• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kobanê û hezirkirina taştê

Kobanê û hezirkirina taştê


nivîskar: Heysem Muslim
barkirin: Gelarêzan 30, 2015, 9:39


Sibeheke bêdeng bû û ez ji sermayê dicirifîm, tevî ku ji zivistanan hezdikim ; lê ew zivistan cuda bû,  qeram ketibû hestê min , sibehên zivistana Kobanê dibe mij û xunav hebe, li ser bilatên hewşê xunaveke tenik girtîbû, şemîtokî bibû min bi dîwar girt û xwe gihand mitbaxê,

her ku ez diketim mitbaxê çavên min li wêneya jineke du zarok di hembêzê de, li ser berêd daliqandî diketin.

Hevalê min ça danîbû ser xazê û du qed nanên berî heftakê ji me re hatibû di destan de bûn.

Di ber çayidanê re germ dikirin, min jî destên xwe dirêjkirin da ku hinekî gerim bikim, lê destên min ji teniya xaza ku êdî dawiya wê hatibû, reş bûn.

Min bi xwe re got, qeram ji qirêja teniyê çêtire.

Min li derdora xwe nihêrî  da taştê deynim ser masê. Çavên min li beydonên tirşiya tûj li pey hev rêz kirî ket, weke hemû mitbaxên Kobanê. Çavên min dîsa li lalîka zeytonên reşe çilmisî ket ku nayê bala min, cara çendane ez ji ser refikê datînim ser masê ku hebekê çekî devê xwe wek te kulmek xwê xistê. Lê ji bo ku em xwe qanih bikin taştê hazir dikin, min danî ser masê.

Hevalê min jî herdu qirtikên nan û çaydan danîn ser masê û got; ’’Îro bêdengiyak heye, ez texmîn dikim çeteyên DAIŞ’ê kirine betlaneye.’’

Haysam MuslimHê gotin di devê wî de ye, ji nişkêve gormîniyeke bihêz hat û bakî qebe li rûçikê min xist zinginî bi guhên min ketin, çavên min hatin qurşkirin gerdûn sekinî! Min ji xwe re got ka ez binêrim çawa mirov dimrê, lê dengê şikandina caman di ber zinginê re dihat û ax weke zîpikên biharê di ser min de barî.

Min ji xwe re got, weke ku ev top di nav çavên min de lêket, lê tiştek bi min nehat ji ber ku ez ji pê sekinîme, lê hevalê min tu deng jê nehat tiştek bi wî hat.

Ji tirsa hevalê xwe min çavên xwe  weke  zarokekî di lîstoka çavqurşonekê de hêlan, bike min dizî çavên xwe vekirin ku hevalê min sekiniye û çaya xwe dadigre, ken li ser rûçikê wê ji min re xuya dike ku em vêcarê jî ji mirinê filitîn.

Şûşa çaya xwe hilda û bilez çû odeya her çar alê xwe girtî, lez bûna hevalê min da xuya kirin ku çete vê hawneke din bavêjin, zû pê min were. Di vir de min çay dagirt, lê ez bi şekir vedixwem ne weke hevalê xwe.

dîtin: 573

Pêveker:

kobanê û hezirkirina taştê