• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kî karibe bixwîne ji bo wî/wê ye

Kî karibe bixwîne ji bo wî/wê ye


nivîskar: Agirî Soran
barkirin: Nîsan 20, 2016, 12:04


Bi Şengalê destpê kir her tiştî. Destê pênûs girt hêrsa hinavê xwe rijand û lêvên çûne ser hev helbestên termên zaroka qêriyan. Ji asmana baran dibarî erdê ji erdê xwîn dibarî asmanan. Xwedê mirovin afirandibûn, mirovên bi serê zarokan gok dileyistin. Henase di gewriya Kurdan de asê dima. Ne diçû û ne dihat.

Paşê pênûsan berê xwe dane Celewla, ji wir dîsan Şengalê, termên Pêşmergeyên Kurd bûne têlên direhî li ser sînorên welatê bê dewlet.

Û ciwanên Kurd, jin û zarokên Kurd li Hesekê bûne hibira nav pênûsa û herikîn. Li Qamişlo teqîn, li Serê kaniyê zarok şûna bi darikan leyistikên şer bilîzin bi keleşkofan bi şer dileyistin.

Kobanî wêran bû, talan bû, hate kuştin û derbeder bû.
Herkesek bû Kobanîst bû Kobanînivîs.

Êdî dora Bakur bû. Vê carê zarokên di zikê dayika xwe de heman wekî komkujiyên Dêrsim û Amedê yên beriya 60 salan dibûne armanca gule û xencerê dijminê Kurdan.

Vê carê pênûs bêdeng bûn. Hovîtî ewqas kur bû êdî hibra nava pênûsa zuha bûbû. Ne diherikî tiştek. Pevy hîna di nav rayê mêjî de di fetisîn. Termên tazî li Wanê kujên çava hertim vekirî dihiştin û çav jî girtî.

Bêhna kuştiyên jêrzemînê xaniyên Cizîrê hetanî bi serê dî dinyayê çûbû. Rondik zûha bûbûn.

Dijminê Kurdan derveyî xwesteka – Kuştinê – tu xwestekî dîtir ji Kurdan re nehiştibû. Kurd tu car ewqas pêwistî kuştinê nebûbûn. Lê dîsan jî peyvên tuj, gotinên har, gotarên sar, rexneyên tijî ar di quncikên torbendên civakî de wekî nalîna birîndarên Cizîrê xwe didane der.

PKK ya erdhejên cîhanê jî bi xwe ve girê dida û zarokên Cizîr, Amed û Nisêbînê kirin pêlekanê avabûna xwe nebû çare, nebû derman, PDK ya li ber deriyê Dewletbûna Kurdistanê ji ber –Peywendiyên siyasî yên Dewleta Kurdistanê li gel welatên cîran – Ew Nisêbîn û Cizîra di sala 91 ê de bi can û malê xwe pêşwazî li hemî başûrê welat kiribû temaşe dikir.
PYD-YPG ya di kurayiyên Sûrî de bi piştevaniya firokeyên – Welatên Dost – ve berbi pêş ve diçû guhdarî teqînên li Silopî, Cizîr û Nisêbînê dikir.

Ji bo pêşgiriya tunebûna Bajarên Kurdan, Sûra Amedê, Nisêbîna Mêrdînê û Cizîra Bota Kurd diviya bi dehan rêxistin ava bikin. Bi dehan artêş ava bikin. Bi dehan kom û tîm û hêz ava bikin. Mixabin ev tevgera Kurdan qet ne li gorî êrîş û kiryarên dijminan zû û lezgîn pêk tê. Kurd hîna jî bi wê henaseyê ve mijûlin ya di gewriya wan de fetisî.

 

Di vê demê de Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurd

Ji ku hat, kî di navde cih digre, kê ava kir, milk û semyanê kîjan partiyê ye û bi dehan pirsên dîtir hatin kirin bi belavoka destpêkê ya Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd ve. Beriya wê HRRK ava bûbû. Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê wekî encama zilm û kuştina Kurdan derketibû holê û bi dijwarbûna şerê dijî Kurdan û berxwedana Kurdan karê xwe xurttir kir û gihande asteka bilind.
Dereng jî be ragihandina avabûna Destpêşxeriyeka Rewşenbîrî ya giştî ya hemî Kurdan di vê qonaxa xirab û têkçûyî de gaveka dîrokî bû.
Bêgûman tu tişt bi qasî Dewletbûn, Artêşbûn û Desthilatiya mezin ya Kurdan li ser xaka xwe nabe çareya têkçûnan û çareya xisara li ser Kurd û Kurdistanê lê belê çi tevger, bizav û liv dibe bila bibe ji bo Kurdan dê bibe pêngavek berbi başiyê, berbi xweşiyê û berbi azadiyê ve. Dirûşm û armancên di belavoka yekem ya Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd de wekî vexwendinnameyekê bû bo hemî Kurdan. Ji bo yên ku ji gazinan, ji giliyan, ji hêrs û rikê, ji tengbûn û adiziya rewşa xirab ya Kurdan bêzar bûyî  derfetekî xwederbirînê û hewldanê ya baş bû.
Parçebûna nava Kurdan di nava rewşenbîrên Kurd de jî hebû û bi destpêkirina avakirina Înîsiyatîfeka weha ev bêhtir aşkare bû.
Di vê kêliya min ev nivîs nivîsî de jî hîna Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurd ava nebûye. Rêvebiriya xwe jî hîna tuneye. Komîteyeke Amadekyar heye ku hîna nikare li ser navê hemî kesên beşdarbûyî biryar wergire û daxuyanî bide. Hetanî Konferansa mezin çênebe bi giştî armancên Înîsiyatîfê xal bi xal nabine biryar, bernameya tekoşînê bi berfirehî zelal nabe û ya herî giring jî rêvebiriya xwe diyar nabe.
Herkesê hetanî neha piştevaniya xwe rave kirî û navê xwe li jêr belavoka dayî li gorî armancên di belavoka destpê de hatî derbirîn piştevaniya xwe diyar kiriye. Xal û xetên giştî di belavokê de evene;
Bi her awayî ji bo Kurdistaneka Azad û Yekbûyî, Di navbera hemî Kurdan de pêkhatin û lihevkirin, Bi her awayî afirandina hizrê netewî ji bo berjewendiyê Kurd û Kurdistanê û xala herî giring Înîsiyatîfeka Azad û Serbixwe.

Tu karê Kurdewarî ne milkê kesane û ne di bin desthilata wan ya kesane de ye. Çi kar dibe bila bibe, Olî, siyasî, çandî, wêjeyî, çekdarî û hwd. Eger rast ji bo Kurd û Kurdewariyê be wê demê tu kes ne kare kesekî asteng bike ne dikare li ser kesekî bisepîne. Bo vê yekê jî ev destpêşxeriya ku ji bo avabûna wê ji 200 kesî bêhtir mirovî kaşeya xwe lê daye, ji 20 kesa bêhtir bi rengekî çalak bo avabûna wê tevdigerin; Ji Xorosanê hetanî bi Efrînê, ji Konya, Edenê, Dîlokê hetanî bi Kelareşê, ji Xane hetanî bi kurayiyên Kerkukê ya hemî Kurdane. Ne artêşe ne partiye, nikare dijminan tune bike û bombeyên atomê bavêje nav hêzên dijminan, lê her rewşenbîr an jî her mirovekî bîrewer baş dizane eger mêjî bi rast û dirust bikar bê dikare ji bombeya Atomê bêhtir karîgerî û bandora xwe bike.

Piştdestkirin, nepejirandin, yekser pîneyek pêve zeliqandin bi taybet di nava Kurdan de gelek hesane. An dê wekî ser bi partiyan ve destnîşan bikin, an dê ser bi hindek dewletan ve destnîşan bikin, an jî dê wekî karekî kesane destnîşan bikin.
Ji bo tekoşîna netewî xirabî û xisara tu partiyekê, tu kesekî û tu saziyekê nabe asteng û biyano, nabe sedem da mirov xwe ji kar û xizmeta Kurdewarî vekişe. Bi taybet ev yek ji bo hişmend û zanayên Kurd re qet nayê pejirandin.

Înîsiyatîfeka bi hejmareka kêm rewşenbîr, Înîsiyatîfeka hemî rewşenbîran di nava xwe de ranegire, Saziyeka hemî parçeyên Kurdistanê di nav xwe de ranegire dê kof û seqet bimîne. Lê namire, tune nabe. Eger kesên di nav de jîr û jêhatîbin û bi dakokî li ser rêk û rêbaza xwe têbikoşin dê karibin bighêjin armanca xwe. Lê ev pêkanîna armancê dê dereng bikeve û dê wekî beşdarbûna girseyî encam wernegire.

Bo vê yekê bêyî çavlirêbûna vexwendin û bangawaziyan, bêyî hesab û hizirandinên kesane, bêyî ku kesên di nav beşdaran de bo xwe asteng bibînin her mirovê xwe têkoşerê doza Kurdî dibîne, her kesê bi hizra xwe û hişê xwe bawer, ji Başûr an ji Bakur, ji Rojhilat an ji Rojava, ji PDK an ji PKK, an ji PYD an ji YNK, an Îslamîst, an Ataîst, hizir, raman, ramyarî, îdeolojî çi dibe bila bibe divê hewl bide di nav vê Însiyatîfê de cih bigre û hizrê xwe werçerxîne çalekiyê, bernameyên di serê xwe de werçerxîne pêkanînê.
Azadî xwestin gelek hesane, lê azadbûn serkeftina derûnê mirove.

dîtin: 781

Pêveker:

karibe bixwîne ji bo ye