• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kes bi nivîsandinê nabe nivîskar | Zeynelabidîn Zinar

Kes bi nivîsandinê nabe nivîskar | Zeynelabidîn Zinar


barkirin: Gelawêj 11, 2017, 11:40


 

Kes bi nivîsandinê nabe nivîskar, kesê nivîskar bi derxistina çend pirtûkan nabe, rewşenbîr. 
Lewra nivîs jî mîna gelek pîşeyan pîşeyek ji pîşeyan e. Lê tiştê ku xwedîtî li nivîsê û li nivîskarî dide kirin, hunera afirandina naveroka nivîsê ye. Eger ew huner li cih be û eger xwendevan rewşa xwe ya tore û çandî tê de bibîne, piştre xwendevan wê nivîsê wek malê xwe dipejirîne, hingê xwendevan nivîskarê wê nivîsê dixin nava qulçavkên dilê xwe. 

Lê eger nivîskar naveroka nivîsên xwe li ser babetên dûrê ji çand û toreya wî zimanê ku pê nivîsiye nivîsandibe, hingê ew nivîs ne malê wî zimanî ye û ne jî ji aliyê xwendevanan ve tê pejirandin, ne jî nivîskar rûmeta xwe di nava xwediyê wî zimanî de dibîne.

Bêguman nivîsa ku hatiye weşandin, berî weşandinê wek hevîrê xav e di destên xwediyê xwe de. Xwedî çewa û bi çi rengî çap û eyar bidê, li gor zanîna xwe serbest e. Lê piştî ku nivîs hate weşandin, îcar dibe malê xelkê. Xelk jî çewa xwe tê de bibîne, yan çewa xwediyê nivîsê tê de binase, her wisan jî dinirxîne.

Bêguman kes bi nivîsandinê nabe nivîskar. 

 

dîtin: 150

Pêveker:

nivisandin nivîskar zeynelabidîn zinar