• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kişanak: Berpirsyarê tengezariyê hikûmet e

Kişanak: Berpirsyarê tengezariyê hikûmet e


barkirin: Gelawêj 30, 2013, 12:16


RÛKEN ADALI

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak da xuyakirin ku ji ber hikûmet berpirsyariyên xwe bicih nîne tengazariyek tê dijîn û got, “Berpirsyarê tengaviya teqwîmê hikûmeta AKP ye. Ev 11 sal in karê divê bike nake. Niha jî dîsa bi pêvajoya hilbijartinê re cih teng dike.”

Ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê tenê çend saet man. Roja Aştiyê ya Cîhanê ya îsal, bi pêvajoya çareseriya demokratîk, êrîşên li dijî Kurdên li Rojava û nîqaşên destwerdana leşkerî li Sûriyê, tê pêşwazîkirin. “Pakêta demokratîkbûyînê” ya tê payîn AKP di rojên pêş de aşkera bike jî, di warê helwesta xweya ji bo pêvajoya çareseriyê û guhertinên destûra bingehîn, ji aliyê raya giştî ve tê şopandin.

Yek ji aktorên herî girîng ên pêvajoyê BDP ye. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak ev mijarên di rojê de ji ANF’ê re nirxand.

Kişanak da xuyakirin ku pêvajoya çareseriya demokratîk ev demeke dirêje derbasî qonaxa duyemîn bûye û ev yek hem ji aliyê hikûmetê û hem jî ji aiyê raya giştî ve tê zanîn. Kişanak diyar kir ku di vê pêvajoyê de pêwistî bi gavên demokratîkbûyînê heye û di vê mijarê de berpirsyarî dikeve ser milê hikûmet û parlamentê. Kişanak ragihand ku bi mehane hikûmet ji bo gavan neavêje li ber xwe dide, demê belasebeb bikar tîne û ev yek pêvajoyê dixe nava zor û zehmetiyan.

HIKÛMET EV 2 MEH IN DIBÊJE PAKÊTÊ BÊ AŞKERAKIRIN Û SERÎ DIGERÎNE

Kişanak bal kişand ser hewldanên mijûlkirinê yên hikûmetê û got, “Ev du meh in hikûmet dibêje “pakêt” wê bê aşkerakirin û serî li raya giştî digerîne. Ev nêzîkatî bi serê xwe pirsgirêkeke. Nuqteya duyemîn jî ew e ku pakêtê bi tena serê xwe amade dike. Ev pirsgirêkeke mezin e.

NÊZÎKATIYA ‘EZÊ BIKIM HER KESÊ JÎ VÊ QEBÛL BIKE’

Weke BDP me beriya 2 mehan pakêteke demokratîkbûyînê ya ji 25 madeyan amade kir û pêşkêşî hikûmetê kir. Di vê mijarê de bersivek ji me re nehat dayîn. Em nizanin ka pêşniyarên me qebûl kirine yan na. Lê rêbaza ku ew bikar tînin ne rast e. Nêzîkatiya ‘ezê bikim her kes jî wê qebûl bike’ ne nêzîkatiyeke demokratîkbûyînê ye. Helwesteke mijûlkirinê li holê heye. Ya duyemîn jî, raya giştî ya Tirkiyê û BDP’ê naxe nava pevajoyê. Ev her du rêbaz jî şaş in.”

TENGEZARÎ Û TENGAVIYA TEQWÎMÊ LI HOLÊ HEYE

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak da xuyakirin ku tevî ku pêvajo nexetimiye jî tengezariyek li holê heye û sedema vê jî xemsariya hikûmetê ya der barê gavavêtinê de ye. Kişanak diyar kir ku di warê teqwîmê de jî tengaviyek heye û destnîşan kir ku ev tengavî ji aliyê BDP, siyaseta Kurd ve nehatiye afirandin.

Kişanak anî ziman ku ew li gorî kêfa xwe dem-teqwîman diyar nakin û got, “Teqwîma siyasî ya Tirkiyê ji xwe ketiye cihekî teng. Ji ber ku li pêşiya me hilbijartin heye, dem kurt e. Pêvajoya çareseriyê, nikare taloqî piştî hilbijartinê bê kirin. Ji ber ji ber ku her carê hat paşvexistin, pêvajoya çareseriyê vala derket. Berpirsyariya vê tengaviya teqwîmê jî hikûmet AKP’ê ye. Tiştên ku 11 sal in nekiriye û ji ber ku her carê bi sedemên cûda paşve dixîne, careke din rewş tengav kiriye. Danûstandin di payiza par de destpê kirin. Ji meha Çileyê û pê ve heyeta BDP jî tevlî bû. Di ser re 8 meh derbas bûn, lê tiştek nehat kirin. Ji bo destpêkirina teqwîma hilbijartinê 2-3 meh mane, teqwîm ji xwe tengav e. Teqwîma siyasî ya Tirkiyê ji xwe ketiye cihekî teng. Ji me re dibêjin, çima hûn teqwîmê didin. Li pêşiya me mehên Îlon û Cotmehê hene. Ji meha Mijdarê û pê ve hevdîtinên butçeyê yên li parlamentê destpê dikin, dûre jî teqwîma hilbijartinê bi awayekî fermî destpê dike. Eger di nava du mehan de tiştek hat kirin, wê bê kirin, eger nebû, hingî bisekine. Em neçarin vê bi awayekî zelal bînin ziman.”

ANF

dîtin: 211

Pêveker:

kişanak berpirsyarê tengezariyê hikûmet e