• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Kiryara Polêsên Elman kete rojeva Elmanya, Medyaya Elman ew aşkere kirin


barkirin: Pûşper 8, 2014, 5:14
xwendin: 259


05.07.2014 ê Roja Şemiyê li Berlînê polêsên Elman li himber xwepêşanderekî tundiyeka bê rade nîşan dan û dîmenên vê bûyerê yekser di torbendên civakî de belav bûn. Di dîmenan de xuyan dike polês pirsa nasnameyê ji kesekî sivîl dikin, ew jî dema hindekî bi hêrs nêzîk dibe yekser koma polêsan lê kom dibin û dikevin ser zikê wî de. Kesên derdorê jî hêrsa xwe û helwestê xwe dijî kiryara polêsan nîşan didin. Lê belê polês şûna ku nerm bibin bangî hêzên taybet yên dijî sivîlan dikin û bêhtir hişk dibin.
Bûyer li Bajarê Elmanya Berlînê anîşka Flackensteinstrasse û Gorlitz strasse ya Kreuzberg ê pêk tê.
Videoya vê bûyerê ji aliyê kesên cihê bûyerê ve hate tomarkirin û yekser bi rêka torbendên civakî belav bû.
Televizyona Elmanî N24 jî ev vîdeo wekî nûçe di rûpelê xwe de belav kir û bang li xwendevanên xwe kir da ku vê vîdeoyê belav bikin û kesên ku şahid jî dijî van polêsan dozê vekin an jî şahidî bikin.
Di nava sê rojan de bi hezaran kes ev vîdeo parve kir.

Pêveker:

kiryara polêsên elman kete rojeva elmanya medyaya elman ew aşkere kirin