tinebû. Lê bi dîtina min, gava bi Azerî re bi hev ketibû, bi şaşî gule berdabû xwe. Ji ber ku 14 gule li Azerî ketibû, sedema vê jî bi îhtimaleke mezin li ber xwe dabû. Amîr Mansour Bozorgîan ê wê êvarê hat binçavkirin, serê sibê hat berdan. Cafer Sahraroodî jî piştî hat dermankirin, ew şandin welatê wî.

– Awûstûryayê çima çavê xwe li kujeran girt ku bikeve welatê wê? Bi dîtina we, çima dosya Qasimlo hat girtin?

Piştî ku di sala 1992’an de bi heman rengî Şerefkendî û hevalên wî li Berlînê hatin kuştin, kujerên wan ji aliyê dadgehê ve hat cezakirin û ji Îranê gotina “welatekî terorîst” e hat gotin, me ji siyasetmedarên Awûstûryayî pirsîn ka çima dosya Qasimlo ser hat girtin. Me ji wan re gotin, “Binêrin Elmanya helwesteke çawa nîşan da, bêguman hûn welatekî biçûk in û ji Îranê tirsiyane.” Bersiva wan bi vî rengî bû: “Mesele ne biçûkbûna welatê me ye. Qanûnên Elman li pêşiya hukûmetê asteng ku dest li dadgeh û dadgeriyê werbide. Lê li Awûstûryayê ev berovacî ye. Hukûmet kengî bixwaze dikare dest li pêvajoya dadgeriyê werde, ew dikare biryarê bide kîjan doz wê were vekirin an neyê vekirin. Li Elmanyayê dadgehê serî li ber zextên hukûmetê, ne tewand.”

– Vê bûyera kuştinê bandoreke çawa li jiyana we kir? Gava tê bîra we, hûn çi hîs dikin?

Bûyerek bi êş e, bûyera herî mezin a bi êş a jiyana min e. Gelo tiştekî biçûke? Hûn lîderê partiya xwe yê baş nas dikin û du hevalên xwe yên baş wenda dikin. Di ser de, hûn bi wan re nêzî mirinê bûn. Bêguman vê bûyerê bandoreke mezin li min kir, demeke dirêj min nekarîbû xwe ji bandora wê rizgar bike.

dîtin: 400

Pêveker:

kêliyên dawî yên dr. qasimlo