• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Seroke Nijadperest bersiva HDP da; Hun bi navê partiyê nikarin beşdarî meşê bibin

Seroke Nijadperest bersiva HDP da; Hun bi navê partiyê nikarin beşdarî meşê bibin


barkirin: Hêzîran 29, 2017, 11:06


Serokê CHP ya Tirkîyê Kemal Kiliçdaroglu, bersiva beşdarbûna HDP ê ya meşa xwe ya bi navê "Edalet" da.
Serokê Partiya nijadperest ya Tirkîyê piştî Parlementerekî wan hate girtin dest bi meşê kir û meşa xwe bi navê "Edalet" binav kir.

Kiliçdaroglu yê nijadperest di hemî qonaxên dema hikumeta AKP helwestekî dijî kiryarên dewletê nedaye nîşandan û bi taybet wekî rabihurîna xwe îro jî pistevaniya zilma dijî Kurdan dike.

Piştî meşa serokê nijadperest yê CHP, partiya Kurdan HDP jî daxuyanî belav kir û piştgiriya xwe ji bo meşa Kiliçdaroglu rave kir.

Dawî Hevseroka HDP Serpil Kemalbay daxuyanî dabû gotibû em amadekari dikin da beşdarî meşa "edaletê" bibin.

Serokê nijadperest bersiva HDP da û got "Bi navê edaletê herkesek dikare beşdar bibe lê bi navê partiyan kesek nikare besdar bibe. Em jî bi alayên xwe ve beşdar nabin.

Partîya CHP herçend di dîroka xwe de û di roja îroyîn de hertim dijmindariya Kurdan kiribe jî, partiya HDP eve demeke dirêje bi ragihandin û kiryarên xwe hertim xwestîye xwe nêzîkî partiya nîjadperest ya CHP bike.

Li himber daxuyaniya CHP helwestê HDP hîna diyar nebûye. 

dîtin: 197

Pêveker:

chp hdp kiliçdaroglu